Gava ewil a destwerdana li dijî Rojhilata Navîn

img

STENBOL – Hêzên global ên hesabên wan li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn hebûn û ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji xwe re wek asteng didîtin nikaribûn bi awayek fizîkî ji holê rakin, serî li rêbaza tasfiyekirinê dan. Ev pêvajo bi derxistina Ocalan a di 9’ê Cotmeha 1998’an a ji Sûriyê gav bi gav li pêş ket. 

 
Di ser dersînorkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyê ya ji hêla hêzên navneteweyî ve di 9’ê Cotmeha 1998’an de pêk hat 22 sal derbas bûn. Gelek welat di nava vê komploya li dijî Ocalan pêk hat de cih digirin. Ocalan bi organîzasyona gelek welatan di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyê hat kirin û li Girtîgeha Girava Îmraliyê heps kirin. Darizandinek cidî nehat kirin û cezayê heta hetayê yê girankirî li Ocalan birîn. Ji roja Ocalan xistine girtîgehê tecrîdkirin jî didome. 
 
Serkêşên vê tasfiyeyê Amerîk, Îngîlîstan û Îsraîl bûn û hesabên wan li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn hene. Beriya Ocalan ji axa Sûriyê were derxistin van planan xistibûn dewrê. Lig elek welatên Ewropa li dijî kurdan operasyonên qirkirina siyasî hatbin destpêkirin. Di sala 1194’an de Serokê Amerîkayê yê wê demê Bîll Clînton bi Serokê Dewleta Sûriyê Hafiz Esad re hevdîtinek pêk tîne. Wê çaxê Ocalan jî li Şamê ye. Pişt re derket holê ku hevdîtina wan 4 saet domiyaye û 3 saet li ser Ocalan axivîne. Di vê hevdîtinê de planên tasfiyekirina Ocalan hatin hûnandin. 
 
EWILÎ BI PLANA SÛÎKASTÊ DEST PÊ KIRIN 
 
Gavên vê planê ya ewil jî plana sûîkasta li dijî Ocalan bû. Di 6’ê Gulana 1996’an de li nêzî mala Ocalan a li Şamê wesayîtek tije teqemeniya C4 barkirî hat teqandin. Ocalan bêyî birîndar bibe ji vê êrişê rizgar bû. Piştî vê hewldana sûîkastê Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Simitis û Serokê Amerîkayê Bîll Clinton di 9’ê Nîsana 1996’an de li Qesra Spî hevdîtinek pêk anîn. Di vê hevdîtnê de jî li ser tasfiyekirina Ocalan li hev kirin. Piştî vê hevdîtinê Yewnanîstanê di komployê de cih girt. 
 
WASHINGTON PEYMANA OTONOMIYA KURD ÎMZE KIR 
 
Hêzên global di nava hewldana hesabên wê hem Ocalan û hem jî PKK’ê di nava axa Herêma Kurdistanê de tecrîd bikin de bûn. Piştî hevdîtina Simitis û Clinton, Serokê PDK’ê Mesût Barzanî vexwendin Enqereyê. Bi dû vê hevdîtinê re Barzanî û Serokê YNK’ê Celal Talabanî vexwendin Amerîkayê. Di 17’ê îlona sala 1998’an de di navbera Amerîka, PDK û YNK’ê de Peymana Otonomiya Kurd hat îmzekirin. Bi vê peymanê re “lingê kurdan” jî yê hevkariya vê plana tasfiyekirina Ocalan temam bû. 
 
Bi van hevdîtinan re lingê siyasî yê komployê jî hat hûnandin. Dorpêçkirina eskerî, siyasî û dîplomatîk ên Amerîka-NATO-Îsraîl û Tirkiyê yên li dijî Sûriyê di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi encam bû. Hikumeta Hafiz Esat serî ji zextan re tewand û bi van hêzên global re li hev kir û xwest ku Ocalan gavek beriya gavekê ji Sûriyê derkeve. Li pêşiya Ocalan du rê hebûn ya wê biçûya çiyê an jî wê derketa Ewropayê. 
 
