Qada şerê hêzên kurevî: Rojhilata Navîn

img

STENBOL – Şerê hêzên kurevî yên li Rojhilata Navîn her ku diçe geş dibe. Rojhilata Navîn êdî bûye qada şerê serdestan û bêtir polîtîkayên "Perçe bike û bi rêve bibe" pêş dixe û gelek dewletên qadê dixin nava şer. Bi zêdebûna şer re qeyran û qaos jî zêde dibe. 

Li Rojhilata Navîn ku her tim ji bo mirovahî û civakê bûye qada dergûşa şaristanî, çand, dîrok û aboriyê; hezên kurevî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî ev qad ji bo xwe kirine qada şer. Hêzên kurevî bi salan e li vir şer geş dikin, kaos û aloziyê pêş dixin. Heta niha gelek şaristan û împarator hatin ser vê axê û derbas bûn. Heta niha çend hêzên kurevî û împarator hatin axa Rojhilata Navîn dagir kirin û windakirin. Hêzên kurevî ku gelek çaran li ser vê axê têk çûn, niha polîtîkayên "Perçe bike û bi rêve bibe" pêş dixe û dixwazin li ser vê axê serweriya xwe mayinde bikin. Di sedsalên borî de Împaratoriyên Misir, Asurî, Babîl, Roma û Osmanî hatin ser vê axê û têk çûn. Niha jî li şûna wan DYA, Îran, Tirkiye, Fransa, Erebîstana Suudî, Misir Îsraîl û Rusya dixwazin serweriyê bikin.
 
Lê niha dewletên wekî DYA, Rusya û welatên Yekîtiya Ewropa di qada eskerî, siyasî û aborî de dixwazin li Rojhilata Navîn serweriya xwe pêş bixin û berjewendiyên wan kaosek ava kiriye. Geşedanên ku li Rojnilata Navîn pêş dikeve hinekî dê hilbijartina Serokdewletiyê ya DYA ku di meha Mijdarê de pêk bê diyar bike. Her çend qeyran kaos û şerê li Rojhilata Navîn ne nû be jî, bi taybedî di sedsala dawî de hêzên kapitalîst herêm kirine qada xwînê. Bê çareserî û neçariya hêzên herêmî, bê guman ne rewşek nû ye. Hêzên serdest ku sed sal berê bi netew-dewletê herêm perçe kirin û bi rêve birin, niha jî bi hevkarên xwe şerê li dijî gelan pêş dixin. Di encama şerê bi xwîn de serhildanên gelan li herêmê bilind dibe. Her çend serhildanên gelan pêş ket jî ji ber rêxistinbûna gelan pêş neket û aliyê bîrdozî lawaz ma, nekarîbû rê li pêş dîktatorên nû bigirin û li herêmê dîktator zêde bûn. 
 
FÎNANSA KAPÎTAL JI PARASTINÊ BEKÇIYÊN XWE AVA KIR
 
Finansa kapital, îro ji bo pergala xwe biparêze û hebûna xwe berdewam bike, li şûna pêşketina bê sînor, qadên bi pêşketina bi kontrol ava kir. Li van qadan li gorî perçeyê stratejiyê şer pêş xist. Dewlet û hêzên kurevî, bi destên Îsrail, Misir, Tirkiye, Îran, Erebîstana Siûdî hewl didin herêmê têxin kontrola xwe. Hêzên serdest di salên dawî de rolên nû dan van dewletan û dixwazin bi rêya wan herêmê di kontrola xwe de bihêlin. Lê li aliyê din her ku diçe qeyrana siyasî, aborî û civakî kûr. Hêzên ku hemû çalakî û rêxistinên ji bo azadî li dijî xwe dibînin, bi destê hevkarên xwe bê navber êrîşî gelên Filistîn û Kurdan dikin. Li Kerkuk, Efrin, Serêkanîye û Grê Spî êrîşên li dijî gelan mînaka vê yekê ye. Bi destên hêzên herêmî û hevkarên xwe li dijî gelan êrîşî van bajaran kirin û gel ji cih û warên wan bi zorê derxistin. 
 
 
LI IRAQÊ GRÊKA NEÇARESERIYÊ 
 
Hêzên kurevî li Iraqê herî zêde li Irakê polîtîkayên neçareseriyê pêş dixin. DYA 17 sal berê mudaxaleyî Iraqê kirin û rêveberî guhertin. Lê piştî DYA mudaxaleyî Iraqê kir, Iraq ji bo Îran û Tirkiye bû qada êrîşan. Bi hevkariya Tirkiye û Îran û dewletên din di serî de DAIŞ, Haşdi Şabî û hêzên din ên çekdarî xwe li vê herêmê bi rêxistin û çek kirin. Hêzên çekdar ku xwe li vir bi rêxistin kirin bûn wekî bombeyê û ketin herêmê. Lê hesabê ku DYA, Rûsya û hêzên kurevî xwestin li herêmê bikin li gorî dixwestin pêk nehat. 
 
