STENBOL - Konferansa “Ciwan û Civaka Demokratîk” ku Meclisa Ciwanan a HDK’ê li dar dixe, di roja 2’yemîn de didome. Îro li ser mijara “di têkoşîna sosyalîst de kirdeya ciwan” nîqaş hatin kirin.
Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Eywana Labella Davet a li navçeya Kagithane ya Stenbolê konferansa “Ciwan û Civaka Demokratîk” li dar dixe. Konferans, di roja duyemîn de domiya. Di konferansê de pankarta “Bi rêxistinkiya cewherî em pêşeroja sosyalîst dihûnin” hate daliqandin. Rûniştina sêyemîn a konferansê, bi sernavê “Di têkoşîna sosyalîst de kirdeya ciwan” hate nîqaşkirin.
Endamê Komunîzma Nû Ege Yetîş bi sernavê “Tecrubeyên sosyalîzmê û teheyûla sosyalîst a nû” pêşkeşî kir. Yetîş, diyar kir ku teheyûla sosyalîst a nû ew e ku welatek ne ji bo xwe, weke parçeyeke şoreşa cîhanê, bi awayekî veguherîna sosyalîst bibe.
'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ REJÎMA YEKZILAMÎ’
Ji Rojnameya Zirhli Tren Sosyalîst Gençlîkê Enes Karakaş jî bi sernavê “Ji demokrasiya burjuvayê wêdetir: Demokrasiya karkeran û rola ciwanan “ pêşkeşî kir. Karakaş, ew têkoşîna demokrasiyê ku tu serdestiya çîna serdest li ser çîna karker nebe têdikoşin. Karakaş, anî ziman ku li gorî wan têkoşîneke demokrasiyê ya berjewendiyên çîna karker esas digire û bi pêşengtiya wan dikare bi ser keve. Karakaş, diyar kir ku rejîma heyî ya Tirkiyeyê encama rîza kapîtalîzma welat kete dewrê.
KIRDE Û TIFAQÊN ŞOREŞÊ
Endamê Ciwanên Demokrat a Nû (YDG) Volkan Atmac jî bi sernavê “Hêza rûxîner û avaker a dîrokê: Kirdebûn” pêşkeşî kir. Atmaca, bi bîr xist ku Marks û Engels li dijî dîktatoriya burjuvayê, dîktatoriya proleteryayê diparêzin û got ku ew ji Şoreşa Cotmehê dizanin ku ji bo jiyaneke wekhev û azad ev yek pêwîst e.
Piştî axaftinan, konferans bi beşa pirs û bersivan domiya.