Uçar: Divê Abdullah Ocalan weke mûxatab tev li pêvajoyê bibe

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir klu divê nîqaşên têkildarî pirsgirêka kurd tenê bi axaftinên ser kursiya Meclisê bisînor nemînin û wiha got: “Divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan bên amadekirin û pêşî lê were vekirin ku weke muxatab beşdarî pêvajoyê bibe.” 

Nîqaşên têkildarî “pêvajoya nû” ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd didomin. Dema ev nîqaş didomiyan de li şaredariyên Esenyurt a Stenbolê, Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê qeyûm hatin tayînkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar têkildarî nîqaşên ser pêvajoya nû û muxatabiyê û tayînkirina qeyûman ji Ajansa me re axivî. 
 
‘JI SALA 1912’Ê VE TIŞTEK NEGUHERIYE’
 
Uçar, diya kir ku meseleya tayînkirina qeyûman, amûra rejîma nû ya îktîdarê ye û wiha got: “Her wiha projeya navendîbûnê ye. Siyaseta DEM Partiyê siyaseta Rêya Sêyemîn e ku li dijî yekperestî û neteweperestiyê, nirxên welêt li dora demokrasiyê dicivîne. Di vê çarçoveyê de jî modêla ‘Lihevkirina bajar’ pêş xist. Dixwazim mînakekê ji dîrokê bidim; pêşhilbijartina ewil a giştî ku weke ‘hilbijartina biço’ tê pênasekirin, di sala 1912’an de hat lidarxistin. Huseyîn Kenan Bedirxan ji Sêrtê ku wê demê girêdayî Bedlisê bû weke wekîl hat hilbijartin. Piştî hilbijartina Bedirxan, hilbijartin betal kirin û Nazim Beg li şûna wî hilbijartin. Çima wisa kirin? Ji ber ku Bedirxan bi dengên ermen, keldan û ereban hate hilbijartn. Mîna ‘Lihevkirina Bajar’ a li Esenyurtê bû. Wê demê ji bo Bedirxan gotin ‘Dabeşkar’ û ‘Ewan’ e. Xuyaye ku ji wê rojê heta niha tiştek neguheriye. Tayînkirina qeyûm a li Esenyûrtê, êrişeke li dijî ‘Lihevkirina Bajar’ bû.  Piştre qeyûm tayînî Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê kirin.” 
 
HELWESTA CHP’Ê
 
Uçar, diyar kir ku “Lihevkirina Bajar” ne tenê bi CHP’ê re bi gelek rêxistinên civaka sivîl, komele û derdorên civakî yên cuda re jî hatiye kirin. Uçar, bi bîr xist ku dema mijara behsa xeberê dibe kodên dewletê, CHP jî li rex îktîdarê cih digire. Uçar, wiha domand: “Lê her çend bes neke jî CHP xwedî helwesteke ku guh dide daxwazên mafdar ên gelê kurd û nirxên demokratîk. Îktîdar jî ji vê rewşê aciz e. Hebûna kurd û elewiyan, çavkaniya tundrewî û tundiya dewletê ye. Di vê polîtîkayê de rola CHP’ê jî zêde ye. Ji bo me di mijara têkiliyên navbera CHP û îktîdarê de ya girîng ew e ku destkeftên gelê kurd nebin mijara bazariyê. Lê li gorî min sedema hedefgirtina CHP’ê ya niha, girêdayî vê pêvajoya nav lê nehatiye kirin e.” 
 
Bi domdarî Uçar destnîşan kir ku Mêrdîn bajarekî ku gelek gel û bawerî lê dijîn e û bi êrişa dawî re ne tenê şaredarî, îradeya demokratîk a bajar hedef hatiye girtin. Uçar, anî ziman ku dewlet dixwaze bermahiya hîzbîkontrayê HUDA-PAR’ê li Êlihê bike serwer û têkoşîna azadiyê ya jinan bifetisîne. Uçar, got ku Xelfetî jî bajarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e, kurd û tirkmen bi hev re dijîn lewma hedef hatiye girtin. 
 
