Xelîl: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin
- polîtîka
- 09:44 31/12/2020
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin û bi hev re ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser û derbaskirina şaşî û kêmasiyan kar bikin û got: "Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin. Sersala nû li hemû gelên herêmê pîroz be."