NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya XWeser, têkildarî êrişa li ser mizgefta li Humusê daxuyanî dan û banfa parastina îbadetxaneyan kirin.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rişa li ser mizgefta li Humusê şermezar kirin. .
Daxuyaniya MSD'ê bi vî rengî ye:
"Bi navê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) em sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr ji malbatên qurbaniyên ku di êrîşa terorîstî ya xayîn de ku li dijî Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib li Humsê pêk hat, re pêşkêş dikin û ji birîndaran re başbûneke bilez dixwazin. Vê sûcê terorîstî yê reş bi tundî şermezar dikin û diyar dikin ku kiryarên wiha yên sûc komeke taybetî hedef nagirin, lê belê tevahiya aştiya sivîl a Sûriyeyê têk dibin, li bingehên jiyana hevbeş û yekîtiya neteweyî dixin, û dixwazin nakokiyê gur bikin û tundî û bêaramiyê bidomînin. Ji bo têkbirina terorê hewldanek neteweyî ya Sûriyeyê ya berfireh li ser bingeha hevkariyê û berpirsiyariya hevpar hewce dike, ji ber ku terorîzm xetereyek e ku herêm û civakan derbas dibe, ne tenê Sûriyeyê, lê di heman demê de ewlehî û aramiya herêm û cîhanê jî dixe xeterê. Di vê çarçoveyê de, serkeftina Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e û gavek bingehîn e ber bi jiholêrakirina çavkaniyên terorê û vekirina rê li ber çareseriyek siyasî ya berfireh ku hêviyên gelê Sûriyeyê ji bo ewlehî, aramî û edaletê pêk tîne.
'NEBÛNA PROJEYEKE NENAVENDÎ RÊ LI BER TUNDIYÊ VEDIKE'
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê teqîna li mizgefta Elî Bin Ebî Talin a taxa Wadî El Deheb a bajarê Humsê de ku di encamê de 8 kes hatin kuştin û 18 birîndar bûn, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de êriş wekî êrişeke hovane û li dijî nirxên mirovahî û exalqî û ewlehiya civakê hat binavkirin.
Berdewama daxuyaniyê bi vî rengî ye: "Ev kiryarê sûcdar di heyameke pir metirsîdar de ku tê de zimanê nefretê zêde bûye û egera şerê navxweyî zêde bûye û perestgeh ji bo qadên tundiyê hatine veguhastin, hatiye pêkanîn û armanc jê têkbirina aştiya civakî û çandina tirs û dabeşbûnê di nav gelê Sûriyeyê de ye. Ev sûc ji valahiyê nayên, aliyên xerabker ên ku ji tevlihevî û dabeşbûnê sûdê dibînin û dixwazin xwîna Sûriyeyî birijînin û civakê ji hev bixin, wan pêk tînin.
Hemwextî vê rewşa aloz a Sûriyeyê û hemwextî zêdebûna tundiyê û hedefgirtina sivîlan, em dîsa dibêjin ku pêdiviya Sûriyeyê bi projeyeke niştimanî ya giştî bi rêya avakirina Sûriyeya demokratîk û nenavnedî li gorî nirxên edaletê û hemwelatîbûna wekhev û misogerkirina mafên hemû pêkhateyên olî û neteweyî, heye. Tunebûna projeyeke niştimanî û demokratîk rê li ber hêzên tundraw vedike, lê belê hebûna wê projeyê û pêkanîna wê rêbaza tekane ya pêşîgirtina li wan aliyan e yên ku dixwazin ewlehiya Sûriyeyê têk bibin û xwîna gelê Sûriyeyê birijînin. Em berpirsiyariya xwe ya niştimanî û mirovî ji bo başkirina ziman, parastina sivîlan û perestgehan û hesabxwestina ji sûcdar û fîtnekaran dibare dikin, ji ber ku Sûriye bi tundî û nefretê ava nabe, Sûriye bi bawerî û ewlehiyê û rûniştandina jiyana hevbeş û pêkvejiyanê ava dibe.
Di dawiyê de, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û saxiyê ji birîndaran re dixwazin û piştgiriya xwe ji şêniyên Humsê re û ji tevahî sivîlên seranserî Sûriyeyê re dubare dikin."
