ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
- rojane
- 09:00 14/1
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar û Nûsrat Akin ku der heqê wan de biryara tehliyeyê hate dyain, ji girtîgehê derketin.
Polîsan êrişî çalakiya protestoyê ya li hemberî binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û desteserkirina şaredariyê kir.
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî nûnerê serokê PDK'ê Mesûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî qebûl kir.
Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder got: "Hem Ocalan û hem jî tevgera Kurd di mijara aştiyê de zelal in. Dema ku dewlet bigihêje asteke zelaliyê, wê demê 'pêvajoya' ya rast wê dest pê bike."
Li dijî destserkirina Şaredariya Akdenîzê û binçavkirinan li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama “Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin” hat dayin.
Der barê hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar biryara tehliyeyê hat dayîn.
QSD'ê ragihand ku di şerê 24 saetên dawî yên li dijî komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de 23 çete hatine kuştine û 7 çete jî birîndar bûne. Her wiha maşîneke zirxî û 5 wesayîtên leşkerî jî hatine rûxandin.
Desteserkirina Şaredariya Akdenîzê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de wihab hat gotin: "Berxwedana me wê heta dawiyê dewam bike."
Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê got: "Divê bê zanîn, di serî de jin tevahiya gelê me wê xwedî li her cûre pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan derkeve."
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan diyar kirin ku qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin "darbe" ye û gotin: "Qeyûm înkarkirina vîna gel e."
Qeyûmê Şaredariya Akdenîz çawa hat wêneyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan li odeya serokatiyê daleqand.
Piştî Şaredarê Şaredariya Beşîktaşê Riza Akpolat û 47 kes hatin binçavkirin, polîsan bi bariyeran dora Şaredariya Beşîktaşê girtin.
Artêşa tirk li gundên li herêma Geliyê Dirî ya li bejahiya navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyonê kir.