STENBOL - Hiqûqzan Mahmût Şakar, diyar kir ku li dijî Modernîteya Kapîtalîst ku Rojhilata Navîn veguherandiya gola xwînê alternatîfa tekane Modernîteya Demokratîk ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nûnertiya wê dike ye û got: “Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk di sedsala 21’emîn de nûnertiya tevgera şoreşger dike. Mînaka vê yekê ya herî şênber jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”
Ji ber polîtîkayên ku ji hêla hêzên kurewî de tên meşandin, li Rojhilata Navîn neçareserî her ku diçe kûrtir dibe. Kesên ku dixwazin bibin çareserî jî ji aliyê van hêzan ve weke talûke tên dîtin û hewl tê dayîn bên bêdengkirin. Van hêzên ku nûnertiya Modernîteya Kapîtalîst dikin, ji bo berjewendiyên xwe jiyanê ji bo gelên herêmê dikin dojeh. Pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi goşt û hestî dibe jî ji bo gelen dibe hêviyeke mezin.
Li gel şertên ku li Îmraliyê têdeye jî Modernîteya Demokratîk ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve tê avakirin, ne tenê li Sûriye ji bo tevahiya gelên li Rojhilata Navîn li dijî Modernîteya Kapîtalîst çareseriyê pêşniyar dike. Parêzerê Mahmût Şakar ku salên dûr û dirêj parêzeriya Ocalan kir, derbarê pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinên girîng kir.
‘LI GORÎ DÎROKÊ GIRTIYE DEST’
Mahmût Şakar, di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku di destpêka jiyana xwe ya polîtîk de Ocalan li ser Rojhilata Navîn nirxandinan kiriye û pêşniyarên wî yên çareseriyê çebûne û wiha got: “Weke navend Pirsgirêka Kurd bê fikirîn jî beyî têgihîn û çareserî ne pêkane ku li Rojhilata Navîn tiştên hatine serê kurdan û azadiya wan bê fêmkirin. Weke her pirsgirêkê Birêz Ocalan qrîza Rojhilata Navîn jî li gorî dîrokê girtiye dest û bi şopandina pêşketinê re wêneyêk wê yê rojane kişandiye û çareseriyê jî li gorî vê dîrok û civakê formele kiriye. Pirsgirêkê esas girtiye û weke Qrîzeke Şaristaniyê ya Rojhilata Navîn aniye ziman.”
‘FERZKIRINA NETEWE-DEWLETÊ BÛYE SEDEMA ENCAMÊN GIRAN’
Şakar, da zanîn ku bi kurtayî Ocalan hatina Modernîyeta Kapîtalîst a herêmê û encamên ku afirandiye weke pirsgirêka bingeîn dibîne û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî jî ferzkirina netewe-dewletê ya li herêmê û parçekirina wê ya rêxistinbûna civakî bûye sedema encamên giran. Wê bi modela konfederal a demokratîk hem parçekirin bê derbaskirin hem jî li dijî netewperestiya olî û nîjadî ya bûye parçeyeke qrîzê rêyeke nerm û berfireh bê pêşxistin. Di parastina Ocalan de pêşeroja Rojhilata Navîn di Konfederalîzma Demokratîk de ye.”
‘ALTERNATÎF JIN REJÎMÊ PAŞDETIR IN’
Şakar, destnîşan kir ku Ocalan çareseriya demokratîk û konfederal ji bo her welat û pisgirêka li Rojhilata Navîn Pêşniyar dike û wiha domand: “Ev çareserî di heman demê de dibe sedema demokratîkbûna netewe-dewletê. Di hevdîtina xwe ya bi Heyeta HDP’ê re Birêz Ocalan ji bo Sûriyeyê Konfederasyona Demokratîk a Sûriyeyê pêşniyar dike. Li dijî mudaxaleya hêzên kurewî guhertina pergala heyî derpêş dike. Jixwe beriya mudaxaleya li Sûriyeyê jî destnîşan kiribû ku pergela heyî bêyî guhertina nikare xwe biparêze. Dewleta Sûriyeyê di rewşeke wisa de ye ku nikare xwe bidomîne. Li holê ye ku projeyek çareseriyê ya hêzên kurewî jî tuneye. Kesên ku weke çareserî pêşkêşî piyasê tên kirin jî ji rejîmê paşdetir in. Ji bo Sûriyeyê weke çareserî tenê pêşniyareke micid heye. Ev jî tişta Ocalan dibêjeye. Ji bilî van hemû tiştên nîqaşa parvekirina hêz, desthilat û derfetan e. Ji bo gel tu hêviyeke pêşerojê û pêşniyar nahewînin.”
