Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
- rojane
- 11:55 24/12/2024
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di 20’ê Kanûnê de li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê di qawîşan de lêgerîn hate kirin. Di dema lêgerînê de girtî hatin derbkirin û der heqê wan de du lêpirsînên disiplînê yên cuda hatin destpêkirin.
Partî û saziyên Kurdistanî yên li bakurê Kurdistanê, têkildarî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, hêzên navneteweyî û dewleta tirk hate kirin û wiha hate gotin: “Gelê Kurd dê di vê sedsalê de bêstatû nejî. Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye. Xwedî li statûya Rojava derkevin û rê li ber êrişên ser Rojava bigirin.”
Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê otobûsa rêwiyan wergeriya û di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.
Li Balikesîrê di febrîqeyê de teqîn çêbû. Di teqînê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Welatiyên tev li çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li dijî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin bûn, wiha gotin: “Me di sala 2014’an de Kobanê li dijî DAIŞ’ê çawa parastibe, dê îro jî bi heman ruhî biparêzin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku di hevdîtina 23’yê Cotmehê de Abdullah Ocalan jê re gotiye; “Kurd, ne Kurdên 100 sal berê ne. Kurd, dê heta dawiyê mafên xwe biparêzin.”
Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê cezayê qedexeya hevdîtinê û cezayê hucreyê li 37 girtiyan hatibû birîn. Ev ceza, ji hêla Dadgeriya Înfazê ve hatin erêkirin. Girtiyan, têkildarî cezayan bi rêya parêzerên xwe pêvajoya îtîrazê dan destpêkirin.
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku li Sûriyeyê aştî bi pêkhateyeke piralî pêkan e û got: "Li Sûriyeyeke pirnasnameyî de, modela ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, modeleke ku li gor rizaya civakê ye."
Apê Emîn Şahîn ku bertek nîşanî neberdana biraziyên xwe Emrah û Firat Nebîoglû yên ku yek ji wan li derve û yê din li girtîgehê felcî bûne dan û xwest ku parêzvanên mafên mirovan dengê wan ragihînin.
Meteorolojiyê ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde, barîna berfê û ketina aşûtan kir.
Fermandariya Giştî ya QSD'ê der barê civîna Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî û heyeta ENKS'ê de daxuyaniyek da û got ku li ser girîngiya berdewama civînan û lezkirina çareserkirina pirsgirêkên heyî lihevkirin pêk hat.
Li Cizîrê ciwanê bi navê Alî Yusuf Ertene bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
Şaxa ÎHD’a Amedê diyar kir ku ji bo cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn radestî malbatên wan bên kirin, wan serî li saziyên têkildar dane û xwestin ku ev serlêdana wan di zûtirin demê de bê bersivandin.