‘AKP’ Ê NE TENÊ RANT LÊ BAWERÎ Û ÎKTÎDAR JÎ WINDA KIR’
 
Uçar, daxuyand ku AKP’ê di 31’ê Adarê de ne tenê şaredarî û rant, her wiha bawerî û îktîdar jî winda kir. Uçar, bi lêv kir ku wan têkoşîna birûmet û daxwazên azadiyê yên gelê kurd kir rojeva hemû Tirkiyeyê û îktîdarê jî tundiya xwe kir para hemû Tirkiyeyê. Uçar, wiha domand: “Em ji hêla ekolojîk, jin, çand û zimanî ve bi qirkirinê mezin re rû bi rû ne. Ji bo temamkirina vê qirkirinê jî dixwazin tevahiya rêveberiya giştî bixin destê xwe. Em ji vir dibînin ku pir tengijîne.” 
 
‘DIXWAZIN ROJEVA ME YA ESASÎ BIGUHERÎNIN’
 
Uçar, têkildarî bertekên li dijî tayînkirina qeyûman jî got ku divê xeta têkoşîna hevpar were xurtkirin. Uçar, kampanyaya bi daxwaza azadya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di asta kûrewî de hatiye destpêkirin, mitînga bi vê mebestê di 13’ê cotmehê de li Amedê hatiye lidarxistin û hwd. bi bîr xist û got: “Di esasê xwe de tiştên diqewimin, eleqeya xwe bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan re heye. Dixwazin rojevê biguherînin. Bi vê yekê re bersivê didin vê daxwazê û paradîgmaya çareseriya demokratîk a birêz Ocalan. Aqilê dewletê hêj jî meseleya kurd weke meseleya bazariyê dibîne. Teslîmiyetê ferz dikin. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe dê meseleya qeyûman jî çareser nebe lewma divê em li çareseriya meseleya kurd binêrin.” 
 
‘TIRKIYE LI DERVEYÎ HEVKÊŞEYAN HATE HIŞTIN’ 
 
Ji bo axaftinên Devlet Bahçelî yên têkildarî Abdullah Ocalan, pirsgirêka kurd û “tesfiyekirina rêxistinê” jî Uçar ev nirxandin kir: “Gotinên Bahçelî û Erdogan tenê li ser kursiya Meclisê ne. Ev meseleye ne meseleya duh e. Meseleyeke sedsalî ye. Lewma divê micid nêz bibin. Divê êdî ne tenê mijara axaftinên kursiyê bin. Meseleya kurd muzakere dikin lê em nizanin bi kê re dikin. Îxtîmaleke mezin di navbera xwe de diaxivin. Qala aştiya navxweyî û xurtkirina eniya navxweyî dikin. Lê kurd qet di nava vê eniyê de tune bûn. Ma dê li gel kê xurt bikin? Tirkiye ji hêla jeo-stratejiyê ve xwedî cihekî girîng bû lê car ewil e li derveyî korîdora enerjiyê ma û li derveyî hevkêşa polîtîkaya derve hate hiştin. Vê jî bi xwe re krîzeke mezin anî. Cihê esasî yê ev krîz lê tê jiyîn jî Rojhilata Navîn e. 
 
