Ji OHD'ê rapora li ser girtîgehên Antalyayê: Mafê tedawiyê tê astengkirin

  • rojane
  • 12:39 20 Hezîran 2025
  • |
img
ANTALYA – Nûnertiya OHD’ê ya Antalyayê têkildarî binpêkirinên mafan ên 5 mehên destpêkê ya sala 2025’an raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku girtî ji mafê tenduristiyê bêpar tên hiştin. 
 
Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Antalyayê (OHD) rapora der barê binpêkirinên ku di 5 mehên destpêkê yên sala 2025’an de li 5 girtîgehên bajêr û derdora wê pêk hatine amade kir. Li gorî raporê, girtiyên li girtîgehên li Antalya û derdora wê tên ragirtin, di xwegihandina xizmetên tenduristiyê de rastî astengiyên giran tên. Rapora ku ji hêla parêzerên endamên Komîsyona Girtîgehan a Nûnertiya ÎHD'ê ya Antalyayê ve hatiye amadekirin, serlêdanên kesên girtî, giliyên bi rêya name û faksê hatine kirin û çavdêriyên ku di serdanên Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalya, Tîpa S a Antalya, Tîpa S a Manavgat, Ewlekariya Bilind a Bûrdûrê û Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê de hatine bidestxistin.
 
SEWQ DERENG TÊN XISTIN
 
Di raporê de hat parvekirin ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê 16, li Tîpa S a Antalyayê 11, li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Bûrdûrê 19, li Tîpa S a Manavgatê 10, li Tîpa L a Alanyayê jî 6 girtiyan re hevdîtin hatin çêkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku yek ji mijarên bingehîn ên gerdûnî li hemû girtîgehan tên bilêvkirin, derengmayîna veguhastina nexweşxaneyan e û hat destnîşankirin ku pêvajoyên veguhastinê li ser bingeha 'peydabûna artêşê' bêyî ku faktorên li ber çavan ên weke rewşa tenduristiyê ya takekesî yan jî lezgîniya nexweşiya wan li ber çavan bên girtin, tên destnîşankirin. Her wiha hate diyarkirin ku dema bendewariya sewqkirina nexweşxaneyên diranan dereng tê xistin.
 
LI REVÎRÊ MUAYENE KÊM DIMÎNE
 
Di raporê de ku tê gotin xizmetên tenduristiyê jî bi tevlêbûnên giran têne kirin, tê gotin girtî bi hefteyan li bendê ne ku doktor bibînin, li girtîgehê tenê doktorek heye û ev doktor gelek caran li saziyê nîn e. Tê diyarkirin ku muayeneyên heyî derasayî ne û kêm in. Di raporê de tê gotin dermanên ku hewcehiya wan bi bikaranîna lezgîn heye di dema xwe de nayên peydakirin, gihandina dermanan a ku girtiyên bi nexweşiyên kronîk divê bi domdarî werin bikaranîn dereng tê xistin û ev jî dibe sedema pêşketina nexweşiyan û bêbandoriya tedawiyê.
 
PÊKANÎNÊN BI KELEPÇE
 
Li gorî raporê, hat ragihandin ku li girtîgehên bi Ewlekariya Bilind a Antalya, Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê, yek kelepçe tên bikaranîn; dema li girtîgehên Tîpa S a Manavgatê û Tîpa L a Alanyayê pêkanîna cot kelepçe heye. Ev pêkanîn bi taybetî tevgera fîzîkî ya girtiyan a di dema veguhastina nexweşxaneyê de sînordar dike û bandorek neyînî li tedawîkirina wan dike. Yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî zêde di raporê de cih girtin, li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Bûrdûrê rû dide. Girtiyan ragihandin ku ji bo sewqî nexweşxaneyê werin kirin neçar tên hiştin ku 'lêgerînên bi devkî' bên kirin û yên vê pêkanînê red dikin jî nikarin xwe bigihînin doktor. Hat ragihandin ku zexta ji bo "lêgerînên valatiya devkî" her carê bi zorê tê kirin, bêyî ku lezgîniya nexweşiyê hebe, tê kirin. Di raporê de her wiha tê diyarkirin ku gelek girtî cezayên wan dirêj kirine û hate destnîşankirin ku cezayên girtiyên weke H.Ç., M.K., N.Ç., S.A. û A.Y jî hatine paşvexistin.
 
