Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin
- rojane
- 15:13 25/12/2024
Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de hate gotin ku dê gelê Kurd êdî jiyaneke bêstatû qebûl neke.
Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de hate gotin ku dê gelê Kurd êdî jiyaneke bêstatû qebûl neke.
Di encamnameya civîna Meclisa Jinan a DEM Partiyê de bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û banga xwedîderketina li şoreşa jinê hate kirin.
Bi hinceta “Trafîk xitimandine” cezayê pereyan li wesayîtên kesên beşdarî şîna rojnameger Nazim Daştan bûn, hate birîn.
Rojnameger Delal Akyuz li dijî biryara hefsa malê ku 11 meh in didome û muameleya xerab a di dema binçavkirinê de, serî li DMME’yê da.
Rêxistina DEM Partiyê ya Hezexê li li dijî hevşaredar Turkan Kayir a ji partiyê hatiye îxrackirin meş li dar xist û banga îstîfayê kir.
Şêx Murşid El Xeznewî ku piştî bavê wî ji hêla rejîma Baasê ve hatî qetilkirin li Norweçê bi cih bûbû û ji wir vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xebatên tifaqê dimeşîne, wiha got: “Ji bo tifaqa di navbera Kurdan de tu caran hêviyeke ewqas mezin çênebûbû.”
Hevberdevka Tora Mafên Zarokan a Baroya Amedê Berfîn Elçî da zanîn ku di dema pêvajoya lêpirsîna doza Narîn Guranê de delîl ji hêla malbatê ve hatin tunekirin û got ku ji bo êdî bûyerên bi vî rengî neyên jiyîn banga xwedîderketina li danişînê ku dê sibe were lidarxistin li her kesî kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna bi hevşaredarên partiyê re de bal kişand ser serlêdana ji bo Wezareta Dadê kirin û wiha got: “Tişta divê were kirin ew e ku deriyên Îmraliyê bên vekirin.”
Di danişîna biryarê ya doza girtina GOÇÎZDER’ê de dadgehê biryara girtina komeleyê da.
Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got; “Heta ku êriş ser destkeftiyên me hebin em ê xwe biparêzin” û diyar kir ku ew parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin di çareseriyê de cih bigirin.
Tirkiyeya ku bi komkujiya Dêrsim û Zîlanê re ji damezrandina xwe heya niha li hemberî kurdan hiqûqa şer binpê dike, piştî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê careke din bal kişand ser sûcên şer yên ku dike.
Sevîm Encû ku di Komkujiya Roboskê de 2 birayên xwe winda kir û hevjînê wê jî birîndar bû, diyar kir ku hevjînê wê Servet Encu tekane şahidê dozê ye û wiha got: “Lewma her tim zext li hevjînê min kirin. Mala me hate gulebarankirin, ji ber zextan me ji gundê xwe bar kir. Lê dîsa jî hevjînê min dev ji dozê berneda.”
Endamê Meclisa Komarê ya Portekîzê Jorge Pînto ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Dadê da got: "Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan wê bibe alîkar ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd."
HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir. HSD’ê got ku di pevçûnan de bi dehan endamên koma paramîlîter a SMO’yê hatine kuştin, panzêrek û 2 wesayîtên doçkabarkirî hatine rûxandin.