Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Myanmarê di erdhejên bi pileyên 7,7 û 6,7 pêk hatin de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan hezarî derbas kir.
 
Li Myanmarê duh bi pileyên 7,7 û 6,7 du caran erd hejiya. Di erdhejê de heya niha 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat tespîtkirin ku 2 hezar 376 kes jî birîndar bûne.
 
Hikûmeta leşkerî ya Myanmarê ji bo alîkariya lezgîn a ji civaka navneteweyî re, bang kir.
 
Erdhej li welêt bû sedema hilweşînên mezin.