‘NAMEYA KURDÎ TÊ ASTENGKIRIN’
 
Di raporê de hat gotin ku nameyên Kurdî yan dereng tên teslîmkirin an jî tê gotin ku "winda" ne û nameyên ku ji girtîgehê tên şandin jî ji ber "sansurê" ya cezayan an jî paragrafê nayên teslîmkirin. Di raporê de bal hat kişandin ku gihandina avê bi sînor e, bi erzaqên rojane bi 50 lître ava germ û li piraniya girtîgehan jî 150 lître ava sar hatiye sînordarkirin û hat destnîşankirin ku av bi kirêc e û madeyên paqijiyê têrê nake û buha ye.
 
DAXWAZ Û PÊŞNIYAR
 
Daxwaz û pêşniyarên OHD’ê wiha ne;
 
"* Li gorî rêgezên hiqûqî yên gerdûnî, hiqûqa ceza û mevzûata navneteweyî li ber çavan were derbaskirin; divê dawî li pêkanînên rêveberiya girtîgehê û personelên di encama binpêkirina qedexeya îşkenceyê, mafê tenduristî û dermankirinê, mafê azadiya şexsî û ewlehiya şexsî, azadiya ragihandinê û azadiya ramanê yên ku di serlêdanên ku ji saziyên me re hatine kirin de hatine diyarkirin bên bidawîkirin û divê rêveberî erkên xwe bi cih bîne.
 
* Divê girtîgeh li gorî pîvanên di hiqûqê de hatine diyarkirin bên anîn. Divê şert û merc li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye aliyekî wê ye û bi taybet girêdayî Midûriyeta Giştî ya Saziyên Cezayê û her wiha mafên mirovan bên başkirin.
 
* Ji ber pêkanîna lêgerînan hundirê devk ku dişibe tacîzê di dema veguhastina nexweşxaneyan de û neqebûlkirina girtiyan a ji bo qebûlkirina van pêkanînan, îdareyên girtîgehan bi mehan e nahêlin bi dehan girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan bên kirin. Divê tavilê pêkanînên derveyî mirovahiyê yên lêgerînên hundirê dev û rêbazên din ên lêgerînê yên hatine qedexekirin bên rawestandin û veguhastina nexweşxaneyê ya girtiyên nexweş bê ewlekirin.
 
* Tê famkirin ku îdareyên girtîgehan ji bo hemû pêkanînên ku rûmeta mirovan binpê dikin, wek lêgerîna tazî, lêgerînên hundirê dev, jimartina li ser piya û îzolasyonê hincetên qanûnî dîtine û di vê qanûnê de qedexeyên zelal tune ne, lê belê rêziknameyên nezelal û şîroveker hene, bi vî awayî hêsankirina pêkanînên bi vî rengî ji bo rêveberiya girtîgehê. Ji ber vê yekê pêwîste di qanûna înfazê de rêziknameyên nû bên çêkirin.
 
* Ji ber ku girtiyên nexweşên giran nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, divê bên berdan û înfazên wan bên taloqkirin; kesên tên binçavkirin bila serbest bên berdan. Ji bo pêşî li pêkanînên ku muayeneyên kelepçekirî, veguhastina bi kelepçe li wesayîtên girtîgehê û pêkanînên din ên der barê saziyên li derveyî Wezareta Dadê ku ji ber sedemên 'ewlekariyê' pêşî li rûmeta mirovan û mafên mirovan ên bingehîn tê girtin, bê girtin, divê guhertinên qanûnî bên kirin.
 
* Di nava şert û mercên girtîgehê de ji bo girtî karibin civakî bibin, di dema cezayên xwe de ji têkiliyên civakî qut nebin, çalakiyên li qadên hevpar ji bo tenduristiya wan a fîzîkî û zîhnî xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo başiya fîzîkî û derûnî divê tecrîdeke demdirêj an jî bêdem a civakî li girtiyan neyê kirin.
 
