ENQERE - Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê Felix Banaszak û heyeta pê re serdana DEM Partiyê kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li meclisê Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê Felix Banaszak û heyeta pê re pêşwazî kir. Di çarçoveya serdanê de endamê Parlamentoya Elmanyayê (Bundestag) Max Lucks jî bi Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê Felix Banaszak re bû.
Hevdîtin li salona civînê ya DEM Partiyê ya li meclisê pêk hat. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari Û Tûncer Bakirhan û heyeta bi wan re, heyeta Elmanyayê pêşwazî kirin.
Civîn nêzî saetekî dewam kir û ji xeynî geşedanên heyî ya li Tirkiye û herêmê, têkiliyên Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê û geşedanên pê re hatin nîqaşkirin.