RIHA - Mehmet Ocalan bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan her kes ji bo 4’ê Nîsanê vexwend Amarayê û got: “Deriyê Serok ji her kesî re vekirî ye. Werin em bi hev re mîna mîhrîcanê pîroz bikin.”
Li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê amadekariyên ji bo pîrozkirina rojbûna 76’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam in. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan, di navbera 1-4’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve bi dirûşma “Bi civaka demokratîk em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşê li dar bixe. Di meşê de dê çalakiyên cuda bên lidarxistin û ciwan dê di 4’ê Nîsanê de jî bi pêşengtiya jinan bimeşin Amarayê. Di pîrozbahiya rojbûna 76'emîn de dê careke din daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê kirin. Di heman demê de dê balê bikişînin ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan.
‘4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA HER KESÎ YE’
Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi boneya 4’ê Nîsanê her kes vexwend Amarayê. Ocalan, got: “Em hemû kesî vedixwînin mala Serok. Werin em bi hev re rojbûnê mîna mihrîcanê pîroz bikin. Ev maf e. Ciwan, jin û her kes divê di 4’ê Nîsanê de bê Amarayê.”
Ocalan, bal kişand ser banga dîrokî û ev tişt anî ziman: “Serok, ji bo aştiyeke mayinde ya li Rojhilata Navîn gavekî girîng avêt. Rojbûna Serok bi vê boneyê hêj watedar dibe. Di pîrozbahiyên Newrozê yên li her çar aliyên cîhanê de jî diyar bû. Rojbûna Serokatiyê ne rojbûneke jirêzê ye. Rojbûna hemû gelên Rojhilata Navîn e. Gelek netewên cuda li Rojhilata Navîn dijîn û paradîgmaya Serok ji bo van gelan qada jiyanê ava dike. Lewma roja her kesî ye.”
‘DIVÊ DEWLET ASTENG NEKE’
Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku di 27’ê Sibatê de wêneyeke nû yê Abdullah Ocalan hatiye parvekirin û wiha got: “Gelên me piştî salên dirêj wêneyekî Serokatiyê didin. Her kes keyfxweş bû. Niha pêvajoyek heye û heke dewlet-îktîdar rast nêz bibe Kurd zelal in. Ji bo pêşî li rijandina xwînê were girtin firsendeke girîng e. Bi aştiyeke birûmet û rasteqîn re dê her kes rehet bibe. Lewma 4’ê Nîsanê girîng e. Di salên berê de dema dewlet astengiyan dernexîne mîna mihrîcanê derbas dibû. Bi sed hezaran kes hatin û rojbûna Serok pîroz kirin. Tu zirar negihişt tu kesekî. Divê dewlet pêşiya vê daxwazê negire. Gel dixwaze vê rojê pîroz bike. Deriyê mala Serok her sal ji her kesî re vekirî ye. Divê dewlet li pêşiya vî derî nebe asteng. Werin em bi hev re vê rojê mîna mihrîcanê pîroz bikin.”
MA / Emrullah Acar