Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne

WAN - Serokê Şaxa DÎSK'ê ya Emekli-Sen'ê Tîmûr Sayyîgît bertek nîşanî zema kêm a ji bo mûçeyê malnişinan da û got: "Dizên çav berdana bêrîka me hene û me ew diz zevt kiriye. Ji bo cezakirina van dizan jî em li benda roja danîna sindoqan e." 

Mûçeyê malnişinan di biniya enflasyonê re hat zêdekirin û bû 14 hezar 469 TL. Ev yek li bara malnuşinan bû cihê bertekên mezin. Li Wanê malnişin bal kişandin sînorê xizanî û birçîbûnê û bertek nîşanî 14 hezar û 469 lîreyê hikûmetê dan. 
 
Enver Ozkaçmaz diyar kir ku hetadesthilat neguhere wê rewşa welêt û kedkaran her roj xerabtir bibe û got ku ji bo malnişin û kedkarên welêt aram bibin tekane çare û rê demildest guherîna vê pergalê ye, wekî din tu rê tune ye. 
 
'EM Ê DESTHILATÊ CEZA BIKIN'
 
Serokê Şaxa DÎSK'ê ya Emeklî-Sen'ê ya Wanê Tîmûr Sayyîgît jî got: "Em wekî kesên teqawitbûyî bi salan ji bo vî welatî xebitîn û me prîm dan. Niha bila feraseta AKP'ê 14 hezar û 469 TL'yê dide me bigire û bixe nava zewqa xwe. Pereyên ku em distînin pir di bin sînorê xizaniyê de ye. Dizên çav berdana bêrîka me hene û me ew diz zevt kiriye. Ji bo cezakirina van dizan jî em li benda roja dsanîna sindoqan e." 
 
Muhsîn Taş ê teqawîtbûyî got: "Rewşa krîza aborî diyar e, her tişt pir biha ye û nayê kirîn. Bi pereyê ku didin, dest ji debara malbatekê berde, mirovek jî nikare pê debara xwe bike. Gelek malnişin helw didin bi vî pereyş debara xwe bikin, lê bi zemên tên kirin wê çi bikin? Her ku zem tê her tişt zem dibe. Mirov dê çawa bi 14 hezar û 469 lîreyî debara xw ebikin? Em malnişîn bi sefalet û mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Em jî ji bo ji vê sefaletê xelas bibin em wiha difikirin ku divê desthilat biguhere."