Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê

  • rojane
  • 13:56 21 Gulan 2025
  • |
AGIRÎ - Fatma Ozbay ku nexweşa penceşêrê bû û tehliyaya wê ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin, wiha got: “Girtîgehê nêzî salekê nexweşiya min ji min veşart. Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyatxaneyê. Di beşa lênihêrtina awarte de jî di destekî min de serûm, di destê din de kelemçe hebû.” 
 
Tehliyeya nexweşxa penceşêrê Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê dihat ragirtin, di 15’ê Gulanê de ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Fatma Ozbay, têkildarî pêvajoya li girtîgehê, pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê û binpêkirinan axivî. 
 
Fatma Ozbay, da zanîn ku 7 sal berê teşhîsa penceşêrê pêsîrê ji bo wê hatiye kirin û got: “Beriya teşhîsê, nexweşiyeke min a cidî nebû. Lê di malbata min de nexweşiya penceşêrê hebû lewma ez çûm nexweşxaneyê. Jixwe şert û mercên girtîgehê baş nîni. Xwegihandina xizmetên tenduristiyê zehmet e. Girtiyan, bi hincetên weke ‘leşker nînin, rîng tune ye’ nabin nexweşxaneyê. Lê belê dema dikevin nav nivînên mirinê, wê demê dibin. Ji ber israrên min, ez birim Nexweşxaneya Herêmê ya Erziromê. Bijîşkan li min nihêrtin û gotin ‘Tu tiştekî te tune ye.’ Lê dilê min rehet nebû û min jê xwest tetkîkan bikin. Li ser vê yekê tetkîk kirin û beriya encam derkevin ez dîsa birim girtîgehê.” 
 
ÎDAREYÊ MEHEKÊ NEXWEŞIYA WÊ JÊ VEŞART 
 
Fatma Ozbay, diyar kir ku tetkîkên wê ji îdareyê re hatine şandin û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê hay ji tetkîkan dibe lê bi min re parve nekir. Bi ser re mehek derbas bû û piştre ez birim beşa onkolojiyê. Bijîşk ez muayene kirim. Min pirsa ‘Tu çima min muayene dikî?’ jê kir. Ji min re got; ‘Hûn nexweşa penceşêrê ne. Jixwe niha bijîşkê we ji we re gotiye.’ Cara ewil li wir hîn bûm ku ez penceşêr im. Ji nişka ve hîn bûm û got ku divê emeliyeta bibim. Piştre ez dîsa şandim girtîgehê. Di meha Çileyê de çûm nexweşxaneyê û di Gulanê de jî emeliyat bûm.” 
 
LI ŞÛNA NEXWEŞXANEYÊ BIRIN DADGEHÊ 
 
Bi domdarî Fatma Ozbay wiha qala pêvajoya piştî teşhîsê kir: “Piştî teşhîsê, li şîna ku min bibin nexweşxaneyê, ji ber dozeke ji hêla Dadgeha Înfazê ve hatibû vekirin, birin danişînê. Ji bo min cezayê disiplînê dihat xwestin. Ev bûyer, nêzikatiya rêveberiya girtîgehê ya li dijî girtiyeke nexweş radixe ber çavan.  
 
Dema haya min ji nexweşiya min bûyî, êdî derbasî asta 3’yemîn bûbû. Çîroka min a esasî jî ji vir ve dest pê dike. Dema ji bo emeliyatê ez anîm nexweşxaneyê, nebirin cem bijîşkê ku digot divê were emeliyatkirin, birin cem bijîşkekê din. Wî bijîşkî jî got; ‘Kê teşhîs kiribe bila ew bike.’ Piştre birin cem bijîşkekî din. Wî jî qebûl nekir. Biqasî 2 saetan li wir hatim gerandin. Di dawiya dawî de bijîşkekî ciwan qebûl kir. Dema ji bo emeliyatê anîn nexweşxaneyê, ez birim cihekî wisa ku sepanên ji bo kotîbûyiyan hebûn. Di mercên wê pir xerab bûn. Heta ev rewş bi tena serê xwe têrî xerabûna psîkolojiya mirov dike.” 
 
DI DEMA EMELIYATÊ DE DESTÊN WÊ KELEMÇEKIRÎ BÛN 
 
Di berdewamê de Vatma Ozbay, ev tişt anî ziman: “Du roj piştre ez birim emeliyatxaneyê. Dema birin emeliyatê, kelemçeyên min dernexistin. Destên min bi sedyeyê ve kelemçe kirin û wisa birin emeliyatxaneyê. Dema dê bihatima emeliyatkirin, leşkerek kete hundir. Min jî pirsa ‘leşker çima hat?’ jê kir. Gotin; ‘ji bo ewlehiyê.’ Jixwe her kes dizane ku li emeliyatxaneyê ne pac heye ne jî tiştekî din. Jixwe leşker li ber derî ne. Ew jî bes nekir ku îcar têketin hundirê emeliyatxaneyê. Heta ku bi ser hişê xwe ve hatim jî di destê min de kelemçe hebûn û leşker li emeliyatxaneyê bû. Dema ez ji emeliyatxaneyê hatim derxistin, birin beşa lênihêrîna awarte. Li wir jî destên min kelemçekirî bûn. Di destekî min de serûm, di destê din de kelemçe hebû. Rojekê li vir mam û piştre dîsa birin wî cihê ku jê re dibêjim cihê kotîbûyiyan. Destên min kelemçekirî bûn û nehiştin tu refeqetvan bên cem min.” 
 
