Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
- rojane
- 10:22 08/12/2024
Rêveberên Kantona Minbicê daxuyaniyên Tirkiyeyê yên wekî "bajar hatiye terikandin" derewandin û gotin ku wê heta dawiyê Minbicê biparêzin.
Rêveberên Kantona Minbicê daxuyaniyên Tirkiyeyê yên wekî "bajar hatiye terikandin" derewandin û gotin ku wê heta dawiyê Minbicê biparêzin.
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê nûçeyên ku raghandin ew ji Dêrazorê vekişiyane derewandin û got: “Hêzên me mîsyona xwe ya parastina gel, didomîne.”
Di vîdyoya ku li ser televizyona dewletê ya Sûriyê hat belavkirin de, hat ragihandin ku Beşar Esed hatiye hilweşandin û hemû girtiyên di zindanan de hatine berdan.
Heyet Tehrîr el-Şam ku di "lîsteya terorê" ya gelek dewletan de cih digire û bi êrişên xwe yên dawî careke din derketiye pêş, piştî ji DAIŞ û El Nusrayê veqetiya li Idlibê û derdora wê bû hêzeke bibandor.
DBP'ê beriya 7'emîn kongreya xwe ya asayî ya ku wê di 12'ê Çileyê de li Enqereyê pêk bê, wê li Amedê 3 rojan konferans û civîna gel li dar bixe.
Komên dijberî rejîma Baas şevê din bajarên Humus û Şamê jî kontrol kirin. Bi vî rengî Hikûmeta Şamê ya bi pêşengiya Beşar Esad ket.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji ber rewşa aloz a li Suriyeyê rewşa awarte îlan kir.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter bi êrişên xwe ewlehî û aramiya herêmê hedef digirin û ew ê bi têkoşîna xwe rê nedin vê hewldanê.
Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên ji sê aliyan ve têk birine.
KONGRA-GEL têkldarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîdê daxuyanî da û wiha got: “Ji bo vekirina deriyên Îmraliyê divê em ji bo parastina şoreşa Rojava seferber bibin.”
Derket holê ku ji kesên li Mêrdînê bi 15 kîlo û 850 gramên tiryaka sentetîk hatine girtin yek jê xebatkarê qadê yê MÎT’ê û yek jî cerdevan Abdurrahîm Kurga ye.
Nûnerên partiyên siyasî yên di foruma “Ji şer re na” ya HDK’ê de axivîn, diyar kirin ku sedema krîzên piralî yên li Tirkiyeyê şerê tê domandin e û wiha gotin: “Em xwedî li xweparastina gelên Rojava û yên li Sûriyeyê derdikevin û soza têkoşîna hevpar didin.”
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de ji bo girtiyên nexweş Melek Akgun û Emrah Abî daxwaza berdanê hate kirin.
Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Rihayê çû serdana nobeta li dijî qeyûm li Xelfetiyê hatiye destpêkirin û got: “Em ê her tim li cem demokrasiyê, azadiyan û xwik-biratiyê cih bigirin.”