Li Êlihê ciwanan êriş protesto kirin
Li Êlihê, ciwan ji bo protestokirina êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin kolanan.
Heyeta Ciwanan a Rojhilata Navîn: Êriş ‘tasfiyeya neteweyî’ ye
Heyeta Ciwanan a Rojhilata Navîn ku ji Misir, Fas, Tûnis, Libnan û Iraqê pêk tê, êrişên li ser Rojavayê wekî “êrişên tasfiyeya neteweyî” pênase kirin.
Komek ciwanên ji welatên Rojhilata Navîn hatin Amedê
Ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn, 15 ciwan hatin Amedê û serdana partiyên siyasî û saziyên demokratik kirin.
Xwendekaran êrişên li ser Helebê protesto kirin
Li Bedlisê xwendekarên li Wrageha Beş Mînareyê dimînin, êrişên li ser Helebê protesto kirin.
Ji ciwanan banga serferberiyê ji bo taxên Helebê
Ciwanên li herêma Cizîr û Firatê, ji bo taxên ku li Helebê di bin êrişan de ne, seferberî ragihandin û berxwedana gelê taxê ya li dijî komên paramîlîter silav kirin.
Mudaxileya DYA'yê ya li Venezuelayê hat protestokirin
Komunên Ciwanan, mudaxileya DYA'yê ya li Venezuelayê prosteto kir.
Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
Meclisên ciwanan, dê bi beşdariya Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş, panela “Di civaka sosyalîst de rola ciwanan” nîqaş bikin.
Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û DBP'ê û Xwendekarên Azad ên Zanîngeha Dîcleyê bi daxuyaniyekê banga beşdarya mitînga “Hêvî û Azadiyê” kirin û wiha gotin: “Mafê hêviyê ne tenê prensîbeke hiqûqî ye; di şexsê Rêber Apo de îfadeya daxwaza civakan a ji bo çareseriya aştiyane, edalet û demokrasiyê ye. Werin em bi hev re dengê azadiyê bilind b
Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rezan Kaganarslan, diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê asoya fikrî berfireh dike û got: “Divê ciwan li dora vê fikrê bicive û pêşengtiyê bike. Ji bo vê jî divê nasnameyeke ciwanên azad were avakirin.”
Ciwanan salvegera damezrandinê pîroz kirin
Yekîneya YCWK a Enqereyê, bi boneya salvegera damezrandina PKK'ê meş û xwepêşandana bi fîşekên hewayî li dar xistin.
Ciwanên başûrî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
Ciwanên ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatin û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Wezareta Edaletê dan.
Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, bi xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê re civiyan û pirsên xwendekaran bersivandin.
Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê yên ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî li dar xistin, gotin: “Em kapusên ewle dixwazin.”
Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê, ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê meşiyan û gotin: “Bila ATK a Stenbolê raporeke nû amade bike.”
Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
Înîsiyatîfa Xwendekarên Demokratîk a Şirnexê, ji bo ronîkirina lêpirsîna mirina biguman a Rojîn Kabaîşê meşiya. Di meşê de wiha hat gotin: "Kujer kî ne û çima tên parastin? Em bi biryar in ku bibin dengê Rojînê û têkoşîna edaletê berfireh bikin."