KURD LI ROJHILATA NAVÎN HÊZEKE SEREKE NE 
 
Rojhilata Navîn ji hêla aborî û siyasî ve navenda cîhanê ye. Lewma heke tiştek biguhere, yek ji cihên dê serkêşiyê jê re bike jî Rojhilata Navîn e. Baş e li vê Rojhilata Navîn kî hêz e? Tevî ku dewleta wan tune ye jî hebûna gelê kurd, têkoşîna gelê klurd. Tirkiye ji bo çareserkirina vê krîza siyasî û civakî, hewl dide bi kurdên xwedî hêz re bê gel hev. Lê rêbaza wan xelet e. Ji ber ku heta bi kurdan re ne axive, neyê gel hev, dîrok û hebûna wan qebûl neke nabe. Bahçelî herî daw got; ‘pirsgirêka kurd tune ye.’ Ev gotin, nêzikatiya wan bi eşkereyî nîşan dide. Ji hêla me ve heta tecrîda li Îmraliyê ranebe, heta birêz Ocalan azad nebe, dê ev gotin ji bilî nîqaş û bazariyê xwedî tu wateyên din nebin. Lewma jî divê dewlet gavên mezin biavêje. Divê ev pêvajo bi muxataban re were nîqaşkirin û bingeha wê were amadekirin ku niha bingeheke wiha tune ye.” 
 
‘MAFÊ HÊVIYÊ NABE MIJARA BAZARIYÊ’
 
Uçar, têkildarî “Mafê hêviyê” û şertê Bahçelî yê “tesfiyekirina rêxistinê” nirxand û ev tişt anî ziman: “DMME’yê demekî dirêj e têkildarî ‘Mafê hêviyê’ biryara xwe daye. Her wiha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî girtiye rojeva xwe. Salek dem da Tirkiyeyê. Îktîdara ku ev saleke red dike û dibêje ‘tecrîd tune ye’, cara yekemîn piştî tengijîn ev mijar girtin rojeva xwe. Îcar dikin mijara bazariyê. Ev yek nîşan dide bê ka vê îktîdarê bêhiqûqî û bêedaletî çiqas kûr kiriye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên vî welatî birêz Abdullah Ocalan aktorekî girîng e. Li şûna ji tecrûbeyên wî sûd bigirin, dikin mijara bazariyê. Kurd baş bi meseleya bazariyê dizanin lê tu caran qebûl nekiriye.” 
 
‘DIVÊ ŞERTÊN AZADIYÊ YÊN OCALAN BÊN AMADEKIRIN’
 
Di berdewamê de Uçar bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re de û ev nirxandin kir: “Di vê pêvajoya salekê ya kampanyayê de perspektîf û paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan li dijî krîza pergala kapîtalîst weke alternatîfeke xurt hate dîtin û xwedî lê hate derketin. Li gorî min vê daneya girîng paşvegav bi Tirkiyeyê da avêtin. Ya duyemîn, Bahçelî bi gotna ‘Bila Ocalan bê di koma DEM’ê de biaxive’ jî balê dikişîne ser vê. Di çareseriya meseleya kurd de birêz Ocalan aktorê sereke ye. Hem ji hêla siyasî hem jî ji hêla dîrokî ve aktore û dewletê jî ev erê kiriye. Divê ev erêkirin bikeve pratîkê. Erê hevdîtin çêbû lê tecrîd ranebûye. Ji xwe ew bi xwe dibêje ‘tecrîd didome. Divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan bên amadekirin û pêşî lê were vekirin ku weke muxatab beşdarî pêvajoyê bibe. Divê bikare bi partiya xwe re, bi qadên siyaseta demokratîk re bişêwire. Ji bo vê jî divê ji ewil tecrîd rabe.” 
 
DI MITÎNG BÊN LIDARXISTIN
 
Herî dawî jî Uçar destnîşan kir ku ew ê bi xebat û çalakiyên xwe hewl bidin destê birêz Abdullah Ocalan xurtir bikin, ji bo vê jî civakê bêhtir birêxistin bikin û bi daxwaza “Azadî û demokrasiyê” li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê mitîngan li dar bixin. 
 