‘NETEWA DEMOKRATÎK NAVENDA HER KESÎ YE’
Şakar destnîşan kir ku ew nêzîkatiya “Rêya Sêyem” a Ocalan pêşniyaz dike wek awayê siyasetek nûjen dibîne û got: “Awayê vê siyasetê gelan, bindestan, etnîsîteyan û nasnameyên zayendî wek navendekî dibîne û li ser van civakek nû ava dike. Fikrê bingehîn yê hemû netewan di tîne cem hev jî xwe dispêrê netewa demokratîk. Heta ku ev siyaseta feraseta netewa nû nebe, ez nebawerim awayê saiysetek nû were afirandin. Ji ber vê yekê jî divê xeat Rêya Sêyem wek siyaseta netewa demokratîk were dîtin. Ocalan di parastinên xwe yên netewa demorkatîk de bêyî cihêkarî bikeve navbera bawerî, çand û netewan divê tev bi hev re bin. Vê ferasetê diparêz e. Loma netewa demokratîk li dijî netew-dewletê ye. Netewa demokratîk li dijî nijadperestî û şer e. Netewa demokratîk ne şer lê hebûnê temsîl dike. Netewa demokratîk, ferasetek ku zîhinyet û çandan dike hevarê hev û di saziyên xweseriya demokratîk de digihîne hev e.
Jixwe bi vî halê xwe netewa demokratîk alternatîfa siyaseta netew dewletê ye. Di heman demê de li dijî siyaseta hêzên hegomonîk ên global e. Netewa demokratîk berevajî hegomonan e û nêzîkatiyek parastin, serxwebûn û azadiya civakê ye. Ev pergal azadiya jinê, ekolojîst, aboriyek komunal û jiyana hevpar dike navenda xwe. Rêya Sêyem; ji bilî îqtîdarê herêmî û globan rêya gelan û bindestan e.”
‘RÊYA SÊYEM XELASIYA ROJHILATA NAVÎN E’
Şakar anî ziman ku halêhazir ji bilî siyaseta netewa demokratîk siyaseta serdest a modernîteya kapîtalîst birêve dibe û wiha got: “Em dibînin vê siyaset ango nêzîkatiya hêzên serdest ango global li Iraq, Sûriyê, Îranê û Tirkiyê rê li ber çi siyasetê vekiriye. Ji bo qadên jî mervi dikare heman tiştî bêje. Pratîka sosyalîmza reel û demokrasiya sosyal nêzîkatiya modernîteya kapîtalîst derbas nekiriye û birêz Ocalan jî destnîşan dike ku ev yek bi yek veguherîne ‘mezbehê’ wê. Rêya ku gelan esas digire rêya siyaseta demokratîk e.”
‘FIKRÊN OCALAN NEBÛNA NIHA ŞOREŞA ROJAVA JÎ TUNEBÛ’
Şakar bal kişand ser siyaseta xeta Rêya Sêyem a Ocalan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tovên wê şîn bûne û got: “Awayê siyaset û ramanê netewa demokratîk a Birêz Ocalan ku wek Rêya Sêyem tê zanîn heke neba, îro ne mimkin bû ku meriv behsa şoreşa Rojava jî û behsa pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikira. Ramanên Ocalan li vir tên birêvebirin. Rojava mînaka vê yekê ku ye ku fikr, proje û stratejiya Xeta Sêyem çawa ketiye rê û pirr bi bandor e. Tişta ku niha pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêya digire fikriyata Ocalan e.”
‘GEFA TIRKIYEYÊ DEWAM DIKE’
Şakar bal kişand ser nêzîkatiyên DAIŞ’ê û wiha pê de çû: “Nêzîkatiya DAIŞ’ê pir aşkereye. Ne tenê DAIŞ û hêzên herêmî êrîşî awayê vê siyasetê dikin. Li pişt helwesta Rûsyayê ya di pêvajoya Efrînê de û sekna DYA’yê ya di pêvajoya Serêkaniyê de diyar bû ku ji projeya parastina çewherî, azadiya jinê û jiyana komînal acizin û ji bo xwe weke gefek mezin dibînin. Ev hêzên kurewî, dixwazin vê herêmê ji çewherê wê derbixin. Çawan ku şert û merc bên avakirin, Tirkiye amadeya ku dîsa êrîş bike. Gefa Tirkiyeyê ya ku dixwaza vê herêmê bi fetisîne dewam dike.”
