ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
- rojane
- 09:00 16/12/2024
Hejmara 261an a Rojnameya Xwebûn bi manşeta Kirmanckî ya “Çol de gulêke: Rojava” derket û bal kişand ser modela Rojava.
Hevserokatiya PYD’ê diyar kir ku li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê civîna neteweyî ya Sûriyeyê were lidarxistin.
Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Stenbolê bi dirûşma “Jin aştiyê diaxivin” çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Em jin niha dibêjin ku ji bo bidawîkirina binpêkirinan, ji bo aştiyê em bi hev mafê aştiyê diparêzin.”
Şivanê ku li herêma germava Hestayê ya navçeya Basê ketibû çemê Dîcleyê, mirî hat dîtin.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman re tê xwestin ku Kurdan li hemû qadan tune bikin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen di çalakiya nobeta ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de axivî û wiha got: “Em bi gelê Rojava re ne. Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala gelê Kurd.”
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî civîna duh li Urdunê têkildarî pêşeroja Sûriyeyê hatiye lidarxistin axivî û wiha got: “Li Sûriyeyê istiqrar bi beşdarkirina tevahî aliyan û mîsogerkirina yekitiya xaka wê ku rê li ber aştiyeke mayînde vedike, dest pê dike.”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hewldanên derxistina aloziya di navbera gel û mezheban de hişyarî kir û got: “Guh nedin nûçeyên derew û manîpulatîf.”
Di êrişên sê rojan ên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 31 sivîl hatin qetilkirin û 9 jî birîndar bûn.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku bi gotina “Pirsgirêka Kurd tune ye re pirsgirêk çareser nabe” û wiha got: “Ji ewil divê hûn qebûl bikin da ku bikarin çareseriyekê pêş bixin.”
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de bi dirûşmên berxwedanê didome.
Xelkê Minbicê li dijî kiryarên dewleta tirk û komên paramîlîter ên weke talan, dizî, kuştin û revandinan dest bi greva giştî kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter û ev bang li cîhanê kir: “Li dijî êrişan, em rûmeta Kobanê biparêzin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got ku tekane partiya ji bo astengdaran xwedî manîfesto partiya wan e û banga “Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan” li şaredariyan kir.