MA / Bêrîvan Altan - Mujdat Can

Sernavên din

23/12/2024
21:18 Li Cizîrê mirineke biguman
16:53 ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir
16:09 Ciwanan li ser dîwaran nivîsand: Cîhan û Nazim rûmeta me ne
16:05 DJV’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bang li Tirkiyeyê kir
15:57 Temellî: Ji bo serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan hêj bersiv nehatiye dayin
15:27 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Dê Rojava teqez bi ser keve
15:24 Xwest ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:57 Derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
14:49 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Heqîqet hedef hate girtin
14:40 Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mewlûd hatin dayin
14:22 Ahmet Hakan ê Tahir Elçî kiribû hedef îcar jî qetilkirina rojnamegeran parast
14:20 Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin
14:01 Êrişa li Bendava Tişrînê hate têkbirin
13:20 Rapora CHP’ê: Qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar hilbijêran kirin
13:03 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
12:57 Derheqê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîn hate destpêkirin
12:55 Seroka IFJ’ê: Tirkiye bi şêwazê mafyayê rojnamegeran hedef digire
11:14 Nivîskarê Fransî Franceschi: HTŞ ajandaya Erdogan bi cih tîne
10:27 ‘Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn pir girîng e’
10:10 Dayika Cîhan Bîlgîn: Pênûsa wê li erdê nehêlin
09:58 Bi 11 milyon û 246 hezar bêkaran ber bi sala 2025’an ve
09:56 'Ji bo polîtîkaya berfirehkirina Tirkiyeyê tu hincet nîne'
09:55 Makîneya Nazim dê tomarkirina heqîqetê bidomîne
09:01 Hevserokên DEM Partiyî: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2024'AN
08:50 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket
07:10 DEM Partî DBP’ê bi Talabanî re hevdîtin kir
07:05 Di êrişa dewleta tirk de li Kobanê dayikek û zaroka wê hatin qetilkirin
07:00 Li Stenbolê 7 rojnameger û 2 siyasetmedar hatin girtin
22/12/2024
17:09 9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin
15:47 Li Reqayê 18 DAIŞ’î hatin girtin
15:41 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO’yê hatin protestokirin
15:16 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Bûn dengê Rojava
15:15 DFG û MKG çûn serdana şîna rojnameger Nazim Daştan
15:05 DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînan da
14:54 Rewşa girtiyê nexweş Arslan giran dibe: Li ber mirinê ye
14:46 Jinan şîna Cîhan Bîlgîn bi meşekê ziyaret kirin
14:15 Ji ber ‘Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn’ derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:04 Şîna rojnameger Nazim Daştan bi girseyî hat ziyarkirin
13:54 Rêxistinên rojnamegeran ên Başûr qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin
13:41 Li Kongoyê keştî noqî avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne
11:51 Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir
11:32 Helîkoptera ambulans li nexweşxaneyê xist û ket: 4 kes mirin
11:02 Halîde Turkoglû: Roj roja parastina şoreşa jinê ya Rojava ye
10:09 Dewleta tirk û komên paramîlîter gundên Kobanê topbaran kirin
10:06 Yek ji pêşengên şoreşa jinê: Evîn Goyî
09:52 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:51 Banga lêpirsînê: Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye
09:24 Ji ber ‘Daştan û Bîlgîn’ derheqê T24 û Seyhan Avşarê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:04 Sermayedaran xweza xwarin û xilas kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ KANÛNA 2024’AN
21/12/2024
16:49 Ji ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:41 Hêrsa li dijî qetilkirina rojnamevanan: Em ê tim heqîqetê ragihînin
16:37 Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî
16:32 Xwestin girtiyên bi nexweşîna Wernîcke Korsakoffê bên berdan
15:52 Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
15:48 Ji bo Îsmaîl Bahçecî û rojnamevanên hatine qetilkirin doza edaletê kirin
15:42 Li sînor qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
14:39 HPG: PDK'ê kemîn danî pêşiya tîmek me
13:17 Li Girtîgeha Panosê îşkence li jinên girtî hat kirin
11:50 Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
10:15 Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e
09:19 Malpera înternetê ya Yenî Yaşamê hat astengkirin
09:15 Navenda Şerê Cîhanê ya 3’emîn: Rojhilata Navîn
09:13 Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
09:03 Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
20/12/2024
21:49 Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
21:25 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome