Li Rihayê Meclisa Ekolojiyê hate avakirin
Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê bi çalakiyekê damezirandina xwe ragihand.
Nifşê miha Nordzê tune dibe
Miha Norduzê ku tenê li navçeya Payizavayê dijî, ji ber hişkesaliyê û lêçûnên zêde bi tunebûnê re rû bi rû ye. Kêmbûna zêbûna mihê û piştgiriya nebaş dibe sedema ku nifşê miha herêmî bi lez winda bibe.
Şaredariya AKP'î zeviya avî da ber îmarê
Sekreterê ÎKK ê Çewligê yê TMMOB'ê Canfîdal Boldaş ku bertek nîşanî biryara Şaredariya Çewligê ya AKP'î da ku erdê avî da ber îmarê, bilêv kir ku ev li zeviyên avî yên li herêma erdhejê xetere ye.
Li hewza avê ya Pasûrê destûra lêgerîna madenê hat dayîn
Li hewza Kasorê ku bi xweşikbûna xwe ya xwezayî tê nasîn û avê dide 60 gund û mezrayên Pasûrê, destûra ji bo lêgerîna madenê hat dayîn. Baroya Amedê ji bo betalkirina destûrnameyê serî li darazê da.
Lengergeha li cihê hêlinên çûkan hatiye çêkirin bandoreke neyînî li populasyona çûkan dike
Lengergeha li qeraxê Gola Wanê li herêma hêlînên çûkan hatiye çêkirin, bandoreke neyînî li ser populasyona çûkan dike. Ji ber çêkirina lengergehê hêlînên çûkan texrîb bûn û tê gotin ku vê jî kir ku populasyona çûkan kêm bibe.
Li cihwarên pîroz ên elewiyan û li ser xeta fayê ji bo JES'ê projeya sondajê hat erêkirin
Projeya JES'ê ku tê plankirin bê çêkirin û dê bandorê li cihwarê pîroz ê elewiyan bike, hat pesendkirin. Şêniyên herêmê yên bertek nîşanî vê dan gotin: "Em naxwazin canê ew qas mirovan fedayî jeotermalê bikin."
Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berf û şilopeyê
Meteorolojiyê ji bo Wan, Şirnex û Colemêrg hişyariya barîna berf û şilopeyê kir.
Meteorolojiyê ji bo gelek bajaran hişyariya barînan kir
Midûriyeta Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barînên zêde kir.
Cendirmeyan jina ducanî derb kir: Em ê destûrê nedin GES’ê
Welatiyên gundê Arzoxlî yê girêdayî navçeya Sûrê diyar kirin ku di êrişa cendirmeyan de jinekê ducanî hatiye birîndarkirin û rakirina nexweşxaneyê û gotin dê destûrê nedin ku GES di nava erdên wan de bê çêkirin.
Êrişî protestoya GES'ê hat kirin: 16 kes hatin binçavkirin, 4 kes birîndar bûn
Cendirmeyên ku êrişî gundiyên li dijî GES'ê rabûn kirin, 16 kes binçav kirin.