Dayika hevjîn û kurê xwe di şer de winda kirî: Me ev bedel ji bo azadiyê da û divê gav bên avêtin

  • rojane
  • 10:59 20 Hezîran 2025
  • |

COLEMÊRG - Hurşe Gurdal ku di şerê zêdetirî 50 salan de kur û hevjînê xwe winda kir, bertek nîşanî operasyonên tevî pêvajoyê jî tên kirin da û got: “Her ku em dibêjin aştî ew di şer de israr dikin. Êdî bes e, bila vî şerî bidin sekinandin û ji bo aştiyê gav biavêjin.”

 
Piştgiriya ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibe. Herî zêde jî malbatê xizmên xwe di şer de winda kirine piştgiriyê didin. Tevî bangê û biryarên PKK’ê jî êrişên Tirkiyeyê didomin. Ji ber domandina van êrişan, baweriya bi dewletê jî kêm dibe. 
 
Hurşe Gurdal ku di şer de hevjîn û kurekî wê jiyana xwe ji dest da ye, xwest êriş bên sekinandin û dewlet gavên şênber biavêje. 
 
ÇÎROKA HURŞE GURDALÊ 
 
Hurşe Gurdal, li gundê Oremarê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayik bû. Dema 6 salî, tevî malbata xwe çûn mezraya Zereneyê ya Oremarê. Hurşe Gurdal, bi xizmê xwe Devalî Gurdal re zewicî û zêdetirî 30 salan li vir jiyan. 7 zarokên Hurşe Gurdalê hene û hevjînê wê ji ber zextên dewletê tev li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû. 
 
Devalî Gurdal, di sala 1985’an dema endamê HRK’ê bû, di pevçûneke li herêma Cîloyê de jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Devalî Gurdal, zextên ser malbatê û zarokên wî zêde bûn û kontrayan gef lê xwarin. Endamên malbata Gurdal gelek caran rastî îşkence û miameleya xerab hat û pişter koçî navenda Geverê kir. Piştî bav Gurdal jiyana xwe ji dest dayî, kurê Hurşe Gurdalê Macît Gurdal (Zinar Gever) jî di sala 1994’an de tev li PKK’ê bû û di heman salê de jiyana xwe ji dest da. 
 
BAWERIYA WÊ BI DEWLETÊ NAYÊ 
 
Hurşe Gurdalê diyar kir ku tevî ewqas êşan jî ew hêj di aştiyê de israr dikin û got: “Êşa ku me nekişandî nema. Bi dehan kesan ji malbata min di şer de jiyana xwe ji dest dan. Lewma divê aştî pêk bê. Divê hizûr û rehetî bê dinyayê. Divê Erdogan ji bo pêvajoyê gavên şênber biavêje. Pêvajoyek heye lê hêj gavên şênber nînin. Ma aştî bêyî gavavêtinê dibe? Piştî wan tiştên me bi çavên xwe dîtî û jiyayî, baweriya me bi dewletê nîne. Ji ber ku gavên şênber neavêjin, aqilê min jê nabire û baweriya min pê nayê.” 
 
JIYANEKE AZAD 
 
Hurşe Gurdal, destnîşan kir ku gava ewil a şênber jî divê berdana girtiyên siyasî be û got: “Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Daxwazên me zelal in. Bila deriyên girtîgehan vekin. Bila Rêber Ocalan li Meclisê biaxive. Ev jî yek ji gavên şênber e. Divê ew jî mîna lîderên din fikrên xwe azad vebêje. Ma ev xwîn û şer dê heta kengî bidome. Divê ewqas bedelên hatine dayin vala neçin. Ev bedel bêşert nehatin dayin. Ewqas bedel, ji bo jiyaneke azad û aştiyê hatin dayin.” 
 
‘EM JIYANEKE AZAD DIXWAZIN’
 
Hurşe Gurdal, bertek nîşanî neavêtina gavên şênber da û wiha pê de çû: “Gelo rayedar qet ji xwe pirsin, ma ewqas mirin vala bûne? Ma napirsin ka çima ewqas êş hatine kişandin. Tenê yek sedema ewqas êşên Kurdan kişandin heye, ew jî jiyaneke azad e. Ma piştî ewqas bedelên giran dê Kurd çi heqan nestînin? Li şûna feraseta dibêje ‘heta em tolê nehilînin naskinin’, em aştiyê diparêzin. Gelê me bi mirin, bi kuştinê xelas nabe. Em li hemû dinyayê belav bûn. Bi şer tiştek bi dest nayê xistin. Divê hemû Kurd azad bijîn, mecliseke wan hebe ku fikr û ramanên xwe bi awayekî azad vebêjin. Em, jiyaneke ku em bi azadî ziman û çanda xwe dijîn dixwazin.” 
 
‘EM JI OCALAN BAWERIN’
 
Bi domdarî Hureş Gurdal destnîşan kir ku divê şert û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de baweriya me tenê bi birêz Ocalan tê. Hêvîdarim mîna sedsal berê me dîsa nexapînin. Li dijî vê divê em bibin yek. Divê Kurdên li Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyeyê yekitiya xwe ava bikin. Heta em nebin yek em ê tiştekî bi dest nexin. Rêya aştiyê, girêdayî yeıkitiyê ye. Ji roja min hevjîn û kurê xwe windakirî heta niha ez bi biryara xwe dilsoz im, 37 sal in girêdayî soza xwe me. Dê heta dawiyê wiha be. Heta em Kurd negihijin armanca xwe em ê dev ji têkoşînê bernedin.” 
 
‘BILA ŞER BIDIN SEKINANDIN’
 
Hurşe Gurdal, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê da û axaftina xwe wiha qedand: “Gotin bila PKK çekan berde û PKK’ê jî têkoşîna çekdarî bi dawî kir. Baş e dê dewlet çi bike? Dê çi gavan biavêje? Her ku em dibêjin aştî, ew di şer de israr dikin. Aştî wiha nabe. Bila şer bidin sekinandin û ji bo vî gelî gavan biavêjin. Ji bilî aştiyê em tu tiştekî naxwazin.” 
 
MA / Mazlum Engîndenîz