Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
- rojane
- 16:19 10/12/2024
Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û wiha hate gotin: “Em careke din dubare dibêjin; Rojava dê tu caran nekeve.”
Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û wiha hate gotin: “Em careke din dubare dibêjin; Rojava dê tu caran nekeve.”
ÎHD û TÎHV’ê ragihandin ku di nava 11 mehan de 692 serlêdanên îşkence û muameleya xerab ji bo TÎHV’ê hatine kirin û 81 jê zarok herî kêm 2 hezar û 805 kes bi îşkence û muameleya xerab hatine binçavkirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan û gotin ku dê ji bo mafên mirovan têbikoşin.
Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û hate gotin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd, astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Di heman demê de êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîer a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin protestokirin.
Rojnameger Nazim Daştan got ku armanca ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku hêviya pêşeroja demokratîk tune bikin.
DBP’ê ji bo alîkariya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO êrişan dibe ser, kampanya da destpêkirin û bang kir ku her kes bi ruhê Kobanê tevbigere.
Kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de hatin qetilkirin, di meha 110’emîn de hatin bibîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di bîranînê de axivî û wiha got: “Yên duh DAIŞ xweyî dikirin îro jî li Rojava bi çeteyên din re hevkariyê dikin.”
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter MSO’yê derdora Pira Qereqozaqê 15 caran ji hewa ve bombebaran kirin.
Danişîna doza tetîkkêşê Hîzbullahê Cîhan Yildiz ku ji ber qetilkirina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar tê darizandin, ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin.
Hat ragihandin ku ÎHA’yek li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê kete xwarê.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û got: “Xebatên me yên ji bo diyarkirina roja guncav didomin.”
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê êrişî Bendava Tişrînê kirin û pevçûnên dijwar diqewimin.
Polîs û notirvanên dewleta tirk li navçeya Farqînê 2 welatî bi lêdanê binçavkirin.
Rojnameger Dîlan Dîlok rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Tirkiye dixwaze hêj pergal rûneniştî destkeftiyên kurdan tune bike.”