‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
- rojane
- 14:02 26/1
Di daxuyaniyên bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê hatine dayin de bal kişandin ser êrişên dewleta tirk û wiha hate gotin: “Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn.”
Di daxuyaniyên bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê hatine dayin de bal kişandin ser êrişên dewleta tirk û wiha hate gotin: “Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn.”
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin di roja 19’an de didome.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kampanyaya “Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî” de axivî û got: “Divê her kes xwedî li Rojava derkeve. Çareseriya pirsgirêka Kurd, ji naskirina statûya Rojava re derbas dibe.”
Hedefgirtina sivîlan û xebatkarên tenduristiyê ya li Tişrînê li Amedê hate protestokirin û wiha ji îktîdarê re hate gotin: “Tişta ji bo Xezeyê sûc li Tişrînê çawa rewa dibe?”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyanî da û wiha got: “Ruhê Kobanê îro li Tişrînê didome û bi ser dikeve.”
Rojnameger Aykan Sever diyar kir Trump dê bandorê li herêmê bike û wiha got: “Trump, bi destê Îsraîlê li Rojhilata Navîn pêvajoya dîzaynkirinê didomîne. Çareseriya herêmê, bi fikra Konfederalîzma Demokratîk dibe.”
Li Amedê 419 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kirin.
Welatiyê bi navê Mûrat Ogut di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Eyşe Efendî diyar kir ku sînorên 100 sal berê di navbera Kurdan de hatine danîn 10 sal berê li Kobanê hatine bêwatekirin û wiha got: “Li Kobanê ev 10 sal in saet ji 3 kêm 10 deqe ye û têkoşîna azadiyê didome.”
Girtiyê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê ragihandin ku li dijî miamileya xerab dest bi greva birçîbûnê kirine.
Girtiyê nexweş Îsa Ozgan ê 78 salî, li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin û hat zanîn ku di dema muayeneyê de kelemçekirina destên wî lê hatiye ferzkirin û cendirmeyan jî heqaret lê kirine.
Şîmel Çam ku keça girtiyê nexweş mehmet Emîn Çam e, diyar kir ku berdana bişert a bavê wê dê di sala 2028’an de be û got: “Em dixwazin bavê min tavilê bê berdan. Demarên mejiyê wî xitimî ne û tumor mezin bûye. Dibe ku di carekê de xwîn biçe ser mejiyê wî.”
Siyasetmedar, rewşenbîr û aktîvîstên civaka sivîl ji bo nîqaşkirina pêşeroja Bakur û Rojhilata Sûriyeyê li Silêmaniyeyê hatin gel hev û encamnameya panela xwe eşkere kirin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna baran û şilopeyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir.