Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye

  • rojane
  • 10:34 12 Kanûn 2024
  • |

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser axaftinên Hakan Fîdan ên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye.”

Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û parlamenteran, li Meclisê êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Çalakî, li Deriyê Çapemeniyê yê Meclisê hat lidarxistin. Di çalakiyê de dovîzên “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û “Gelên Rojava bi tenê nînin” hatin hilgirtin. 
 
XETERE MEZIN DIBIN 
 
Sezaî Temellî di çalakiyê de axivî û got ku têkçûna rejîma Esad ji bo gelên Rojhilata Navîn hêvî ye lê ew ji bo gelên Sûriyeyê gelek bihêvî nînin. Temellî, bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ya di mijara Sûriyeyê de û got: “Geşedanên li Sûriyeyê, krîza heyî mezin dike û xetereyên li ser gelan mezin dike.” 
 
‘DIVÊ PEVÇÛN BI DAWÎ BIBIN’
 
Temellî, diyar kir ku ji bo aştiya Tirkiyeyê û bidawîbûna krîzên li Rojhilata Navîn divê pevçûn bi dawî bibin û divê Tirkiye jî di vê çarçoveyê de gavan biavêje. Temellî, ji bo gotina Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ku gotibû “xwe hinek nû bikin” jî ev bersiv da: “Em jî ji wezîrê karên derve re dibêjin ku divê tişta were nûkirin polîtîkaya we û feraseta we ye. Tevî krîza 13 salan a li Sûriyeyê jî we ji xwe re ders negirtine û hûn hewl didin bêîstîqrariyê bidomînin. OSO’yî, SMO’yî berhemên DAIŞ, El Nusra û rêxistinên din ên terorê ne. Hûn bi van re siyasetê ava dikin û ev yek deraqilî ye. Tekane hêza ku li wir dikare demokratîkbûnê pêk bîne û rê li ber îstîqrarê veke, Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Guftûgo, aştî û pêvajoyeke muzakereyan a bi wan re dê ji bo pêşeroja Sûriye û herêmê baş bibe. Heke hûn qala nûbûnê bikin, tam jî li vir lê bigerin. Yên vê herêmê hedef digirin, dê li dîwar biqelibin û dê bibin mehkûmên çiravê.” 
 
‘HEKE HÛN AŞTIYÊ BIXWAZIN WÊ DEMÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’ 
 
Temellî, wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din xetereya DAIŞ’ê mezin bû. Sedema vê jî hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lê em li Sûriye û Tirkiyeyê aştiyê dixwazin. Rêya aştiyê jî gavavêtina Tirkiyeyê ye. Ji 1’ê Cotmehê ve ye hûn qala destê aştiyê dikn. Heke daxwaza we ya vekirina deriyên guftûgoyê hebe, wê demê ji ewil deriyên Îmraliyê vekin. Bi vê re bila rêya aştiyê li Tirkiye û herêmê vebe. Em careke din bang li îktîdarê dikin; ji vê polîtîkaya xwe ya xelet vegerin û ji bo tifaqa kurd-tirkan rêya aştiyê vekin.” 
 
Temellî, bang li partiyên muxalefetê jî kir ku polîtîkaya hundir û derve bi hev re binirxînin û li cem gelên kurd û tirk û kedkaran cih bigirin. 
 
SERDEMEKE NÛ, DERIYEKE NÛ
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got ku ji bêdengiya îktîdarê ya li hemberî HTŞ’ê dibînin ku têkiliya wan pê re heye. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku ji 8’ê Kanûnê ve li Sûriyeyê gelek sûcên şer tên kirin, Elewî tên qetilkirin û înfazkirin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê Tirkiye li Sûriyeyê ne xwedî roleke rê li ber bêîstîqrariyê vedike lê divê ji bo aştiyê û demokratîkbûnê rol bilîze. Gulistan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku divê bi hemû gel, civak û derdorên cuda re guftûgo bên pêşxistin û ev tevek di pêşeroja Sûriyeyê de xwedî gotin bin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku Tirkiye di halê hazir de xwedî roleke ku êşên heyî mezintir bike ye. 
 
BERTEKA LI DIJÎ ÊRIŞÊN SER HÊZÊN KURD
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha domand: “Tirkiyeyê, koma SMO’yê ku demekî dirêje xweyî dike û alîkariya çavkanî, lojîstîk, leşkerî û siyasî dide wan, bi ser Kurdan ve şandiye. Ma we dîtiye ku SMO’yê bi HTŞ’ê re şer kiriye? Naxêr. Tenê li dijî Kurdan şer dike. Êrişî xaka Kurdan dikin. Ev yek nîşan dide ku kurdfobiya Tirkiyeyê bingeha hemû polîtîkayên wê ye. Ev jî xizmetê ji çareseriya pirsgirêkan re nake. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bedelên giran hatin dayin. Tu ferqa êrişkirina Kobanê, Qamişlo û Hesekê û kurdên li vir nîne. 
 
HÛN NIKARIN LI HUNDIR QALA AŞTIYÊ BIKIN Û LI DERVE ÊRIŞÎ ROJAVA BIKIN 
 
Hûn nikarin li hundir qala aştiyê bikin û li derve êrişî kurdên Rojava bikin. Hûn nikarin li hundir destê aştiyê dirêj bikin û li aliyê din ê sînor bombeyan li kurdan bibarînin. Heke hûn bixwazin pirsgirêkê çareser bikin, heke daxwaza we ya aştî û çareseriyê hebe, wê demê hûn mecbûr in destê kurdên li Tirkiyeyê û yên li Rojava bigirin. 
 
ÇETEYÊN SMO’YÊ PAŞVE BIKŞÎNIN 
 
Her carê banga ‘Em dixwazin bi Tirkiyeyê re guftûgoyê bikin, pirsgirêka me bi Tirkiyeyê re nîne’ dikin. Li şûna guhên xwe bigirin, lê guhdar bin. Kurdên li Rojava û gelên din ji bo Tirkiyeyê gef nînin. Ewlehiya sînor ne bi top û SÎHA’yan, bi polîtîkaya aştiyê dibe. Em van komkujiyan qebûl nakin. Çeteyên SMO’yê paşve bikişînin. 
 
Weke DEM Partiyê em ê li dijî êriş û komkujiyên çeteyên SMO’yê li qadan bin. Em ê bi tu awayî rê nedin pêvajoyeke nû ya komkujiyan. Em ê bêdeng nemînin. Qada ezmûna aştiya Tirkiyeyê, Rojava ye. Nêzikatiya we ya li hemberî wan Kurdan, dê cidîbûna we nîşan bide.”
 
 

Sernavên din

26/01/2025
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
09:12 Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
09:02 Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
09:01 Ekolojîst Sezgîn: Maden dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
24/01/2025
20:05 Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin
19:57 Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye
09:47 Ji bo Elçî ku astengdarê zêhnî ye bang: Bila were berdan
09:27 Raportorê NY’ê: Cezayê darvekirinê yê li Ezîzî hatiye birîn rewşa Kurdan a li Îranê nîşan dide
09:26 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Em piştgiriyê didin îradeya çareseriyê
09:23 Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin
09:22 Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e
09:02 Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan
09:00 Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû
09:00 ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:42 Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berfê
23/01/2025
19:36 Banga ji bo kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze'
16:48 Abdullah Ocalan di hevdîtinê de çi got, çima daxuyaniyekê berfireh nehat dayin?
16:17 Rojbîn Kartal Manzak a DEM Partiyî hate girtin
16:13 Dewleta tirk bajarokê Sirînê bombebaran kir
16:12 ‘Divê êriş bên bidawîkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin’
15:56 MYK’a DBP’ê ya serdema nû diyar bû
15:45 Jin li dijî êrişan meşiyan: Şoreşa Rojava hêviya azadiyê ya gelan e
15:17 Girtî Emrûllah Kalkan ji Amedê sewqî Erziromê hat kirin
14:49 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Ev pêvajo ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike
14:41 ÎHD’ê ‘Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê’ ava kir
13:57 Li Dêrsimê girtina rojnamegeran hat protestokirin
13:40 Dozger xwest kujerê Şahîn Oner ji ‘qisûrê’ bê cezakirin
13:32 Di çalakiya li dijî qeyûm de ji bo Rojava bang kirin: Êrişan bidin sekinandin
13:06 Li Iraqê ‘Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan’ hate avakirin
13:06 DEM Partî: Divê berpirsyarên komkujiya li Kartalkayayê bên cezakirin
12:45 Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Kampa Holê’ daxuyanî da
12:05 Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan
11:41 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:09 Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:09 Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’
10:52 Li belavkarê rojnameyê Aslan 10 meh cezayê hefsê hate birîn
10:49 Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne
10:31 Jineke ku ji aliyê hevserê xwe rastî tundiyê hat xwîn çû ser mêjiyê wê
10:24 Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên ‘çareseriyê’ çi dibêjin?
10:10 HDK’ê ji muxalefetê re got: Em bi xwe qadên azadiyê ava bikin
09:50 Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin
09:37 'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’
09:10 ‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe'
09:06 Rojnameger Cîhan: Gel paş de gav navêje, li ber xwe dide
09:05 Guldane Kiliç a ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, rêya muzakereyê bê vekirin
09:02 Rewşa girtiyê ku gardiyanan parxan û diranên wî şikandin xerab dibe
09:01 ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN
22/01/2025
16:57 Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin 4 saetan dewam kir
16:45 Dewleta tirk gundên Zirgan û Kobanê bombebaran kir
16:20 Nivîskar Leyla Saraç bi xwîneran re hate gel hev
16:11 Ji rojnamegera binçavkirî peyam
16:03 Platforma Çandiniyê ya Wanê hat avakirin
15:13 Tehliyeya Çelebî careke din hate taloqkirin
14:50 Li Dêrsim û Edeneyê binçavkirin hatin protestokirin
14:30 Li Rojhilat li dijî biryarên darvekirinê greva giştî hat destpêkirin
14:15 ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî da: Rapor kêm e, pirs bêbersiv in
14:10 40 endamên ESP, SKM û SGDF’ê 2 roj in binçavkirî ne
13:57 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî bang li Kurdan kir
13:49 Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin
13:27 Jinan got: Qeyûm xesp e, rewa nîne
13:27 Ji ewil desteser kirin 37 roj piştre jî biryara komkirinê dan
12:39 Navên 45 kesên di şewata hotêlê de mirin diyar bûn
12:38 Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin
11:37 Ciwanê polîsan bi wesayîta zirxî dabû ser: Hatim derbkirin lê bijîşk muayene nekir
11:18 Rojnameger Eylem Babayîgît hate binçavkirin