* Ji bo girtiyan divê têr, hevseng û xurekên tendurist bên peydakirin û vîtamîn bên dayîn. Her wiha divê pêdiviyên girtiyên nexweş yên di  pêwîstî /xwarina vejeteryan de ji nêz ve bên şopandin û zext li wan neyê kirin an jî neçar nemînin ku xwarinên ku divê nexwin bixwin; divê erkên wan ên di vî warî de bi cih werin anîn.
 
* Divê hejmareke têrker a xebatkarên tenduristiyê li girtîgehan hebe (divê hejmar bê zêdekirin). Divê girtî ne bi wesayîtên servîsê, bi rêbazên hîjyenîk û tenduristtir derbasî saziyên tenduristiyê û nexweşxaneyan bên kirin.
 
* Li gelek girtîgehan, demdirêj xwe gihandina pêwîstiya bingehîn a avê gihaştiye wê astê ku mafê destnedana tenduristiyê binpê dike. Ji bo girtiyan divê ji bo hilberên paqijiyê bi lezgînî xwegihandina bêpere were dabînkirin û pirsgirêka avê were çareserkirin.
 
* Girtî ji bo bi tendurist bê parastin divê malzemeyên paqijiyê yên pêwîst bên dayîn; ev ji bo pêşî lêgirtina nexweşiyên potansiyel û pirsgirêkên tenduristiyê girîng e.
 
* Pirsgirêkên ku girtiyan di mijara ragihandin û serlêdanên nivîskî de dîtine divê bên çareserkirin û di rewşên awarte yên li girtîgehan de tên jiyîn (mîna veguhastin/sirgûnên li girtîgehan û nexweşiyên ragihandinê), şert û merc bên afirandin ku bi malbat û parêzerên xwe re têkiliyê deynin.
 
* Divê ji girtî û ziyaretvan divê li gorî rêziknameya neteweyî û navneteweyî hûrmet bê nîşandan; lêgerînên ku di têketinên girtîgehê de tên kirin, ji ber ewlekariyê jî divê neyên biçûkxistin. Der barê personelên pêkanînên bi vî rengî dikin de, divê pêkanînên hiqûqî bi dozgeriya girtîgehê ya pêwendîdar re bên kirin.
 
* Ji bo pêşî li binpêkirina mafên nû bê girtin, her biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser mijarên mîna veguhastin, cezayên dîsîplînê û mafê ragihandinê li ber çavan bên girtin, divê sererastkirinên mayînde bên kirin.
 
* Divê rêziknameya Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê ku dibe sedema pêşîlêgirtina berdanên bi şert û merc û nirxandina mehkûman bê rakirin û rêgeza hiqûqa guncan bê bikaranîn. Krîterên 'tevgerên baş' ên niha di meriyetê de ne, piştî ku şert û mercên mehkûmên li girtîgehê bi rengekî adil binirxînin diviyabû bihata destnîşankirin û berî nirxandina 'rewşa baş' a girtîgehan şert û mercên fîzîkî û civakî yên girtîgehan ên ji bo rûmeta mirovahiyê bên afirandin. Yên ku bi qanûnên cudakariyê yên weke 'Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê' li girtîgehê hatine bicihkirin, ne 'sûcdarên pêwîstiya wan bi rehabîlîtasyonê heye' ne; ji ber vê yekê, qanûnên ceza û darizandinên wan jî divê ji mantiqa hiqûqa ceza ya dijmin dûr bikevin.
 
* Ji bo şopandina rewşa girtiyên nexweş ên giran ên li girtîgehên li Antalyayê û pêşîgirtina li her diçe kûrkirina binpêkirina mafên mirovan û pêkanînên îşkenceyê, divê li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî mekanîzmayên şopandinê yên serbixwe werin avakirin. Her wiha divê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropa (CPT), Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Dadê, Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK), Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisa Niştimaniya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) li dijî binpêkirinên mafan ên li van saziyên girtî yên ceza pêk tên bikevin nava tevgerê."