Dîsa welatekî ku hêzên kurevî ji bo xwe kirin qada Şer Tunus e. Hêzên Kurevî di sala 2010’an de li Tunusê alozî pêş xistin. Gelên Rojhilata Navîn bi navê "Bahara Ereban" ala serhildanê bilind kirin. Gelên herêmê li dijî diktator û dijdemokratan serhildanên destanî pêş xistin. Lê gelên ku serî rakirin ji ber lawaziya bîrdozî û rêxistinî serhildanên xwe bi encam nekirin. Hêzên Kurevî her carê rêbazek li welatekî pêş xistin. Yek ji welatê ku Bahara Ereban bi ser ket Lîbya bû. Piştî 42 salan Fermandar Muammer Kaddafi welat bi rêv bir, bersîvên hişk nîşanî çalakgeran da û aşkere kir ku ji koltûxa xwe danayê xwar. Hêzên serdest ku ji serhildanên gel firsend bi dest xistin daketin qadê. Fransa, anî ziman ku nikare vê yekê temaşe bike û ligel NATO mudaxaleyî Qedafî kir. Qedafî li dijî vê yekê reviya bajarê xwe Sirte. Qedafî, li vir hat girtin û di 20'ê Cotmeha 2011’an de gelan ew lînç kir û kuşt. Rêveberî dewrî Konseya Derbasbûnê ya Neteweyî kir. 
 
PERÇE BIKE Û BI RÊVE BIBEB 
 
Bi destên hêzên navneteweyî liTrablus û Tobrukê du rêveberî ava kirin. Van herdu rêveberiyan li gorî berjewendiyên herêmî û kurevî dem bi dem şer kirin. Piştî Kaddafî hilweşandin, deriyê Libyayê ji mudaxaleya hêzên navneteweyi re vebû û kaos kûr bû. Ji sala 2014'an de Libya ketiye destê kontrola du hikûmetan. Herêma hikûmeta Fayiz es-Serrac ku Tirkiye piştgiriya eskerî û siyasî didê navenda wê li Trablusê ye. Hikûmeta Mutabakat a Neteweyî (UMH) li Navenda Tobrukê piştgiriyê dide Artêşa Neteweyî ya girêdayî General Halife Hafter. Agirbesta di navbera du hêzan de di 22'ê tebaxê de hat îlankirin. Lê pispor diyar dikin ku ev agirbest dirêj najo. 
 
HESABÊ TIRKIYE NEGIRT
 
Piştî şerê navbera Trablus û Tabrûkê hêzên navneteweyî yên wekî Rusya, DYA; Fransa, Almanya, Îtalya, Tirkiye, Erebîstana Siudî Misir û Emîriyên Yekîtiya Ereban tev li şer bûn. Herî zêde Tirkiye li herêmê şer sor kir û xwe avêt pê . Li gorî daneyên SOHR’ê Tirkiye 18 hezar hêzên çekdar ên bi pere ji Sûriyeyê şandin Lîbyayê. TSK hem ji qada bejayî û hem jî ji qada hewayî tev li şer bû. Lê piştî di 22'ê tebaxê de agirbest îlan kirin planên Erdogan têk çû. Piştî Muhammet Mursî ji îqtîdarê hat daxistin caraı duyemîn xeyalên Erdogan vala derketin. Ji ber ku qadên petrolê ket destê Halife Hafter. 
 
PIŞTÎ IRAQÊ SÛRIYE BÛ QADA ŞER
 
Piştî bi destê DYA Iraq perçe bû û hêzên çekdar li wir xwe bi rêxistin kirin, vê carê nêzên navneteweyî berê xwe dan Sûriyeyê. Hêzên kurevî hêzên çekdar ên bi pere li Sûriye bi rêxistin kirin û gelê Suriye li dijî vê yekê serî hilda. Piştî Hafız Esad mir di sala 2000’an de Beşşar Esad rejîm xist destê xwe. Di sala 2011’ah de li Dera serhildanên gel dest pê kir û li hemû Sûriyeyê belav bû. Serhildanên gel vegeriya şerê çekdarî. Hêzên kurevî û herêmî ketin qadê û hêzên xwe lê bi cih kirin. Piştî demek nêzîk Artêşa Sûriyeya Azad, El Nusra, DAİŞ û gelek rêxistinên din derketin holê. Piştî şerê navxweşî Tirkiye, Katar, Suudi Arabistan, Çin, DYA Rusya û îran jî di navde gelek welat tev li vî şerî bûn. Serhildanên gel ên ji bo daxwazên demokratik dest pê kir, bûn qada ranta hêzên kapitalist. Ji ber şerê li herêmê 500 hezar mirov hatin kuştin. 5 milyon mirov ji cih û warên xwe koçî welatên din kirin. Nêzî 7 milyon mirov ji gund û bajarên xwe koç kirin û çûn li bajarên din bi cih bûn. 
 
BAKÛR Û ROJHILATÊ SÛRIYE BÛ HEVIYA GELAN
 
Piştî şerê navxeyî yê Sûriyeyê gelên herêmê ku li dijî pergala Modernîteya Kapîtalîst li dora Pergala Modernîteya Demokratîk kom bûn, bûn heviya gelan. Kurdan û hêzên Kurd ji vê pergalê re pêşengî kir û di sala 2011’an de dest bi şerê şoreşgerî kir. Gelên herêmê bi pêşengiya gelê Kurd li dijî DAİŞ’ê şer kir û DAIŞ têk bir. Gelên herêmê bi pêşengiya Kurdan Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Piştî ev rêveberî bû heviya gelan, Tirkiye dest bi êrîşan kir û li dijî rêveberiyê şer îlan kir. Tirkiye piştgirî da hêzên çekdar ên wekî DAİŞ, El Nusra, OSO- SMO. Ev hêzên bi çek û bi pere îro li Idlib, Efrin, Serêkanîyê, Grê Spî, El Bab û Azez  bi hevkariya Tirkiye bi cih bûne û herêm dagir kirine. DAİŞ’ê ku xwest Kobanê dagir bike û têk çû, li Sûriyeyê hêdî hêdî têk çû û winda bû 
 
SIBÊ: Hakan Guneş: Kirasê Emperyalizmê ji Kurdan û Filistiniyan re nebû
 
MA / İdris Sayilgan - Ferhat Çelik