STENBOL - Kurê Selîm Sadak, Haknas Sadak têkildarî rewşa tenduristiyê ya bavê xwe axivî û got: “Xetereya li ser jiyana wî didome. Lêbelê li gorî rojên berê hinek baştir e.”
Tedawiya siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak a di beşa çavdêriya awarte ya li nexweşxaneyeke bajarê Heilbronnê ya Almanyayê didome. Xetereya li ser jiyana Sadak didome û gelek kes çûn serdana wî.
Kurê Sadak, Haknas Sadak têkildarî rewşa tenduristiyê ya bavê xwe ji ajansa me re axivî. Sadak, da zanîn ku bavê wî di roja înê (19’ê Kanûnê) de aloz bûye û rakirine nexweşxaneyê. Haknas Sadak, got: “A rast pêr jî rewşa wî hinek baş xuya dikir. Lêbelê penceşêrê ji hundir ve pergala wî ya parastinê westandiye. Bijîşkan got ‘Me tişta ji dest hat kir. Êdî em ê li benda bersiva bedena wî bin. Lêbelê xetereyeke mezin heye.’ Lewma em jî dê li bendê bisekinin. Me îro danê sibehê jî bi bijîşkan re hevdîtin kir. Bijîşkan got ‘li gorî duh xetere hêj didome lê pir kêm ji duh baştir e.’”
PEYAMA SELÎM SADAK
Haknas Sadak da zanîn ku gelek kes ji bo serdanê hatine nexweşxaneyê û peyama bavê xwe wiha parve kir: “Bavê min gelek dixwaze ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser keve. Her wiha peyam û daxwaza wî ya herî mezin jî ew e ku pêvajo bi ser keve û piştre hemû Kurdên li dîasporayê vegerin malên xwe. Li hêla din, bavê min gelek li ser rewşa girtiyên nexweş disekinî. Yek ji peyama wî jî ew e ku hemû girtiyên nexweş di çarçoveya pêvajoyê de bên berdan.”
SELÎM SADAK KÎ YE?
Selîm Sadak, di sala 1954’an de li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li vir temam kir û piştre jî li Beşa Matematîkê ya Fakûlteya Perwerdeyê ya Amedê xwend. Di hilbijartinên giştî yên parlamentoyê yên sala 1991’an de Partiya Kedê ya Gel (HEP) ji lîsteya Partiya Gelparêz a Sosyal Demokratê kete hilbijartinê û Sadak weke wekîlê Şirnexê hate hilbijartin. Di 3’yê Adara 1994’an de parêzbendiya wî hate rakirin û di 17’ê Adara 1994’an de tevî wekîlên DEP’ê Leyla Zana, Mahmût Alinak, Hatîp Dîcle, Orhan Dogan, Ahmet Turk, Sirri Sakik û Sedat Yurtdaş hate girtin. Wekîlên DEP’ê di Hezîrana sala 2004’an de bi biryara Dadgeha Bilind beraet kirin.
Sadak ku di avakirina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de cih girt û endamê lijneya rêveber bû, di sala 2009’an de weke Şaredarê Sêrtê hate hilbijartin. Sadak, di sala 2009’an de jî di çarçoveya operasyona di raya giştî de weke “Doza Sereke ya KCK’ê” dihat zanîn de hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Sadak, ji sala 2021’ê heta niha jî li Ewropayê dijî.
