Wezîrên 4 welatan dê bi rojeva şerê Îsraîl-Îranê bicivin

  • rojane
  • 11:40 20 Hezîran 2025
  • |
img
ENQERE - Wezîrên karên derve yên Îran, Ingilistan, Fransa û Almanyayê dê bi rojeva şerê Îsraîl-Îranê û peymana nukleerê bicivin. 
 
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di roja 8’an de didome. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî dê li bajarê Cinevê yê Swîsreyê bi wezîrên karên derve yên Ingilistan, Almanya û Fransayê re bicive. 
 
Wezîrên Ingilistan, Fransa û Almanyayê beriya hevdîtina bi Arakçî re, dê bi dîplomata herî payebilind a Yekitiya Ewropayê Kaja Kallas re hevdîtinê bikin. 
 
ARMANCA EW E KU ÎRANÊ BÎNIN SER MASEYÊ
 
Hat ragihandin ku armanca sereke ya hevdîtinê ew e ku Îranê bînin ser maseya muzakereyê. Wezîrê Ingilistanê David Lammy li ser hesaba xwe ya plaftorma X’ê got ku ji bo pêşîlêgirtina rewşa heyî dema ketina nava liv û tevgerê ye. 
 
Wezîrê Fransayê Jean-Noel Barrot jî got ku armanca hevdîtinan ew e ku di mijara bernameya nukleer û fuzeyên balîstîkî de bi Îranê paşvegavên mayinde bidin avêtin.