Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
- rojane
- 15:14 01/2
Yarden Bibaz û Ofer Kalderon radestî rayedarên Xaçasor hatin hatin kirin.
Yarden Bibaz û Ofer Kalderon radestî rayedarên Xaçasor hatin hatin kirin.
MSD’ê diyar kir ku her guhertineke siyasî ya li Sûriyeyê divê bibe garantiya nûnertiya rasteqîn a hemû pêkhateyan, her wiha sîstemeke rêbeveriyê ku pirrengiya Sûriyeyê nîşan bide û wekheviya hemû pêkateyan pêk bîne, were avakirin.
Rozerîn Kurt a ku li girtîgeha Sîncanê dima û înfaza wê hatibû şewitandin hat tahliyekirin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 1036’emîn de li aqûbeta Bedîrhan Tuysuz pirsîn û gotin: "Lêpirsînek bi bandor ku dê li aqûbeta Bedîrhan Tuysuz eşkere bike. Çiqas sal derbas bibin jî em ji bo Bedîrhan Tuysuz û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê dixwazin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
Li Sêrtê, girse li dijî tayînkirina qeyûm bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" ber bi şaredariyê ve dimeşin.
Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxist. Heya niha bi giştî 98 kes ji kar hatine derxistin.
Li Behra Egeyê li ser hev 3 caran erdhej çêbû.
Li Cizîrê di şerê çêbû de zarokekî 17 salî bi kêrê hat kuştin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok anî ziman ku ger AKP di zîhniyeta înkarê de israr bike wê bi heman armancê re rû bi rû bimîne û got: “Ger AKP wekî 2013’an nêzîk bibe wê dewleta tirk gavekê jî pêşve neçe.”
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku hêza Abdullah Ocalan a çareseriya pirsgirêka kurd heye û got ku eger desthilat gavên cidî ji bo çareseriyê biavêje, wê di warê çekdanînê de tu pirsgirêk nemîne.
Geliyê Bertûlê ya li Çiyayê Gabarê bi tunebûnê re rû bi rû ye û kaniya hezar salî ya geliyê xwedî dikir, ji ber lêgerîna li petrolê ziwa bû.
Hikûmeta Iraqê di nava 4 mehên dawî de 7 partî û saziyên kurdan qedexe kirin û girtin. Endamê PADÊ Qehtan Xelîl diyar kir ku girtina partî û saziyên kurd ne ji Tirkiyeyê serbixwe ye û got: "Girtina partî û saziyên kurd ji bo hikûmeta Iraqê şerm e."
7 rojnamevan û 2 siyasetmedarên ku bi hinceta tevlîbûna çalakiya protestokirinê bûbûn hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Dewleta tirk bi çekên giran êrişî Bendava Tişrînê û gelek gundên kantonên Cizîr û Firatê kir.