NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Beluc ku li dijî zextan çalakî dane destpêkirin, gotin: “Em ê bi dengekî bilindtir û xurttir biqîrin. Û heta edalet pêk tê jî em ê nesekinin.”
Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc li dijî windakirinên bi darê zorê ya ji hêla dewleta Pakistanê ve, girtina aktîvîstên Beluc û lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) dane destpêkirin, di roja 24’an de didome. Jinên ku heta pêşiya Kuluba Çapemeniyê ya Îslamabadê meş li dar xistin, wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin. Her wiha wêneyên aktîvîstên Beluc û pankarta “Dawî li zexta ser civakê bîne. Lîderên BYC’ê berdin” hilgirtin.
Piştî meşê, li pêşiya Kuluba Çapemeniyê daxuyanî hate dayin. Aktîvîstên Beluc di çalakiyê de gotin: “Em daxwazên xwe tînin ziman, çalakiyên xwe didomînin lêbelê dewlet û saziyên wê, medya, parlamento û daraz li dijî van daxwazên me yên rewa û lezgîn bêdeng û xemsar in. Çalakiya me ya aştiyane di roja 24’an de ye û ji bo xerakirina moralê çalakvanan, ji bo bêzarkirina wan û tacîzkirinê, gelek caran em bi hewldanên cuda re rû bi rû man. Tevî vê jî rayedaran ji bo qebûlkirina daxwazên me yên mafdar yek gav ne avêtin. Lê em bibiryar in. Dibe ku hûn dengê me yê aştiyane paşguh bikin lêbelê heta ku hûn êdî nekarin berê xwe bidin cihekî din em ê bi dengekî bilindtir û xurttir biqîrin. Em çîrokan lihev na anîn. Gelek malbat vê rastiyê dijîn. Û heta edalet pêk tê jî em ê nesekinin.”