DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
- rojane
- 13:35 18/3
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku beriya Newrozê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dane.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku beriya Newrozê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dane.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ji bo pirsa têkildarî peyama bidîmen a Abdullah Ocalan a di Newrozê de wiha got: “Mimkin nîne bi vîdeoyê pêwendiyek çêbibe. Heke ji bo nameyê daxwazek çêbibe dikare were nirxandin.”
Di pîrozbahiya Newroza Qoserê de posterên Abdullah Ocalan û Mazlum Dogan hatin hilgirtin.
Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê bang li tevahiya xelkê bajar kir ku di 22’yê Adarê de li Qada Gundogduyê bin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo danişîna doza rojnameger Eylem Babayîgît ku dê sibe were lidarxistin, banga beşdarbûnê kir.
Cejna Newrozê îro li 7 navendan bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji Komîteya Amadekar a Newrozê ya Amedê Gulşen Ozer, got: “Em ê Newrozeke dîrokî pîroz bikin. Em hemû gelan vedixwînin Newroza dîrokî.”
Yek ji sembolên têkoşîna azadiyê ya Filistînê Leyla Xalid ku xwîn çû ser mejiyê wê, rakirin nexweşxaneyê.
Abdullah Ocalan di nameya xwe ya ji bo civaka Êzidiyan şandî de wiha got: “Ev pêvajo herî zêde dê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be.”
Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Mûşê ji bo pîrozbahiya sibe bang kirin û gotin: “Divê em bi hev re xwedî li bangê derkevin û qadên Newrozan tije bikin.”
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 11 bajarên bakurê Kurdistanê bi koda zer hişyarî kir.
Pîrozbahiyên Newrozê yên ku beriya 34 salan li Wanê dest pê kirin, tevî hemû astengî û qedexeyan jî roj bi roj mezin bûn û heta îro dewam kirin. Di çarçoveya peyama Abdullah Ocalan a “Ez rêzê li vîna ku 14 şaredarî girtin digirim" de wê îsal jî bi hezaran kes li derdora Kela Wanê kom bibin.
Hate diyarkirin ku gardiyanên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi ser qawîşan de girtin, girtî li erdê dirêj kirin û îşkence li wan kirin.
Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îş’ê Turgut Dedeoglû û Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît banga tevlibûnê kirin.