Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
- rojane
- 10:26 11/12/2024
Li Agiriyê welatiyên ku ji bo danûstendinê diçin bazarê destvala vedigerin malê. Xwendekarek tenê bacanek reş kirî û ev jî rewşa aborî ya welat nîşan dide.
Li Agiriyê welatiyên ku ji bo danûstendinê diçin bazarê destvala vedigerin malê. Xwendekarek tenê bacanek reş kirî û ev jî rewşa aborî ya welat nîşan dide.
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê biryar dabû ku navê Rojîn Kabaîş li avahiya xizmetê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê were kirin. Walîtiya Wanê ev biryara meclisê red kir.
Di lêpirsîna “wesfê sûc diyar nîne” ya derheqê rojnameger Firat Can Arslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hate dayin.
Rojnamevan Mehmet Emîn Mûtlû diyar kir ku pêşeroja gelên Sûriyeyê di xeta "Rêya Sêyemîn" de ye û têkildarî êrişan wiha got: "Şoreşa Rojavayê şoreşa şoreşger, demokratîk û enternasyonalîstan e jî. Xwedîderketina wan a li şoreşa xwe dê di paşeroja Sûriyê de diyarker be."
Di nava 6 mehan de dewleta tirk bi êrişên xwe yên bi SÎHA’yan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê zarok jî di nav de herî kêm 77 kes qetil kir.
Fehîm Tûrgay anî ziman ku li Wanê niha tenê ew şewqeyan çêdike û wiha got: “Serdem, dem, kevneşopî û çand guherî. Êdî wekî berê tahm û kêfa pîşeyê nemaye."
Hat destnîşankirin ku her çend endamê KESK'ê Îsmet Aslan ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5'an a Marmarayê girtî ye bi nexweşiya Mycosis Fungoides (MF) a cureya penceşêra çerm ketiye jî, dermanên wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayên dayîn.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku li Minbicê agirbest hatiye ragihandin û wiha got: “Armanca me ew e ku em agirbestê li tevahiya xaka Sûriyeyê pêk bînin û ji bo pêşeroja welat bikevin nava pêvajoyeke siyasî.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta tirk sivîlan dike hedef û bang li hêzên navneteweyî kir ku sivîlan biparêzin. Rêveberiyê got: "Em ê parastina ax û gelê xwe bidomînin."
Tirkiyeyê gundê Ceida Mezin ê Kobanê bombebaran kir. Di bobebaranê de 1 jê zarok, 2 kes hatin qetilkirin û 2 zarok jî birîndar bûn.
Li gundê Zêwigê yê navçeya Hezexê ku ji hêla leşkeran ve hatiye dorpêçkirin, bi ser malan de hate girtin û 9 kes hatin binçavkirin.
Malbatên girtiyan û akademîsyenên aştiyê jî di nav de gelek kes li pêşiya Meclisê hatin gel hev û daxwaza edaletê kirin.
Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û wiha hate gotin: “Em careke din dubare dibêjin; Rojava dê tu caran nekeve.”
ÎHD û TÎHV’ê ragihandin ku di nava 11 mehan de 692 serlêdanên îşkence û muameleya xerab ji bo TÎHV’ê hatine kirin û 81 jê zarok herî kêm 2 hezar û 805 kes bi îşkence û muameleya xerab hatine binçavkirin.