Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
- rojane
- 11:12 26/12/2024
Girtî Ramazan Kaya ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê. Kaya, wiha got: “Piştî vê hevdîtina telefonê nizanim dê çi bi serê min bê.” Kaya, banga hestiyariyê li raya giştî kir.