‘TIRKIYE VAN KOMAN LIGEL HEV DIGIRE’
Şakar, ji bo pirsa “Ocalan di hevdîtinên xwe de ji bo DAIŞ’ê nirxandina ‘JÎTEM’a Rojhilata Navîn’ kiribû jî, ev bersiv da: “Belê raste. Li gorî min Ocalan li vir de xwest bêje, DAIŞ ji bo tunekirina gelên Rojhilata Navîn weke hêzeke paramîlîter tê bi kar anîn. Yanî di serdî de tetîkêşiya Tirkiyeyê û hin hêzên li dijî azadiya gelan dikin. Bi vê hêzê dixwazin hemû cuhiyên li Rojhilata Navîn tune bikin. Êrîş û komkujiya li dijî gelê Êzîdî, êrîşên li ser Kobanê, dîsa êrîşên li dijî Tirkmenên Şîî, Kakaiyan û nasnameyên cuda, vê rastiyê radixe ber çavan. Ev hemû nasname dibin gefeke mezin a dewleta Tirkiyeyê de ne û li ser van herêman hesabên cuda hene. Di asteke mezin de DAIŞ zeyîf bû. Lê misyona ku DAIŞ’ê girtibû ser xwe, komên cîhadîst-selefî niha girtine ser xwe û divê ev yek baş bê dîtin. Yanî DAIŞ ne qediya hat veguherandin. A ku van koman ligel hev digire, û ji bo wan projeyên weke yên JÎTEM’ê pêş dixe Tirkiye bi xwe ye.”
Şakar, kirînên JÎTEM’ê yên li Rojhilata Navîn bi bîr xistin û wiha bi lêv kir: “Kirînên bi DAIŞ’ê dihatin kirin, niha pir aşker tên kirin. Di heman demê de, JÎTEM’a Rojhilata Navîn bûye parçeyekê TSK’ê û hêza siyaseta Tirk a dargirker-kolonyalîst a ku êrîş dike. Tirkiye vê hêzê li dijî siyaseta Ewropayê jî weke gef bi kar tîne. Niha jî li Lîbya û Ermenîstanê bi vê hêzê bi kar tîne.”
HÊZA GEL DERKET HOLÊ
Şakar, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Kêm jî me behsa nêzîkatiyên hêzên kurewî û herêmî kir. Ev her du nêzîkatiyên hevdû xwedî dikin, dibin yek û li dijî gelan tevdigerin. Ji ber parvekrina hêz û derfetên xwe dixwazin şer dewam bike. Ji ber vê, li dijî çareseriya modernîteya demokratîk dibin yek. Lê di rastiyê ya girîng ewe ku nêzîkatiya gelan e. Ev proje xîtabî wan dike. Ev proje di êrîşên li dijî şoreşa Rojava de, hîn baştir hat fêmkirin û girîng hat dîtin. Di nava kevneşopiya têkoşîna Kurdistanê de, yekemîn car li ser vê erdnîgariyê, gel evqas li hev kom bûn. Ev pêşketinek girîng û dîrokî bû. Bi vê hat ispatkirin ku gel bi hêza xwe ya çewherî dikare pergala xwe di qada kurewî de ava bike û bi rêve bibe.”
‘NÛNERTIYA DÎNAMÎK A ŞAREŞA SEDSALA 21’EMIN DIKE’
Şakar, dest nîşan kir ku paradîgmaya Modernîteay Demokratîk, nûnertiya dinamika şoreşa sedsala 21’emîn dike û wiha bi dawî kir: “Bêguman, em hîna jî, di dest pê ka re dene. Lê pratîka heya niha hat birêve birin jî, rê li ber gelek qezên jinan, xizanan û gelên rastî zextan, komkujiyan û cihêkariyê hatin vekir. Yanî em dikarin hemû bi hev re li ser vê rêyê bi meşin.”
MA / Ferhat Çelik – Îdris Sayilgan