LI PÊŞIYA OCALAN DU RÊ HEBÛN 
 
Ocalan ê ku xwe wek “xewna 40 salan” pênase dike rêya çiya nebjiart û bi armanca kêşeya kurd li platformên navneteweyî çareser bike berê xwe da Ewropayê. Wezîrê Veguhastinê yê Yewnan ê wê demê Kostas Baduvas soz dabû Ocalan û ev sozên wî bandor kiribû. Hêj Ocalan li Şamê bû Baduvas gelek cara lê geriyabû û gotibû “Min vî karî hel kiriye û amadekarî temam in.” Baduvas ewqas zelal bû. Li ser vê yekê Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi balafirek rêwiyan ji Sûriyê berê xwe da Atînayê. Balafira ji Balafirgeha Şamê rabû piştî çend saetan li Balafirgeha Hellinikon a Atînayê danî. Baduvas ê soza pêşwaziyê dabû Ocalan, lê li holê tuenbû. Li şûna Baduvas, ji serwîsa nepen a Yewnanîstanê EYP’ê Savvas Kalenderidis û rageydarê payebilind ê îstîhbaratê Yannis Stavrakakis Ocalan pêşwîzî kiribûn. 
 
ROLA BUDAVAS
 
Ocalan bi salan şûn ve têkildarî Budavas ev nirxandin kiribû: “Di xefika Yewnanîstanê de para Baduvas heye. Berpirsiyariya wî ya çûyîna min a Atînayê mezin bû. Pişt re derket holê ku Yewnanîstan di xefika li dijî min de di şexsê Baduvas de rola Îngîlîstanê leyîstiye. Baduvas ji aliyê Îngîlîstanê ve hatiye xwedîkirin û birêxistinkirin. Vexwendina Baduvas wek gava destpêka komployê ya Amerîka-Îngîlîstan –Simitis xistin dewrê.” 
 
DAXWAZA MAYÎNÊ NEHAT PEJIRANDIN 
 
Baduvas ê neçû pêşwaziya Ocalan di wan seatan de bi Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Simitis re hevdîtin pêk dianî. Hêj Ocalan li balafirgehê bû daxwaza îltîcaya siyasî nehat qebûlkirin. Li gorî hiqûqa navnetewî û yasayên Yewnan divê daxwaza îltîcayê bişandina mahkemeye û li benda encama wê bihata sekinîn lê ev prosedur ji bo Ocalan pêk nehat. Wezîrê Pergala Cemaweriyê ya Yewnan Filipos Peçalnikos gotibû “Divê me Ocalan bida girtinê.” 
 
RAWESTGEHA DUYEMÎN RÛSYA BÛ 
 
Pişt re derdikeve holê ku ew endamên îstîhbaratê Stavrakakis û Kalenderidis ên Ocalan li balafirgeha Atînayê pêşwazîkirin xebatkarên NATO’yê bûn. Ocalan nêzî 5 saetan li balafirgehê tê rawestandin. Divê Ocalan heman rojê ji Yewnanîstanê bihata derxistin. Nûnerê rêxistinê yê Rûsya Nûman Ûçar (Mahîr Welat) faxa vexwendnameyê ji Yewnanîstanê re şand û pişt re ji bo Ocalan rêwîtiyek nû dest pê kir. Heman rojê Wezareta Karên Navxweyî balafirek taybet ji bo Ocalan amade kir û balafir ber bi paytexta Rûsyayê Moskovayê ve derket rê. Di rêwîtiyê de Kalenderidis jî li gel Ocalan bû. 
 
AGAHÎ ŞANDIN ENQEREYÊ 
 
Lê belê di wê demê de jî Rûsyaya ku li dijî polîtîkayên Ewropa û Amerîkayê bû di mijara komploya tasfiyekirina Ocalan de li dora maseya komployê civiya û bû yek ji aktorên vê planê. Di roja duyemîn a Ocalan ku li Rûsyayê bû agahiyên derbarê Ocalan a derketina ji Sûriyê gihîştin Enqereyê. Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê yê wê demê Mesût Yilmaz li gorî agahiyên gihîşt destên wî civîna çapemeniyê li dar xist û gotibû: “Ocalan ji îro pê ve li Rûsyayê ye. Rêxistina îstîhbarata welatek em mutefîkên hev in vê agahiyê daye me.” 
 
Amerîka û Tirkiye ketin dewrê û Serokwezîrê Rûsyayê Yevgenî Prîmakov xwest Ocalan ji Rûsyayê bê derxistin. Wek ku li Yewnanîstanê mafê îltîcayê ji bo Ocalan nehat nasîn li Rûsya jî nehat nasîn. 
 
AMERÎKA BIRYARA DUMA’YÊ TEHDÎT KIR 
 
Cîgirê Musteşarê Wezareta Karên Navxweyî yê Tirkiyê Mehmet Alî Îrtemçelîk çû Rûsyayê û nameya Mesût Yilmaz radestî Serokwezîrê Rûsyayê Primakov kir. Di nameyê de dihat gotin ku ji bo radestkirina Ocalan a Tirkiyê bazara aborî hebû. Di vê kêliyê de Ocalan bi daxwaza wek “penaberê siyasî” serî li Duma ya di bin banê Parlamentoya Rûsyayê de ye da. Daxwaza Ocalan ji aliyê Duma’yê ve di 4’ê mijdara 1998’an de hat qebûlkirin. Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Amerîka James Rubin bertek nîşanî biryara Duma’yê da û li pêşberî çapemeniyê rexne kir. 
 
Ocalan li mala parlamenterê Rûs Aleksey Mitrofanov dima. Mitrofanov bi Serokwezîrê Yevgeni Primakov re hevdîtin pêk anî û xwest Ocalan li Rûsyayê bimîne. Lê belê Primakov daxwaza Mitrofanov qebûl nekir û got Ocalan tenê dikare 9 rojan li Rûsyayê bimîne. 
 
RAWESTEGEH DIN ÎTALYA BÛ 
 
Organîzatorên komployê dixwestin Ocalan ji Rûsyayê bi ser qada hewayî ya Tirkiyê re bibin Qibrisê. Lê Ocalan vê yekê qebûl nekir. Dixwestin balafirê ya li hewa îmha bikin an jî balafir bila li Enqereyê deyne û bi vî awayî Ocalan radestî Tirkiyê were kirin. Parlamenterê Partiya Komunîst a Îtalyayê Ramon Mantovani ket dewrê û Ocalan di 12’ê Mijdarê de derbasî paytexta Îtalyayê Roma bû. Ocalan bi giştî li Rûsyayê 33 rojan ma. Ocalan digot “Li Ewropayê tekane paytexta mirov biçûyayê Roma bû.” Bi gihîştina Romayê re û girtina wî bû yek. 
 
Derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn. Piştî çend rojan biryara girtinê hat rakirin. Ji bo Ocalan were revandin her cûre rê û rêbaz hatin ceribandin. 
 
Ocalan wek ku li Yewnanîstan û Rûsya serlêdana îltîcaya siyasî kiribû, li Îtalya jî serlêdana Îltîcayê kir. Her çiqas Îtalya vê serlêdanê qebûl kir jî lê di encama fişarên Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê de daxwaza mayîna Ocalan nîvco ma. 
 
TIRKIYÊ JI ÎTALYA ÎADEKIRINÊ XWEST 
 
Hêzên komploger ji Îtalyayê xwestin Ocalan radestî Tirkiyê were kirin. Hikumeta Îtalya dixwest Ocalan bi rêyên yasayî û hiqûqî derkeveyî welat. Lê nameya “Ez bi vîna xwe ya azad ji vir derdikevim” spartin Ocalan. Hewldanên mayîna Ocalan a li Îtalyê jî neçûn serî. 
 
Lêgerîna Ocalan didomiya. Hikumeta Federal a Almanya derbarê Ocalan de daxwaza girtinê ya berê “neçariya îadekirinê” wek biryara girtinê ya “armanca îade nîne” guhert. Bi vî awayî îhtîmala îadeyê ku Almanya rakir, Fransa jî wek Almanya ragihand ku wê Ocalan qebûl neke û pêşniyaza bila biçe Senegalê kir. Ev pêşniyarî dij cidî hat dîtin. Li ser Avûstûrya û Fînlandiya nîqaş hat destpêkirin. Lê belê rayedarên Fînlandiyayê şerta “heke Almanya qebûl bike” danî pêşiya Ocalan. Almanya daxwazê qebûl nekir û vebijêrka Fînlandiya jî ji holê rabû. Avûstûrya jî daxwaza derbarê Ocalan de qebûl nekir. 
 
