STENBOL - Doç. Dr. Hakan Guneş, diyar kir ku Kurd û Fîlîstîniyan bi tekoşînên xwe, nexşeya siyasî û îdarî ya heyî ya Rojhilata Navîn ku di dorpêça hêzên kurewî de ye, dane zorê got: “Hebûn û rastiya van gelan bi rastiya emperyalîzmê re li hev nake. Ji ber vê plana emperyalîzmê kurd û filîstiyan nehat û red kirin.”
Hêzên kapitalîzmê yên ku rewşa şer û krîzê ya li Rojhilata Navîn tê jiyîn kûrtir kirin, bi hevkariya maşikên xwe, lîstikên xwe yên li ser herêmê dewam dikin. Hêzên ku bi îdîayên “Emê aştiyê bînin” mudaxileyê herêmê kirin, ji bilî rijandina xwînê û rondikên çavan ji bo gelan tu tişt pêş nexistin. Hêzên hegemonîk ên ku lêgerîna demokrasî û azadiyê ji bo xwe weke gef dîtin, îro raste rast daketin qadê.
Endamê Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyî û Zanistan Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Hakan Guneş, sedemên krîz û kaosa li Rojhilata Navîn tên jiyîn, mudaxliyên hêzên kurewî, pêşbirka bi çekirina dewletên herêmê, berxwedana gelên Kurd û Fîlîstînê, Bihara Ereban, çalakiyên tevgerên gel û rêyên çareseriyê yên ji bo krîza heyî nirxandin.
Guneş, diyar kir ku têkoşîna gelan, êdî gehiştiye nifşê azadîxwaz û piranîparêzan û bandora vê yekê wê di pêvajoyên pêş de hîn zêde derbikevin holê.
GIRÎNGIYA ROJHILAT NAVÎN
Guneş, anî ziman ku di mudaxiliyên Rojhilata Navîn û cîhanê yên dîrokî de, keşfên mîna Umît Bûrnû, Rêya Biharatê û parzemînên nû yên dûr, ên di dawiya sedsala 15’emîn û dest pê ka sedsala 16’emîn hatin kirin de, keşfên mîladîbûn û got: “Ev jî bû sedem ku girîngiya aborî ya erdnîgariya Osmaniyê hêdî hêdî tune bibe.”
Guneş, da zanîn ku di dagirkeriya ji salên 1600’an dest pê kir û heya 1800’an dewam kir de , hin bênderên girîng hatin bi dest xistin, li van deran qereqolên eskerî hatin avakirin û bi vî awayî kirin navendên mêtîngeh û sewqiyeta zêr, zîv, biharat û endustiryên cuda, li van navendan hatin kirin.
‘TÊKOŞÎNA PARVEKIRINÊ DEST PÊ KIR’
Guneş, dest nîşan kir ku piştî vê pêvajoyê, bandora dargirkeriyê li Rojhilata Navîn jî kir û wiha pê de çû: “Di çaryeka dawî ya 1800’an de,, vê carê pêşbirka ku li cîhanê cihek tenê jî dagirkirî nemîne, hat dest pê kirin. Di çaryeka dawî ya 1800’an de dest bi têkoşîna parvekirinê hat kirin. Bi vê re di çaryeka dawî ya sedsala 19’emîn de dagirkeriya heyî li herêmên Sûriyê, Iraqê, Urdun, Fîlîstîn û Kurdan belav bû. Li van herêman çawan ku petrol hat keşfkirin, ev der mîna zêr bi qîmet bû. Dûre li dijî Împaratoriya Osmanî ku ev der dargir kiribûn, dest bi mudaxileyê hat kirin û ev herêma petrolê ji bo hêzên mezin ên weke Îngîltere, Frans, Almanya û Rûsyayê bû qad reqabetê.”
