ENQERE - Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ji bo aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bê aşkerakirin û cînayetên kiryarnediyar bên ronîkirin, bi daxwaza avakirina komîsyonê pêşnûme da Meclisê.
Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, bi boneya “Hefteya Windakiriyan” ku ji sala 1995’an heta niha di navbera 17-31’ê Gulanê de tê bîranîn, pêşnûmeyek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Newroz Uysal Aslan, ji bo windakirinên bi darê zorê û cînayetên kiryarnediyar ku bi taybet jî di salên 80’î de li Şirnex û navçeyên wê zêde hatine kirin ji her alî ve bên lêkolînkirin û berpirsyartiya siyasî û hiqûqî ya dewletê derxin holê, xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqet û Edaletê li Meclisê bê avakirin.
'ÎNKARA DEWLETÊ MEZINTIRÎN BINPÊKIRINA MAF E’
Di pêşnûmeyê de hate gotin ku bêparhiştina welatiyan a ji azadiya xwe ku bi rêya windakirina bi darê zorê ya peywirdar an jî avadaniyên girêdayî dewletê hate kirin, agahînedayin û înkarkirina aqûbeta wan, yek ji mezintirîn binpêkirina maf e. Hat destnîşankirin ku van sepanan ne tenê mafê azadiyê, di heman demê de mafê jiyanê, qedexeya îşkenceyê, darizandina adilane û nepeniya jiyana taybet jî binpê kiriye.
BIRYARÊN DMME’YÊ Û PRATÎKA NECEZAKIRINÊ
Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku tevî gelek biryarên binpêkirinê yên DMME’yê jî di mijara binpêkirina mafê jiyanê û lêpirsîna bibandor de dewletê berpirsyartiya xwe bicih ne aniye û di hiqûqa navxweyî de tu sererastkirin nekiriye. Hat gotin ku gelek lêpirsîn bi hinceta demborînê hatine girtin û berpirsyar nehatine darizandin.
MÎNAKA SERDAN TANIŞ Û EBÛBEKIR DENÎZ
Di pêşnûmeyê de hat daxuyandin ku li Şirnex û navçeyên wê bi sedan kes di dema binçavkirinê de hatine windakirin an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û rêveberên Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz ku di sala 2001’ê de li Silopiyayê hatin binçavkirin û piştre tu agahî jê nehatin girtin, weke mînak hatin nîşandan.
'JI BO HEVRÛBÛNA CIVAKÎ Û AŞTIYÊ PÊWÎST E’
Her wiha di pêşnûmeyê de têkoşîna Dayikên Aştiyê û Xizmên Windakiriyan hate bibîrxistin. Newroz Uysal Aslan, da zanîn ku bi avakirina Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqet û Edaletê re de dikare ji lêgerîna mexdûr û xizmên wan re bersivek were dayin. Hat gotin ku ev yek dê di mijara aştiya civakî û cîbicîkirina hiqûqê de xwedî roleke girîng be.