Bêcezahiştina ku mirinan zêde dike

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber ku cihêkarî dikin navbera miriyan û faîlên wan dernaxên holê, birînên malbatên qurbaniyên serhildanên Kobanê 6 salên nayê pêçandin. Bavê Ekrem Kaçeroglû ku li Îzmîrê hatibû kuştin, derbarê wan rojan de ev tişt got: “Kuçeyên ku me li wan digot, ‘bila mirov nemirin’ ji aliyê faşîstan ve hatibûn dagirkirin û hewl didan me linç bikin.”

Rastiya serhildanên Kobanê ku 54 kesan di wan de jiyana xwe ji dest dabû, li gel ku bi ser de 6 sal derbas bûye jî nehatiye ronîkirin. Desthilata AKP’ê, pêşî li hewldanên bi israr ên ji bo ku rastiyên wê demê derkevin holê û faîl bên dîtin, girt û tercîh kir ku qewimînên wê demê di tariyê de bimînin.  Daraz jî di navbera miriyan de cihêkarî kir û ji bilî miriyên ku desthilatê wan kir amûra siyasî, neket dû hemû miriyan. 
 
JI 54 KESAN TENÊ DOZ JI BO 6 KESAN VEBÛ 
 
Ji 54 kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn, tenê derbarê mirina 6 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin. Ev lepirsîn bû mijara 3 dozan. Ji van dozan 2 jê derbarê Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokgûz ku endam û dildarê Huda-Parê bûn û li Amedê jiyana xwe ji dest dabûn û Mehmet Latîf Şener ku li Wanê jiyana xwe ji dest dabû de bûn û yek jê jî derbarê Ekrem Kaçaroglû ku li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dabû de bû. 
 
Derbarê mirina Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokgûz de 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, ji 41 bersûcan 13 bersûcan bereet kir û derbarê yên de jî cezayên cuda birî. Dosya 37 bersûcan ji ber temîzkirina parêzerên wan çû Dadgeha Bilind. 16’emîn Daîreya Dadgeha Bilind, li ser dosyayan lêkolîn kirin û biryar da ku cezayê hin bersûcan bê zêdekirin. 
 
Desthilata AKP’ê ji destpêkê ve mirina Yasîn Boru û 3 hevalên wî, kiriye amûra êrîşkirin û sûcdarkirina li dijî HDP’ê. Ji ber van mirinan derbarê hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de fezleke hatin amadekirin û lêpirsîn hatin vekirin. 
 
Di doza ku li Wanê derbarê mirina Mehmet Latîf Şener ê endamê Huda-Parê de hat vekirin de jî li 2 bersûcên girtî tên darizandin 2 muebetên giran û 10 sal û 6 meh ceza hatin birîn. 
 
FAÎLÊN DIYAR NEHATIN GIRTIN 
 
Di doza Ekrem Koçeroglû ku li navçeya Bornova ya Îzmîrê hat lînçkirin de jî ji 4 bersûcên yek jê girtî yekî bereet kir û li 3 kesan jî 17 sal ceza hat birîn. Lê ji ber ku dosya ji aliyê 4’emîn Daîreya Cezayê Giran a Dadgeya Edliya Herêmê ya Îzmîrê ve hat xerakirin, darizandinê ji nû ve dest pê kir. Biryara girtinê ya derbarê 2 bersûcan de jî ji aliyê dadgehê ve hat rakirin. 
 
Bavê Kaçeroglû, têkoşîna xwe ya edaletê ya ku ji bo cezakirina faîlan 6 sal in dide ve got. Bav Kaçeroglû, diyar kir ku ji ber zextên ku li wan hatine kirin, di sala 1982’an de ji navçeya Kopê ya Mûşê hatine Îzmîrê û wiha got: “Wê demê me kêf dikir ku em hatine bajarekî pêşketî, lê mixabin li vir jî ji me re mirovahî tunebû.”
 