DÎSA RÛSYA 
 
Ocalan li Romayê 66 roj ma. Ocalan bi balafirek ji aliyê Serokwezîriya Îtalya ve hatibû amadekirin carek din şandin Rûsyayê. Ocalan cara duyem çû Moskovayê û rûpelên salnameyê 16’ê Çileya 1999’an didan nîşandan. Di pey plana ku Ocalan ji Îtalya carek din şandin Rûsya bazariya aborî di navbera Îtalya û Rûsya de hebû. Ocalan ê carek din çû Rûsya bi sepanek dijwartir re rûbirû ma. Li cihê lê dihat ragirtin nedihiştin derkeve derve jî. Ocalan têkildarî van rojên xwe li vir wiha digot: “min xistibûn hundirê qefesek hesin.”
 
Ocalan di bi şertên giran de dihat ragirtin. Wezîfedarên ewlehiya Rûsya roja 17’ê çile çûn cem Ocalan û jê re gotin hikumeta wan naxwaze li wir bimîne û divê di nava 3 rojan de Rûsyayê terk bike. Lê cihê ku wê Ocalan jî biçê divê wan amade bikira. Dotira rojê Sefîrê Rûsyayê yê Enqereyê Aleksandr Lebedev soza wê Ocalan radestî Tirkiyê bikin da. Ev geşedan diqewimîn serdana Wezîrê Karên Navxweyî yê Amerîka Madeleine Albright a ji bo Rûsyayê ket rojevê. 
 
PÊVAJO MÎNA AMADEKIRINA ÇARMIX Û DARBESTÊ BÛ 
 
Amerîka û Rûsyaya ku seranserî dîrokê dijminê hev in, cara yekemîn bû ku ji bo tasfiyekirina Ocalan li hev kirin. Ocalan di vê pêvajoyê de tiştên dihatin serê wî dişiband çarmixkirina Hz. Îsa û wiha got: “Îhtîmalek mezin pergeya lîstikê ya dawî bi zanebûn dihat amadekirin û dihat leyîstandin. Pêvajo mîna amadekarina çarmix û darbestê bû. Yên li Moskova bizmarên xwe pir jidandî lê didan. Cara yekemîn bû li ser rûyê wan bi dîmenên ku ji dostaniyê re nakenin rûbirû mam û hatim nasîn. Diyar bû biryar ji asta bilind û teqez bû.” 
 
REVANDIN PAYTEXTA TACIKISTANÊ 
 
Ocalan ji bo vê tabloya pê re rûbirû ma dixwest vegere herêmê. Lê bersiva “em ê te li sînorê Ermenîsanê deynin” dan Ocalan. Lê piştî demek kin gotin “rewş guherî û em diçin Tacîkîstanê” û biryarê guhertin. Beriya Wezîrê Karên Navxweyî yê Amerîkayê Madeleine Albright biçe serdana Moskovayê di 20’ê çile de Ocalan bi darê zorê li balafirek kargoyê siwar kirin û revandin paytexta Tacikistanê Bişkekê. Ocalan li vir 8 rojan li gundekî hat tecrîdkirin. Ocalan di 28’ê çile de bi balafirek din paş ve birin Moskovayê û birin avahiyek ku yekîneyên taybet ên Rûs lê diman. 
 
CAREK DIN HAT ATÎNAYÊ 
 
Piştî ku Ocalan paş ve birin Moskovayê di demek kin de wezîfedarên Rûs çûn cem Ocalan û jê re gotin “em ê te bişînin şamê.” Di vê pêvajoyê de Tirkiye û Sûriyê li hev kiribûn. Sûriye soz dabû Tirkiyê heke Ocalan paş ve were Sûriyê dê radestî Tirkiyê bike. Ocalan daxwaza birina Şamê qebûl nekir. Ocalan peyama “ewlehiya canê min di xetereyê de ye” gihand amîralê teqewît ê Andonis Naksakis ê Yewnan. Piştî vê peyamê Ocalan di 29’ê çile de bi navbeynkariya Naksakis balafirek şandin Rûsya û bi balafirê carek din vegeriya Atînayê. 
 
SIBÊ: Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê. 
 
MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayûmat