HPG’ê têkildarî Mezîtliyê daxuyanî da

  • rojane
  • 13:44 29 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Mala Polîsan a Tece ya Mêrsînê li xwe girt û diyar kir ku berevajî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, çalakî ji hêla Dîlara Urper û Emel Feremez Hisên ve hatiye kirin. 
 
Di 26’ê îlonê de li dijî Mala Polîsan a Tece ya li Taxa Tece ya Mezîtlî ya Mêrsînê êriş hatibû kirin û di encama êrişê de polîsek hatibû kuştin û gelek jî birîndar bûbûn. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu piştî êrişê hatibû navçeyê û îdia kiribû ku ji kesên çalakî pêk anîn yekê jê jiyana xwe ji dest daye û yek jî hatiye binçavkirin. 
 
Di daxuyaniya xwe de Soylu îdia kiribû ku yek ji kesên çalakî pêk anîn Dilşah Ercan e û malbata wê hedef nîşan dabû. Li gel vê; bi hinceta ku dema Dilşah Ercan nûçegihantiya Rojnameya Azadiya Welat dikir hatibû girtin û di lîsteya rojnamegerên girtî de cih digirt, CHP kiribû hedef. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî bi gotina; “ev ne rojnameger lê terorîst in” rojnameger kiribûn hedef. 
 
52 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Piştî hedefnîşandana Erdogan û Soylu, rojek piştî çalakiyê di 27’ê îlonê de endamên malbata Dilşah Ercan jî di nav de bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Di 28’ê îlonê de jî li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, 30 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. 
 
NASNAMEYÊN WAN NEHATIN TESPÎTKIRIN
 
Li gorî daxuyaniya HPG’ê ya li ser malpera Ajansa nûçeyan a Firatê (ANF); berevajî daxuyaniya Soylu, çalakî ji hêla Dîlara Urper (Sara Tolhildan) û Emek Feremez Hisên (Rûken Zelal) ve hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku polîsan hêjta nasnameyên kesên çalakî pêk anîn jî tespît nekirine û daxuyaniyên desthilatdariyê yên derheqê bûyerê de weke “senaryoya sexte” hat pênasekirin. 
 
SENARYOYA SEXTE
 
Daxuyaniya HPG’ê ya derheqê bûyerê de wiha ye: “Di şeva 26'ê îlonê du hevrêyên me yên fedaî li navçeya Mezîtlî ya Mersînê li dijî hêzên dijmin çalakiyeke fedaî kirin. Ev çalakî bersivek li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrişên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla ye. Rejîma AKP-MHP'ê dixwaze atmosfereke wisa biafirîne ku qaşo 'li Tirkiyeyê li ser her tiştî serwer e, têkildarî civakê bi her tiştî zane, li her derê sîxurê xwe heye' û bi vê têgihiştinê hewl dide civakê bitepisîne. Lê belê heta ku me daxuyanî neda, dijmin ne li ser nasnameya hevrêyên me ne jî li ser naveroka çalakiyê tu agahiya xwe tune bû. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê ji bo lawaziya xwe veşêre, senaryoyeke sexte pêşkêşî civakê kir.
 
‘ELEQEYA HEVRÊYA ME ZOZAN BI BÛYERÊ RE NÎNE’
 
Hikûmeta AKP-MHP'ê nasnameya hevalên me yên ev çalakî kirin nekarî tespît bike û ev yek jî radixe pêş çavan ku di îstîxbaratê de çiqasî lawaz e. Hikûmeta AKP-MHP'ê tevî ku dizane hevala me Zozan Tolan tev li vê çalakiyê nebûye jî bi zanebûn navê hevala me Zozan da û xwest vê yekê ji bo zextê li malbatê û derdora wê bike, weke amûrekê bi kar bîne. Tu eleqeya hevala me Zozan bi vê bûyerê re nîne, ew li ser erka xwe ye. Hikûmeta AKP-MHP'ê ji ber vê çalakiyê gelek kes binçav kir, zext û îşkence li gel kir û hewl da tolê ji gel hilîne. Ev hemû jî hewldana nixûmandina têkçûna xwe ya li pêşberî çalakiya gerîlayên me yên fedaî ye.
 
Hikûmeta AKP-MHP'ê nekarî tespît bike bê hevrêyên me yên fedaî ji ku hatine û çalakî kirine. Bi zanebûn hewl da nîşan bide ku mîna 'Ji Rojava hatine û çalakî kirine'. Hevala me Rûken demeke dirêj li çiyê weke milîtaneke PKK'ê û endama Hêzên Taybet li nava refên me bû. Ti eleqe û têkiliya xwe bi rêxistinên li Rojava re nîne. Lewma îdîayên ku dibêje ev çalakî ji Sûriyeyê hatiye birêxistinkirin, asparagas in, dereweke ku ji aliyê hikûmeta AKP-MHP'ê ve hatiye kirin, ji bo li dijî dijberê xwe bi kar bîne.”
 

Sernavên din

02/10/2022
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:35 Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin'
17:27 Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan
16:53 Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê
16:37 Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû
15:53 Bersûcên doza îşkenceya li girtîgehê: Xwestin xwe bêsûc bikin
15:52 ‘Bila polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan bi dawî bibe’
15:38 HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan zêde dibe