'ME AŞTÎ DIXWEST LÊ WAN KUÇE TIJE FAŞÎST KIRIBÛ’ 
 
Kaceroglû diyar kir ku b isalen ew bi daxwaza aştiyê ya li dijî zext û tundiya dewletê beşdarî çalakiyên li bajêr dibe û got: “Ez û kurê xwe dîsa bi daxwaza aştiyê beşdarî çalakiyên Kobanê bûbûn. Kurê min bi lînckirinê hat qetilkirin. Haya min ji Ekrem tune bû beşdarî çalakiyên Kobanê bûye. Me yê aştî û daxwaz bikira û vegeriyan mala xwe. Me digot bila însan nemirin lê kuçe û kolan bi faşîstan hatibûn tijekirin û pişt re êrişî me kirin. Polîsan li me temaşe dikir û faşîstan jî li me dida. Ji bo ez Ekrem rizgar bikim min gelek hewl da û bi awayek me wî rakir nexweşxaneyê. Piştî 12 rojan li nexweşxaneyê mir.”
 
‘ME AŞTÎ XWEST LÊ ME KUŞTIN’ 
 
Kacerolgû da zanîn ku hevjîn û zarokên kurê wî travmaya bi serê wan de hat hêj ji ser xwe neavêtine û got: “Ekrem mirovek şên bû. Ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Ji roja wefat kiriye heta îro em di nava şînê de ne. Piştî her êşê em dibêjin belkî aştî were lê îqtîdar bi dijminatî li kurdan dinêre. Me aştî xwest. Dema Ekrem jiyana xwe ji dest da jî me hêvî kir ku bibe mirina dawî û me hêvî kir ku aştî were. Lê wisa nebû û pişt re gelek Ekreman jiyana xwe ji dest da. Însanên me ji helîkoptêran tên avêtin. Gorên me tên rûxandin. Dayikên bi pakêtên kargoyan cenazeyên zarokên xwe werdigirin. Siyasetmedarên me digirin. Qeyûman tayînî şaredariyên me dikin û bi hezaran însanên me girtine. Gelê kurd ku ji bo her kesî aştiyê dixwaze li hember dijminatiyê bi tenê tê hiştin. Ne CHP ne jî muxalîfên din bertekek bi bandor nîşan nadin.”
 
‘VÊ DINYAYÊ GELEK DÎKTATORAN DÎT’ 
 
Kaceroglû diyar kir ku bi salane ew diçin beşdarî danişînê dibin û her cara ew diçin danişînê êşa wan nû dibe û dê danişînek din di 26’ê Mijdarê de were lidarxistin û ew ê nehêlin ku qatilê kurdê wî bêceza bimînin. Kaceroglû anî ziman ku vê dinyayê gelek dîktatoran dîtiye û çawa ew tune bûn û çûn wê dîktatorên îro jî biçin. Kaceroglû da zanîn ku helber wê rojek aştî were vî welatî û dibe ku zarokên wan werin kuştin, mal û milk û gundên wan werin talankirin lê wê rojên xweş werin. 
 
DI 19 SALIYA XWE DE HAT QETILKIRIN 
 
Yek ji qurbaniyên çalakiyên Kobanê Suleyman Kale yê 19 salî bû ku di 7’ê cotmehê de li Amedê hat kuştin e. Tevî ku 6 sal bi ser bûyeran re derbas bûne jî hêj kiryarên wî nehatine dîtin. 
 
Dayika Kale, Nezahat Kale dide zanîn ku agahiyên lawê wê ji aliyê endamên Hîzbûllahê ve hatiye kuştin hene û kurê wî li hember ji mirovan, xwezayê û zindaweran hestiyar tevdigeriya û got: “Gelek wêrek bû û merhameta wî pir bû. Pisîkên birçî li kuçeyan bûn jî têr dikir. Dema çûk dihatin şaneşînê nan dida wan. Ji me û der û cîranan pir hez dikir. Nefret û kîna wî li hember kesî nebû. Her kesî pir jê hez dikir. Jixwe çi hat serê wî ji hezkirinê hat.” 
 
