Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
- rojane
- 14:12 22/2
Dayikên Şemiyê, di çalakiya 1039’emîn de li aqûbeta Murat Yildiz pirsîn û banga pêkanîna edaletê û darizandina kiryaran kirin.
Dayikên Şemiyê, di çalakiya 1039’emîn de li aqûbeta Murat Yildiz pirsîn û banga pêkanîna edaletê û darizandina kiryaran kirin.
DEM Partiyê bertek nîşanî operasyona li dijî HDK’ê da ku 30 kes hatin girtin û got: “Dest ji dozên bi dek û dolaban berdin. Hevalên me yên ku hûn bi awayekî derhiqûqî di girtîgehan de rehîn digirin serbest berdin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan der barê gotinên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ên "Peyama vîdyoyê ne li gorî qanûnê ye" got: "Ji bo pirsgirêka sedsalê wê bangeke bi qîmet bê kirin. Dema ku bang bê kirin hûn qanûnê bibîrtînin? Ez bang wezîr dikim ku cidî be."
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya têkildarî êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê eşkere kir û ragihand ku êrişên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê zêde bûne.
Berdevkê YNK’ê ragihand ku her du şandeyên danustandinê yên YNK û PDK’ê wê li Silêmaniyê têkildarî guftugokirina li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêmê kom bibin.
Akademîsyen û rojnameger Abdurrahîm Kiliç (55) ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Tehliyeya girtî Mehmet Saît Yildirim ê 30 sal in girtiye bi hinceta "bi tena serê xwe jî bimîne helwesta xwe ya rêxistinî neguherandiye" û "poşman nebûye" 9 mehan hat taloqkirin.
Welatiyên ku piştî tayinkirina qeyûm bertek nîşanî berhevkirina konteynerên çopê dan gotin: "Ji konteynerên çopê jî ditirsin. Çi dibe bila bibe qethiyen em ê vîna xwe teslîm nekin."
Yûsif Sîpan ê ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi hinceta li bin wêneyê ku di dema leşkeriya mecbûrî ya dema rejîma Beşar Esad de hatiye kişandin de şîrove kiriye, hat girtin.
Îfadeyên 51 kesên di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de hatine binçavkirin ên li dozgeriyê temam bûn.
Kedkarê gelek partiyên kurd û rêveberê DEM Partiyê yê Amedê Şehmûs Yavûz hat oxirkirin.
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de di serî de Kurdî, jibo hemû zimanan daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî hate kirin.
Hevseroka Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir da xuyakirin ku Abdullah Ocalan di nava şert û mercên zehmet de hewl dide çareseriyê bi pêş bixe û bal kişand ser polîtîkaya înkar û tayînkirina qeyûman ya hikûmetê û wiha got: "Îradeya çareseriyê wê polîtîkayên we yên xitimandî têk bibe."
Îfadeyên 51 kesên di çarçoveya operasyona li dijî HDK’ê de hatin binçavkirin ên li dozgeriyê dest pê kir.