‘PERGALA NEO-KOLONYALÎ HÎNA JÎ DEWAM DIKE
Guneş, diyar kir ku emperyalîzmê heya Şerê Cîhanê yê Dûyemîn jî bi rejîma manda re dagirgeriya xwe dewam kir û wiha dewam kir: “Piştre ev welat li dû hev ji bin konrola rejîma mandayê derketin û bûn welatên serbixwe. Ev der kirin weke binyadên neo-kolonyal. Yanî gaşo di hûndir de desthilatdarî hembû, lê di rastiyê de hêzên derve biryarên polîtîkayên wan didan. Ji ber vê ne serbixwe bûn. Di rastiyê de ev dem hîna jî dewam dike. Niha li Rojhilata Navîn, hîna jî pergala neo-kolonyalî dewam dike.”
TÊKOŞÎNA GELÊ KURD Û FILISTÎN
Guneş, diyar kir ku emperyalîzma îngilizan demeke xwe dispire mîrnişînan didomîne, lê li dijî vê berxwedan hene û wiha berdewam kir: “Yek ji xala werçerxê ya herî girîng rastiya damezrandina Îsraîlê û berxwedana Filistîn bû. Yek jê jî rasteqîniya kurd a li Îranê û piştre jî ya li Iraqê derket. Plana ku emperyalîzmê ji wan re diyar kir li wan nehat û red kirin. Wan jî di asta diyarkirina qedera xwe de daxwaza mafên xwe yên rêveberiyê kirin. Piştî ku wiha bû, ev jî bû pêşveçûneke ku geşedanên li Rojhilata Navîn gelek da zorê. Ev hê jî didome. Bi daxwazên çandî, xweserî û aborî têkoşîna gelên mîna filistînî, kurd, keldanî, suryanî çêbûn. Bi taybetî têkoşîna kurd û filistîniyan nexşeya siyasî û îdarî ya heyî ya Rojhilata Navîn dide zorê. Rastî û hebûna van gelan li rastiya emperyalîzmê nayê.”
BERXWEDANÊN JI SALÊN 1940’AN VE
Doç. Dr. Guneş, bi bîr xist ku ji salên 1940’an ve li Rojhilata Navîn ji aliyê gel, civak û komê nîjadî ve gelek serhildanên pêşverû çêbûne û ev tişt gotin: “Elewî, kurdên îranê, filistînî û kiptiyên li Misrê… ev mînak dikarin bên zêdekirin. Daxwazên pêşketî yên li vir bi piştgiriya sovyetan û dinya pêşketî hatine berdewamkirin. Piştî ku ew paradigma bi dawî bû hilweşandineke mezin çêbû. Di dema nû de ev hemû hebûn û têkoşînên rizgariyê, wê li rêyên ku karibin li ser pêyê xwe bimînin bigerin û ev wê nehêsan be. Niha têkoşînên azadiyê gelek zehmet bûne. Em demeke wiha zor û zehmet de ne. Ne tenê Tirkiye, li Amerîka û Rûsyayê jî wiha ye.”
‘BERXWEDANAN CIWANTIYEKE AZADÎXWAZ AFIRAND’
Di berdewamê de Guneş, desnîşan kir ku di şertên îro de serhildanên ku qala wan tê kirin ji bo ku li ser arestekirineke polîtîk, çandî, siyasî û bîrdozî bên rûniştin pêwistiya wan bi dem û hêzê heye û wiha pêde çû: “Di vê wateyê de mirov dibîne ku serhildanên destpêkê pir bi erênî nadomin. Lê pir girîng e ku şêwaz baş bê xwendin. Şêwaza nû wiha ye; weke ku li Lubnan û Iraqê tê ditîn ıraqiyên sûnî li dijî lîderên sûnî, ıraqiyên şiî jî li dijî lîderên şiî ku angaşt dikin li ser navê wan siyasetê dikin îttîraz dikin. Heman tişt li Lubnanê jî heye. Ciwanên xiristiyan ên marûnî ji lîderên xiristiyan ên marûnî re, durzî jî jî liderên durzî re dibêjin, ‘êdî bes e, her yek ji we bi welatekî re hevkariyê dike, qaşo bi hev re şer dikin û li ser serê me bûn çîneke rêveber û me bi weke koalîsyonê bi rê ve dibin. Em ji rêvebirina we ya welat aciz bûn. Em ji kirinên we yên qalibê sûnî, şiî û marûnî aciz bûn. Lewre doza dinyayeke n dikin. Ez jî nizanim ku wê vê nifşa nû ber bi kuderê ve biçe. Wê biçe ez wê jî nizanim. Lê li vir tevgereke nû heye, em dibînin. Dixwazî em vê bi serdema kûrewî ve aşkera bikin, dixwazî em bi tiştên din re aşkera bikin, şêwaza nû li Amerîka jî li Îngilistanê jî heye. Nifşên ciwan li pey fikren nû, azadîxwaz û piranîparêz in û vê tînin ziman jî. Lewre lêgerînên mafan ên 10 salên dawîn ku em qal dikin pir serkeftî nebin jî li ser ciwanan bandoreke mezin hiştine û ev bandor bi gihandinê berdewam dike.”