 
GAVA HAT GOTIN ‘KOBANÊ KET HA KET’…
 
Dayika Kale, da zanîn ku Suleyman nekarî li dijî tiştên li Kobanê rû dan xemsar nêz bibe û wiha got: “Gotinên Serokkomar Erdogan ên ‘Kobanê ket ha ket’ bû sedem ku kurê min û ciwanên din dakevin qadan. Wê demê çalakiyên Kobanê hebûn. Çi dema ku Erdogan got ‘Kobanê ket ha ket’ kesekê nekarî zarokên xwe di malê de bigirin. Ji ber bûyeran em pir ditirsiyan. Me ne dixwest kesek bimire. Daxwaza me ew bû ku şer û tundî bi dawî bibe. Di dema çalakiyan de kurê min bi çekê kuştin. Ez ji televîzyonê hîn bûm ku kurê min jiyana xwe ji dest da ye. Dûre em çûn morgê, me bedena wî ya mirî anî û spar axê. Ji wê rojêve ve em li bendêne ku faîlên wî bên aşkerekirin û darizandin. 
 
DOSYEYA BÎLAL GEZER 6 SALIN ‘VEŞARTIYE’
 
Yek ji kesên din ên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan û faîlên wî hîna jî nehatine dîtin, bavê zarokekê Bîlal Gezer ê di 8’ê Cotmehê de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hat kuştin e. 
 
Di dosyeya lêpirsînê ya derbarê mirina wî de hatibû dest pê kirin de, din ava 6 slan de 4 dozger hatin guhertin, lê biryara “veşartinê” ya li ser dosyeya qet ranekirin. Piştî bûyerê 2 mehan, li ser hesabekê Facebookê derbarê kuştina Bîlal Gezer de, peyameke “Kî birayê we kuştiye ez dizanîm” ji malbatê re hat şand. Malbatê peyam teslîmû dozger kir, lê dîsa jî tu encam nehat girtin. Piştî bûyerê 5 salan, li ser hesabekê Înstagramê peyameke gev xwarin a “Em ê weke birayê we, we jî bikujin” ji malbatê re hat şandin. Malbatê li ser vê yekê li Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê cardin gilî kir, lê ji vê jî tu encamek derneket holê.
 
BIRAYÊ LI BER QEREQOKÊ BIRÎNDAR BÛ FELÇ MA
 
Birayê Bîlal Gezer Emîn Gezer piştî kar û barê definkirinê, dibihîse faîlên birayê wî li qereqolê ne. Emîn Gezer li ser vê yekê diçe ber qereqolê û ji qereqolê gule lê tê reşandin. Gezer di encama gulebarandin eskeran de bi giranî birîndar dibe û felç dimîne. Di lêpirsîna vê dosyayê de jî, nehatin darizandin û ceza kirin. Dosya niha li Dadgeha Bilind e. 
 
Piştî van bûyerên hatin jiyîn, zextên li ser malbatê hîn zêdetir bûn. Dûre 2 endamên malbatê, piştî bi salan ji sûcên cuda hatin girtin.
 
DAYIK: HEYA ROJA QIYAMETÊ EM Ê HESAP BIPIRSIN
 
Dayik Halîme Gezer a ku kurekê xwe winda kir, kurekê wê felç bû û 2 zarokên wê hatin girtin, diyar kir ku kurê wê Bîlal li Êlihê dixebitî û ji bo Cejna Qûrbanê hatibû Kerboranê.
 
Dayik Gezer, anî ziman ku kurê wê ji bo cejna hevalên xwe pîroz bike ji malê derket û wiha axivî: “Dema ku kurê min ji malê derket dengê çekan hat. Em çûn cihê dengê çekan lê hat. Dema em gihan cihê bûyerê min dît ku kurê min hatiye gule baran kirin. Kurê min kuştin. Ez dixwazim ên ku kurê min Bîlal kuştin û Emîn felç kirin, bên cezakirin. Rayedarên hikumetê qet behsa kurê min ê hat kuştin nekirin. Ji ber vê ez pir bi hirsim. Heya roja qiyametê jî ez ê hesabê kurê xwe bipirsim. Ji ber ku faîl dernexistin holê û ceza nekirin, niha jî HDP’ê sûcdar dikin. Bi van mirinan dixwazin HDP’ê bikin hedef.”
 
SIBE: Darizandina ji bo Yasîn Boru kirin, gelo çima ji bo yên din nekirin?
 
MA  /  Ahmet Kanbal - Sevda Aydin - Ergîn Çaglar