Tevî qedexe û ferzkirina koçberiyê jî dest ji Sûrê berneda
- rojane
- 09:08 20/7
Gulay Kakiz ku 40 sal in li Taxa Alîpaşa a yek ji taxên pêşîn ên Amedê dijî, got ku ew çanda jiyanê ya li Sûrê bi tiştekî nade.
Gulay Kakiz ku 40 sal in li Taxa Alîpaşa a yek ji taxên pêşîn ên Amedê dijî, got ku ew çanda jiyanê ya li Sûrê bi tiştekî nade.
Cîgirê Serokê Komeleya Şêx Seîd Ramazan Ari, bal kişand ser şerên li Rojhilata Navînê û diyar kir ku Tirkiye neçar e bi kurdan re aştiyê bike û xwest ku polîtîkayên 100 salî yên îmha, înkar û asîmîlasyonê yên ku bi Şêx Seîd û hevalên wî dest pê kirine, bi dawî bibin.
Hakan Bîlekçî yê ku berdana wî bi sedemên kêfî du caran hatibû taloqkirin, piştî 10 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê derket.
SOHR’ê ragihand ku li Siwêda û Şamê ji ber şer û êrişan ji 13’ê Tîrmehê ve bi kêmanî 940 kes hatine kuştin.
Di çalakiyên xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ji bo Recep Îkîncîsoy, Çetîn Abayay, Ayten Ozturk û 33 kesên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin edalet hat xwestin.
Bi hinceta muzîka Kurdî guhdar kirine malbatek rastî êrîşa polîsan hatibû û dîmenên ku polîs malbatê gulebaran dike derket holê.
Hate ragihandin ku li Girtîgeha Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê 3 çalakgerên Kurd li dijî binpêkirinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya vekirî kirine.
Meclisa Ekolojiyê ya Wanê bi deklarasyonekê avabûna xwe ragihand. Di deklarasyona hat weşandin de hat gotin, "Tovê aştiyê yê ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve li Tirkiyeyê tê çandin, hêviyek e ku bi xwezayê re bigihêje aştî û aştiya cîhanê."
Serokê berê yê CHP'ê, rojnameger û nivîskar Altan Oymen jiyana xwe ji dest da.
Kadriye Dogan di "Komxebata Dayikan" a ji aliyê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) ve hat organîzekirin de axivî û destnîşan kir ku jin û dayikên Elewî li paş hatine hiştin û got, "Dayik hilgirê heqîqetê ne."
Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Gulunay ê ku 33 sal berê hat binçavkirin û windakirin edalet xwest.
Di çarçoveya xebatên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Baroya Rihayê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi rojnamevanan re hatin cem hev.
Girtiyê bi navê Ersan Nazlier ku di hucreya wî de kamera hatiye bicihkirin, piştî ku serlêdanên wî yên ji bo rakirina wê hatin redkirin, li Wezareta Edaletê doz vekir.
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) rojnameger Ayfer Serçe ya ku li Îranê hat qetilkirin di 19'emîn salvegera mirina xwe de bi bîr anî û diyar kir ku pênûsa wê di roja me ya îro de di destê gelek rojnamegerên jin de nivîsandina xwe didomîne.