Dersim Dag îstîsmarkirina zarokan bir rojeva Meclîsê
- polîtîka
- 13:30 04/5/2020
Parlamentera HDP’ê Dersim Dag di pêvajoya karantînayê de ku 50 zarokên li Amedê bi îstîsmara cinsî re hatin hiştin bir rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP’ê Dersim Dag di pêvajoya karantînayê de ku 50 zarokên li Amedê bi îstîsmara cinsî re hatin hiştin bir rojeva Meclîsê.
HDP’ê kesên di Komkujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane di salvegera 83’yemîn de bibîr anî û got: “Divê dewlet bi heqîqetê re hevrû bibe û ji malbatên qurbaniyan û gelê Dersimê lêborîna xwe bixwaze.”
Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alican Onlu, têkildarî terteleya Dersîmê ku 83 sal berê pêk hat pirsa “Ji bo 4'ê Gulanê roja bîranîna Terteleya Dersimê bê qebûlkirin hûn dê komîsyona heqîqetê ava bikin?" ji Serokomar Tayyip Erdogan pirsî.
Tevgera Nifşê Nû bi civînek çapemeniyê projeya xwe ya ji bo derbazkirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ragihand. Nifşê Nû destnişan kir ku di zûtirîn dem de giringî bi sektora çandiniyê heye û got: "Eger projeya me neyê bicihanîn em ê dest bi çalakiyan bikin."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, bertek nîşanî daxuyaniya “niçika rexistina terorê” Meral Akşener a li dijî partiya xwe da û ev bersiv da Akşener: “Di nav muxalefetê de kî/ê vê uslûba dijminana û dûrxistinê bi kar bîne, ew hevparê veşarî yê desthilatê ye.”
Di serdema sêyem a qanûnçêkirinê de 346 fezleke hatin amadekirin. 320 fezleke jê yên parlamenterên HDP'ê ne û ev pêşkêşî Meclîsê hatin kirin. Herî zêde derbarê Sezaî Temellî de fezleke hatin amadekirin.
Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, anî ziman ku bi êrîşa li Zînî Wertê û ambargoya li ser Mexmûrê tê xwestin ku kurd hev di bikujin û got: "Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye."
Parlamentera HDP’ê Semra Guzel, pirsgirêkên ji ber vîrûsa koronayê li girtîgehan derketine ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.
Wekîla Serokatiya Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku rûxandina goran di tu bawerî û hiqûqê de cihê wê nîne û got: “Destê xwe ji ser goristanan rakin û êrîşan rawestînin.”
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, anî ziman ku di pêvajoya şewba corona de di cinayetên kar de tiştek nehatiye guhertin. Gergerlîoglu, ji bo 28'ê Nîsanê bibe “Roja bîranîn û şîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin." pêşniyarnameya qanûnê da meclîsê.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, xerakirina goristanan bir rojeva meclise û ev pirs kir: “Leşker rayeya xerakirina goristanan ji kê digirin?”
HDP’ê bi boneya 1’ê Gulanê daxuyanî û got: “Li Tirkiyeyê, ji mîlyonekê zêdetir koçber ji kar hatin avêtin û terkî birçîbûnê hatin kirin.”
Hevseroke Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku divê kurd ji pêkanînên ku bên dijberî hev dûr bisekinin û ev tişt got: “Aliyên ku ji bo kurdên di bin dorpêçê de ne berpirsyariya wan heye, divê polîtîkayên xwe li gorî yekitiye neteweyî hilberînin.”
Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, diyar kir li Îdliba ku tansiyonê lê bilind e, heke Tirkiye sozên ku daye komên selefî bi cih neyne, dibe ku berê çekan bikeve Tirkiyeyê.
Parlamenterê HDP'ê Hîşyar Ozsoy, rûpoşên ku diviya bû bê pere li welatiyan bihatina belavkirin û hêj nehatine belavkirin bir rojeva meclîsê û xwest Wezîr Koca bibersivîne.