LI ROJIHILATA NAVÎN BANDORA BIHARA EREBAN
Guneş, bi bîr xist ku bi Bihara Ereban re li gelek welatan dîktator têk çûne lê dîktatorên nû hatine şûna wan û bi pirsa “Tişta guherî çi bû?” re ev tişt anîn ziman: “Di dawiya rojê de ev berxwedan bi serkeftî bi dawî nebûbûn jî gelek guhertinan bi xwe re anîne. Ji bo ku nifşa nû bibe hêzek û li Lubnanê, Iraqê, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê guhertinê bi siyasetê tacîdar bike pêwistî bi demê heye. Ev tiştên nû ne. Li vir hawirdorparêzî, nasnameyên nû, nêrîneke din a dinyayê, cemawerîtî heye. Em ê encamên van bibînin. Bi awayekî civakî ne pekane ku ev tişt di siyasetê de pê re pêk bên. Lê wê dirêj jî nebe. Li gorî min nifşa nû ber bi aliyê erênî ve bi pêş dikeve.”
PETROL CIHÊ XWE JI GAZA XWEZAYÎ RE DIHÊLE
Derbarê girîngiya petrolê ya Rojhilata Navîn de jî Guner nêrînên xwe parve kir û derbarê mijarê de ev nirxandin kirin: “Gaza xwezayî hatiye asta ku petrolê dema xwe tije kiriye. Dinyar ber bi çavkaniyên nû yên enerjiyê ve diçe. Lewre di dawiya rojê de dibe ku weke li Erebistana Siûdî û Afganistanê tê nêrin bê nêrîn. Weke cihekî ku di hêla aborî de tu nirxekî wê tuneye. Divê van guhertinan li ber çav bên girtin.”
HÊZA SÊYEM TENÊ KRÎZÊ KÛR DIKIN
Guneş da zanîn ku têkoşîna gelan ji aliyê hêzên derve ve tê bikaranîn û got: “Vê tabloyê du qat zortir dike. Halbûkî aktorek ango dewletek li Rojhilata Navîn çareseriyê bixwaze divê hemû hêzan li derve bihêle. Her tim tê gotin heke Tirkiye pirsgirêka kurd çareser bike lazime moderatoriyek mûtleq deyne ser milê xwe. Bi ya min roja ku vê moderatoriyê deyne ser milê xwe wê nikaribe kêşeyê çareser bike. Ev pirsgirêk bi şêwreya kurd û tirkan dikare were çareserkirin. Di kêliya lingê sêyemîn bikeve nava vê meseleyê wê kêşe neyê çareserkirin. Ev tişt ji bo Îran, Iraq û Sûriyê jî derbasdar e. Heke hêzên din bikevin nava kêşeyê wê xera bibe. Wek ku tê dîtin hêzên derve ji bilî ku kêşeya kurd kûrtir bikin tiştek din nakin. Ew hêz tevlîhev dikin. Lazime hêzên herêmî hêzên derve bê faktor bikin û lazime xwebixwe li rêya çareseriyê bigerin.”
