Ocalan ê HDP’î: Divê ciwan pirsgirêkên xwe nîqaş bikin
- polîtîka
- 15:13 13/11/2020
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, di hevdîtina budçeyê ya Wezartiya Ciwan û Sporê de axivî û got: “Desthilatdarî pirsgirêkên ciwan kûrtir dike. Ciwan bê karin, fêrî tiryak kêşiyê hatine kirin, fikar û gumanên wan ên pêşeroja wan hene. Divê êdî ciwan bi xwe pirsgirêkên xwe nîqaş bikin.