NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Elewî û Durziyan ji Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re peyam şandin û bal kişandin ser yekitî û hevgirtinê.
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi beşdariya nêzî 500 nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên siyasî, leşkerî û ewlehî û nûnerên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewam dike.
Serokê Meclisa Olî ya Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind a Sûriye û Dîasporayê Şêx Xezal Xezal û Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn (Durzî) Şêx Hikmet El Hicrî peyamên bidîmen şandin konferansê. Di peyaman de piştgiriya ji armancên konferansê û girîngiya yekitiyê ji bo rûbirûbûna zehmetiyan hate nîşandan.
ŞÊX XEZAL: A RASTE PERGALA NENAVENDÎ YE
Di peyama bidîmen a ji bo konferansê de Şêx Xezal Xezal wiha got: "Em vê konferansê pîroz dikin. Ev konferans ji bo tevahiya gelê Sûriyeyê ye. Pêdiviya rûbirûbûna zilmê û cudakariya ku dilê me tevan şewitandiye, bi yekrêziyê heye. Fikra tarî Sûriyeyî li dijî hev rakirin, rûmet binpê kirin û tiştên pîroz talan kirin. Me li peravê bûyerên biêş dîtin û hîna jî didomin. Piştre Dêra Mar Ilyas teqandin û li dijî Siwêdayê êriş dan destpêkirin. Tiştên li dijî Kurdan hatine kirin em ji bîr nakin. Xwîn yek e, kiryar yek e û sivîlan berdêla giran da.
Bêyî çareseriyeke siyasî ku mafên tevahî pêkhateyan misoger bike, siberojeke ewle pêk nayê. Em bawer in ku maf di xwegihandina li nenavendîtî yan jî federaliyê de ye ku taybetmendiyên olî, çandî û cihê her pêkhateyeke diparêz e. Em dewleteke laîk ku olê ji siyasetê cuda bike, dixwazin. Ji bo ku xwînrijandin û şer werin sekinandin, em destekê didin hev. Divê em bi lez, bi hev re û bi berpirsyarî bixebitin, da ku xwe bigihînin rêya azadî û edaletê. Ew rê wê Sûriyeyeke layiqî xelkê wê ava bike.”
ŞÊX HIKMET EL HICRÎ: PIRRENGÎ NE GEF E LÊ DEWLEMENDIYA YEKITIYA ME XURT DIKE
Şêx Hikmet El Hicrî jî di peyama xwe de wiha got: "Ey xwişk û bira, em di demekê de ne ku zehmetî zêde ne. Em îro di vê kombûnê de balê dikişînin ser wê yekê ku em piştrast bikin ku yekhelwestiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiva qîrînên gel e ku şer ew westandiye.
Em li kêleka xwişk û birayên xwe yên ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê disekinin û piştrast dikin ku pirrengî ne gef e lê dewlemendî ye ku yekitiya me xurt dike û hevkariye ku siberoja me ava dike. Bila ev konferans bibe destpêka rêyeke nû ya xurtkirina mirovan di welatekî de ku bi mezheban neyê pîvandin."
Konferansa bi axaftinên nûnerên pêkhateyan didome.