‘KETINE PÊŞBAZIYA FIROTIN Û KIRÎNA ÇEKAN’
Guneş diyar kir ku di dema şerê sar de di çarçoveya planên polîtîk ên rojava da li Rojhilata Navîn wek eskerî yên Îran, Erebîstana Siûdî û Tirkiyê pir tê mezinkirin ango werimandin û gotinên xwe domand: “Niha pazûyên ewqas werimîn, di kapasîteya aboriyek diyar de her kes li pey wê çawa li derdora xwe belav bike ye. Ew jî eynî wek Îngîlîstan, Fransa û Elmanya çawa ku di pîvanên biçûk de dike ye. Di warê çek firotin û kirîtinê de ketine peşbaziyê û belavbûnê. Li Tirkiyê, Îran, Erebîstanê û Yewnanîstanê li xerckirina eskerî li dijî gelên xwe dikin. Qet ne hewce be jî lê xerckirina eskerî dikin. Ji bo kompleksa ewlehiya herêmî tê kirin.”
‘ÇARESERÎ AŞTIYA HERÊMÊ YE’
Guneş destnîşan kir ku rizgariya ji kêşeyan û rewşa aloz tekane rêya wê aştiya herêmî ye û heta emperyalîzm bi dawî nebe û neyê rawestandin ne mimkin e ji vê rewşê were derketin. Guneş got çek û nijadperestî heta hebe netew nikarin ji nava xefikan derkevin.
NÊZÎKATIYA HÊZÊN GLOBAL Û HERÊMÎ LI HEMBER BERXWEDANÊN GELAN
Guneş bal kişand ser tifaqên li dijî têkoşîna gelan ên li Rojhilata Navîn û got: “Divê hêzên herêmî li dijî tifaqa serdest ango global pêwîste di her warî de bi hev re tevger bikin.”
Guneş destnîşan kir ku hêzên global bûyeran hemû ji bo berjwendiyên xwe bikar tînin û got: “Hêzên mezin siyaseta hevsengiyê birêve dibin. Di heman demê de ji du sê aktoran ra razemeniyê dikin. Ji ber vê yekê jî her tim desteka dewletek ku li dijî wan şer dike re dike. Her tim aktorê şer dike qanih dike. Lê belê dema tam bi hêz dibe dest ji wan jî ber dide. Mînaka herî ber biçav a vê yekê jî di referandûma li Herêma Kurdistanê derket holê. Heta wê demê li Helwrêê serfaretxane vedike, çek dide wan û raya giştî cîhanê hemû li pey kurdan e. Pişt re ew hêza ku hema bêje li dijî DAIŞ’ê têk diçû û Iraqê radestî DAIŞ’ê dikir hat li Kerkûkê û deverê desteser kir. Dawî li referandûmê anî. Dibe ku ev bi tevlîheviya kurdan re girêdayî be, lê bes hêzên nadewletî dibêjin heta tu li Bexdayê hevsengiyê çêkî aktorekî lazimî ji min re. Dibêjê belkî ez 20 salên din şûn ve lê binêrim. Aktorên derve wek bikaranîn li van pêvajoyan dinêrin. Helbet aktorên herêmî jî dixwazin sûdê ji vê yekê bigirin. Yanî her kesê dibêje ‘ez ê ji vê hevsengiyê vê carê derkevim’ lê dernakeve. Li gorî dernakevin jî. Li gorî ruhê serdemê dema tevgerbûna civakbûnên mezin ên li gorî nêzîkatiyên însanan guncav were dîtinê ye. Heyama em gihîştinê ev e. Jixwe netew dewlet tişta dizanin dikin. Hêzên emperyalîst jî rêbaz û polîtîka dabeş bike-birêve bibe û aktor bikar bîne-birêve bibe disepîne. Yek hêza xwe xurt dike, radibe destekê dide yê din. Lê belê tam jî mezin nake. Ez dibînim ku tam jî pêvajoyek wiha têbirêvebirin.”
SIBÊ: Mahmût Şakar: Li dijî Modernîteya Kapîtalîst tekane alternatîf Modernîteya Demokratîk e.
MA / Îdrîs Sayilgan - Ferhat Çelîk