ENQERE - Serokkomar Tayyîp Erdogan li Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan geriya û jê xwest ku vegerin ser maseya muzakereyê.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re axivî.
Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê der darê axaftinê de ev tişt got: “Serokkomar Erdogan di hevdîtinê de got ku der heqê şerê Îran û Îsraîlê bi rayedarên têkildar re çendek hevdîtin kiriye, ji bo pevçûn tavilê bi dawî bibin û dîsa vegerin ser maseya muzakereyên nukleerê, Tirkiye amadeye ku bi roleke alîkar rabe. Serokkomarê me di hevdîtinê de girîngiya parastina aştî û îstîqrara herêmê anî ziman."