'BIRINA NEXWEŞXANEYÊ ÎŞKENCEYEKE CUDA YE’ 
 
Fatma Ozbay, wiha qala pêvajoyên birina xwe ya nexweşxaneyê jî kir: “Jixwe birin û anîna nexweşxaneyê îşkenceyeke cuda ye. Destên te her tim kelemçekirî ne. Bi rîngê dibin. Her çar aliyên vê wesayîtê bi hesinan girtî ye û biqasî kursiyek tenê tê de cih bigire fireh e. Heta tu nikarî lingên xwe jî dirêj bikî. Mîna gorê ye. Anku di gorê de diçî nexweşxaneyê û têy. Dema ji nexweşxaneyê tînin girtîgehê jî lêgerîn tê kirin. Piştre ji cîhazê X-Rayê re derbas dikin. Piştre jî derbasî hundir dibî. Dema dikevî hundir, dîsa lêgerîn tê kirin. Bifikirin ku heta nava pora we jî dinêrin. Dema min kemoterapî di dît, pora min tune bû lê dîsa jî lêgerîn dikirin.” 
 
'TÊKOŞÎNA HEYÎ ÎKTÎDARÊ NADE ZORÊ’ 
 
Fatma Ozbay, anî ziman ku mercên nexweşxaneyan girtiyan nexweş dikin û got: “Divê ev merc bên başkirin. Erê rast e ji bo girtiyên nexweş xebatek heye lê ne di wê astê de ye ku îktîdarê bide zorê. Divê xebatên xurtir bên kirin. Divê ev têkoşîn bikare dorpêça li ser girtîgehan hilweşîne. Divê her kesên xwedî dil û wijdan hay ji tiştên li girtîgehan diqewimin hebe. Ji bo vê divê tiştek bê kirin. Sûc çi dibe bila bibe divê bi hestên tolhildanê nêzî girtiyan nebin. Ez derketi lê niha bi sedan girtiyên nexweş hene. Di serî de Wezareta Dadê, divê hemû saziyên têkildar di vê mijarê de berpirsyartiyên xwe bicih bînin.” 
 
FATMA OZBAY KÎ YE?
 
Fatma Ozbay, di sala 1998'an de li Şirnexê hate binçavkirin û DGM’a Amedê bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya welat” cezayê darvekirinê lê birî. Cezayê hatiye dayin veguherandin cezayê muebbetê. Fatma Ozbay, li gorî rêzê di girtîgehên Midyad, Baybûrt, Erzirom û Şakranê de ma. Fatma Ozbay ku 28 salan di girtîgehê de ma, di sala 2018’an dema li Girtîgeha Erziromê teşhîsa penceşêra pêsirê jê re hate kirin. Ji ber penceşêrê, pêsîra wê jê kirin. Her wiha ji ber bandora kemoterapiyê retînaya çavê çepê yê Fatma Ozbayê çiriya û tedawiya lazerê bû. Di vê navberê de li ser çavê wê yê rastê çiniyên reş çêbûn û nexweşiya raşîtîzmê dest pê kir. Her wiha li ser mêlak û pişika wê piniyên reş hatin tespîtkirin. Her wiha nexweşiya mîgrena kronîk a Fatma Ozbayê heye. 
 
MA / Omer Akin 
 
 

Sernavên din

16:50 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Tekîk
15:27 Yuksel Koç hate girtin
14:57 Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
14:50 Hevserok çûn serdana şîna Saglam
14:35 Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
13:56 Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê
13:22 Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin
12:27 Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin
12:22 Dozgerî xwest biryara beraetê ya rojnameger Dîren Yurtsever bê betalkirin
12:21 Pêşnûmeya ‘Bila Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin’ da Meclisê
12:09 Ji ber propagandaya rêxistina bênav hatin girtin
11:47 Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
11:38 Parêzera OHD’î hate binçavkirin
11:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
11:21 Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
11:08 Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
10:37 Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin HATE NÛKIRIN
10:19 Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
10:07 Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
09:53 Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
09:42 Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
09:39 Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin
09:20 DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
09:03 Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê
09:01 Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN
20/05/2025
21:53 Li dijî akademîsyen Yîgîter êrişa çekdarî: Rakirin beşa lênihêrîna awarte
21:35 DEM Partiyê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da
16:46 DEM Partî bi YRP’ê re civiya
16:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû
16:20 Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin
16:14 Danişîna doza rojnameger Oruç hate taloqkirin
15:01 Amedsporê peymana xwe ya bi Servet Çetîn re bi dawî kir
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye
11:53 Şêniyên 7 gundan li dijî çêkirina kana keviran di çalakiyê de ne
11:42 Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hat lidarxistin
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin