Israra Ocalan a ji bo çareseriyê

img

STENBOL - Tevî hemû hewldanên ji bo kûrkirina şerê di navbera tirk-kurdan de, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê israra xwe ya ji bo aştiyê her tim domand. Ji bo çareseriyê proje hilberandin û her tim ji bo aştiyê destê xwe dirêj kir, lê ev hewldanên wî nedihatin bersivandin. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin ji sala 1993'yan ve ji bo diyalogê hewl dde. Ji bo vê yekê jî di sala 1993, 1995 û 1998'an de agirbest ragihand. Gava di pêvajoya komploya navneteweyî de li Romayê bû jî daxuyaniyên di vî warî de dan. Lê piştî wî hanîn Tirkiyeyê û xistin Girtîgeha Îmraliyê jî dev ji vê hewldana xwe ya ji bo aştiyê berneda. 21 sal in vê hewldana xwe didomîne. Çendî ku Ocalan ji bo aştî û çareseriyê israr dike jî, lê belê hêzên gloal û Tirkiye şerê "kurd-tirkan" kûrtir dikin. 
 
Mirov dikare hewldanên Ocalan ên ji bo çareserî û aştiyê yên di dema Girtîgeha Îmraliyê de bi vî awayî rêz bike. 
 
* Di dema darizandina li Îmraliyê de bi sernavê "Danezana Çareseriyê ya Demokratîk" û "Dubendiya Çareserî û Neçareseriyê ya Di Pirsgirêka Kurd De" parêziya "Aştî û Çareseriya Demokratîk" kir. Çendî ku derbarê wî de biryara darvekirinê hatibû girtin jî dev ji "Hewldana Aştiyê ya Mezin" berneda. Kir ku hêzên çekdar derkevin derveyî sînor û Koma Aştiyê bê. Lê belê bersiva ku hat dayîn, girtina endamên koma Aştiyê bû. 
 
* Sala 2000'î wekî sala çareseriyê hat diyarkirin. Yanî heger sererastkirineke qanûnî çêbûbûna dê ev tişt di destpêka salên 2000'î de li ser asasên komara demokratîk bihata çareserkirin. Di vê pêvajoyê de DYA xwedî helwesteke xumam bû. Îngîltereyê jî ji bo PKK'ê ku hêzên xwe kişandibûn derveyî sînor, helwesteka "terorê" da der. Yanî biryara ku diviyabû di dema şer de bidana, di dema pêvajoya aştiyê de d. Yekîtiya Ewropayê (YE) jî ji dêvla bi awayekî demokratîk li ser doza DMME'yê hûr bibe, rabû bi Tirkiyeyê re bazarî kir. Li ser maseyê bazariya darvekirin û PKK'ê hebû. Bi vî awayî dixwastin karta çareseriya demokratîk ji dest kurdan bigirin. Ji ber ku ev bi kêrî wan nedihat rantxurmn li Tirkiyeyê jî rageşiyê kûrtir dikirin. Her wiha ê li ber sererastkirina ku di bin navê "Efûya Rahşanê" de derket rabû jî MHP bû. Paşê polîtîkaya dejenerekirinê û hîn bêtir kûrkirina pirgsirêkê xistin dewrê. 
 
TASFIYEKIRINA AZADIYÊ
 
* Di sala 2001'ê de êrîşa 11'ê Îlonê ya li Amerîkayê ket rojevê. DYA'yê ev êrîş kir hincet û PKK'ê jî daxilî nav konsepta xwe ya "terorê" kir. Halbûkî PKK çûbû wî aliyê sînor û amadekariyên xwe dikir ku dev ji çekan berda û daxilî nav komara demokratîk bibe. DYA, hem digot "Em Apo daliqînin dû re em darvekirinê ji holê rakin" hem jî ji bo kurdîtoya azad û demokrat tasfiye bike berê Tirkiyeyê dida tevkariya Barzanî-Talabanî û bi vî awayî dixwest pêşî li ber feraseta netewperest û netew-dewletê vebike. Ev yek jî dihat wateya ku polîtîka û pevçûnên parçe bike û bi rê ve bibe gurtir bibe. Ev polîtîka bandor li Îmraliyê jî kir ku rojnameyê nedin Ocalan, pirtûkxaneya wî ji odeyê derxînin û tenê sê pirtûkan li cem wî bihêlin û çûnhatina parêzeran dijwartir bikin. 
 
* Yekîtya Ewropayê jî di 2'yê Gulanê de bi "lîsteya terorê" heman polîtîka esas girt. Di vê serdemê de hem DYA hem jî YE PKK'ê xistin nav lîsteya "terorê" û bi vî awayî xwestin ji dêvla çareseriyê neçareseriyê kûrtir bikin. Armanca wan ew bû ku bi vî awayî hîn bêtir tawizan ji Tirkiyeyê bigirin. Ev sal, ew sal bûn ku Ocalan wekî "Hewldana Aştiyê ya Mezin" bi nav dikir. Di van salan de hewl dida ku bi sererastkirineke qanûnî bi temamî çekê deynin û daxilî nav komara demokratîk bibin. Di vê serdemê de bi awayekî neyekser bi Bulent Ecevît re pêvajoyeke diyalogê hebû. Lê belê nexweşîna Ecevît kirin hincet (ku paşê derket bi zanebûnî wî felc kirine) û wî tasfiye kirin. Dû re Îngîltere, DYA û YE li gor konsepta "terorê" di çarçoveya "Projeya Îslama Nerm" de AKP'Ê kirin îqtidar. Gava AKP bû îqtidar li gor polîtîkayên DYA û YE'yê tevgeriya û diyaloga bi Ocalan re qut kir. 
 
JI DÊVLA OCALAN BARZANÎ Û TALABANÎ
 
* Tiliya DYA, Îngîltere û Îsraîlê di vê rewşê de hebû. Dixwestin Ocalan û tevgera wî tasfiye bikin û ji dêvla wî Barzanî û Talabanî derxin pêş. Hikûmeta AKP'ê jî ev polîtîka esas girtibû an jî ji bo vê wê kiribûn îqtidar. Hewldana Ocalan a ji bo çareserî û aştiyeke demokratîk şaş dihat dîtin û wekî hewldaneke xetere qebûl dikirin. Dixwestin tasfiyeyê li Ocalan ferz bikin û ji bo Barzanî û Talabanî rêya netew-dewleteke biçûk vekin û berê kurdan bidin wir û wan têxin bin kontrola xwe. Lê belê Ocalan di 30'ê Mijdarê de nameyek ji Abdullah Gul re nivîsand û di nameya xwe de li dijî van xetereyên netewperestiyî bal kişand ser divêtiyên çareseriya demokratîk. Dû re ji serokwezîr Erdogan re jî nameyek nivîsand û di nameya xwe de diyar kir ku heger tevdîr neyên girtin dê ev neteweperstiya dualiyî bibe sedem encamine giran. Lê belê tevî ev qas hewldanan cardin jî rêya diyalogê venebû, bereksê wê şert û mercên li grtîgehê girantir bûn. Dest danîn ser nîşeyên wî yên hevdîtina bi parêzeran, dest danîn ser rojname û nameyan. Li derve jî HADEP hat girtin û girtina kesên siyaseta demokratîk dikin ket rojevê. 
 
* Di sala 2003'yan de Ocalan ji bo diyalogê bang li serokwezîr EErdogan kir. Ji bo vê jî danezaneke aştiyê amade kir û berpêşî hikûmetê kir. Navê "Bihevrebûneke Azad û Pêngava Aştiyê" li vê danezanê kiribû. Piştî vê hikûmetê hevdîtinên parêzeran bi temamî asteng kirin 
 her wiha di vê pêvajoyê de bi qasî 25-30 nameyên gefxwarinê ji Ocalan re hatin şandin ku tê gotin ev name ji aliyê hin derdorên tarî ve hatine şandin. Di van nameyan de ji Ocalan re hatibû gotin ku "em ê te bikujin, em ê ji mirinê xerabtir bînin serê te." Sê meh şûn de hevdîtinên parêzeran cardin dest pê kirin, lê belê vê carê dema hevdîtinê kêm kirin, kirin 45 deqîqe û dema hevdîtinê ya malbatan jî kirin 15 deqîqe. 
 
PLANA AŞTIYÊ 
 
* Di sala 2004'an de vê carê Ocalan, "Plana Aştiyê" ya ji 10 xalan pêk tê berpêşî hikûmetê kir. Ocalan dixwest careke din jî tercîha xwe ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyê bi kar bîne. Di vê planê de ji bo çareserkirina pirsgirêkê û bêçekbûyînê "Qanûna Aştiya Civakiyî û Beşdarbûyîna Demokratîk" pêşniyar kir û ji bo vê salnameyek jî diyar kir. Heya sala 2005'an jî "Ji Bo Aştyê Nexşerê" amade kir. Lê belê AKP'ê bereksê vê di bin navê "Qanûna Vegera Malê" de poşmanî ferz kir. Her wiha di heman wextî de hevdîtinên parêzeran jî kir du hefteyan carekê yanî 214 rojan carekê û dema hevdîtinê jî kêm kir, kir saetek. Yanî bereksê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê, tecrîd girantir bû. 
 
QANÛNÊN 1'Ê HEZÎRANÊ
 
* DMME'yê di sala 2005'an de biryara darizandina jinûve hikim da. Lê belê Ocalan bi pêngaveke nû ya aştiyê, ev yek veguherand çareseriya yekîtiyê ya demokratîk. Hikûmeta AKP'ê jî bi qanûnên 1'ê Hezîranê bend danîn pêşiya pêvajoyê. Di vê pêvajoyê de Tirkiyeyê derbarê kurdan de bi Ewropayê re bazariyek kir. Di vê çarçoveyê de dê DMME, revandina Ocalan a bi awayekî qorsanî û şert û mercên Îmraliyê wekî binpêkirina mafan nehesibandan. Êdî tenê daxwaza ji bo darizandina jinûve mabû. Lê belê ji serokwezîrê Tirkiyeyê bigire heya dadger û dozgerên wê hemûyan got "Hezar carî jî bê darizandin dê encam neguhere, dê heman cezayî bixwe." Bi vî awayî pêşî li ber darizandina jinûve hat girtin. Di çarçoveya qanûnên 1'ê Hezîranê de şert û mercên Ocalan girantir bûn. 
 
* Bi pêkanînên li Îmraliyê û cezayên hucreyê re dixwestin hem bi awayekî fîzîkî hem jî îradî Ocalan bifetisînin. Ev yek, piştî nîveka dudoyan a sala 2005'an wekî konseptekê hat dorfirehkirin. Di sala 2006'an de jî hikûmet li gor divêtiyên vê konseptê tevgeriya û polîtîkaya tecrîdê domand. Bi mehan xeber ji Ocalan nehat girtin. Nameyên ku ji parêzerên xwe re şandibûn nedan wan. Rojname, radyo û pirtûkên wî hatin desteserkirin. Bi vî awayî pêwendiya Ocalan a bi derve re hat qutkirin. 
 
KONSEPTA ÎMHAKIRINÊ
 
* Pêvajoya ku di meha Îlonê ya 2006'an de bi awayekî neyekser dest pê kir, heya sala 2008'an dewam kir. Wê çaxê hin kesên di nav Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de pêwendî bi rayedarên xeyrî fermî yên dewletê re danîn. Ocalan, dixwest vê yekê wekî çareseriyeke demokratîk binirxîne û careke din ji bo agirbestê bang li PKK'ê kir. Lê belê piştî agirbestê bi "konsepta îmhakirinê" bersiva dan vê hewldana wî jî. Di dema agirbestê de Serfermandarê Giştî Îlker Başbûg got, "Em ê heya dawiyê îmha bikin. Çend mîkrop hene, em ê qira wan bînin. Em ê êrîşa terorîstî ya bîstemîn jî bieciqînin." 
 
* Di vê çarçoveyê de bi zext û zoriyê bi ser Ocalan de çûn û hevdîtinên wî heya demeke dirêj hatinq utkirin. Hikûmet ji bo çareseriyê tu gav nedihavêtin û pêvajo xitimîbû. Xwestin bi awayekî demdirêj PKK'ê tasfiye bikin û bi biryarên DMME'yê Ocalan eware bikin. Di vê demê de radyoya wî tenê qenalek dikişand jî desteser kirin. Name nedan wî an jî gava didanê tenê nameyên ji hevokekê pêk dihatin didanê. 
 
* Ji bo Ocalan demokrasî armanc bû. Lê belê di vê pêvajoyê de Abdullah Gul daxuyand ku demokrasî amûreke û bi vî awayî bi kar tînin. Erdogan jî heman tişt gotin. Paşê Ocalan ji bo vê helwestê got: "Ev pirsgirêk bi vî awayî nedihat çareserkirin. Bi helwesteke rast nêzî pirsgirêkê nedibûn. Bi vî awayî agirbest û hewldana me ya pêncemîn jî pûç kirin." 
 
* Di sala 2008'an de Ocalan teklîfek wiha kir: "Heger çareseriyê dixwazin, nexwe dikarin qanûneke bingehîn pêkan e ku kurd jî di nav de û her kes mutabiq be." Ocalan, diyar kir ku di vî warî de hevokek tenê jî dê bes be. Hevoka Ocalan ev bû: "Qanûna Bingehîn a Komara Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk hebûna hemû ziman û çandan û xweîfadekirinê qebûl dike." Dê ev hevok bi tena serê xwe pêşî li ber her tiştî vekira. Lê berkesê wê Serokomar Abdullah Gul got: "Ji bo operasyona derveyî sînor her tişt li ser maseyê ye û serokweîr jî ev yek pesend kirine." 
 
* Di sala 2009'an de Ocalan "Nexşerê" amade kir. Di Nexşerêyê de çareseriyeke demokratîk a sê merheleyî pêşniyaz dikir. Ocalan, ji bo vê diyar kiribû ku ji bo her tiştî amade ye û bang li AKP'ê kiribû: "Heger muzakereyeke demokratîk hebe dê çareserî pêş bikeve. Di vî warî de wêrek bin. Pêşî li ber çareseriya siyasî ya demokratîk vekin. Pêşiya siyaseta demokratîk vekin. Pêşiya aştiyê vekin. Pêşiya muzakereya demokratîk vekin." Lê belê hikûmeta AKP'ê ji dêvla çareseriya demokratîk rabû Barzanî û Talabanî bi kar anî û bi holdîngên bi milyon dolaran ku li bajarên kurdan ava kirin hin jê bi xwe ve girêdan û polîtîkaya xwe ya tasfiyekirinê domand. Hikûmet bi hesab û kitabên rayan helwesta xwe nîşan da. Her wiha ji bo daxwaza Ocalan a ji bo KOma Aştiyê jî, rabû cezayên hucreyê li Ocalan birî.
 
DARBEYA 17'Ê MIJDARÊ 
 
* Di 17'ê Mijdara 2009'an de jî odeya wî hat guherandin. Odeya nû li gorî ya berê pir xirab bû. Cihê wî yê liv û tvgerînê hatibû tengkirin. Bi girankirina şert û mercan dixwastin wî teslîm bigirin. Ocalan ji bo van pêkanînan gotibû: "Darbeya 17'ê Mijdarê." 
 
* Di sala 2010'an de jî Ocalan ligel hemû zor û zehmetiyan hewl da aştiyê bîne. Li ser asasên "Nexşerê"ya ku berpêşî hikûmetê kir, dixwest hîn tenduristiya wî baş e rola xwe ya ji bo çareseeriya demokratîk û aştiyê bilîze. Lê belê bereksê vê hewldana wî jî tevgeriyan. Tiştên ku heyeta dewletê jê re digotin û tiştên ku hikûmetê digotin li hev dernediketin. Di vir de armnaca AKP'ê ew ebû ku "tevgera azadiyê" tasfiye bike û hêzên legal ên li ser asasên zemîneke demokratîk jî ber bi xwe ve bikişîne û bi xwe ve girê bide. Lewma li hemberî kurdên ku li ber radibûn bi operasyonên "KCK"ê xistin girtîgehê. Ocalan ji bo vê pêvajoyê gotibû: "Derket holê ku ya li kurdan dikin qirkirineke siyasî ye, qirkirineke aborî ye, qirkirineke çandî ye. AKP di heft salên îqtidara xwe ev tişt kirine." 
 
XERAKIRINA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ 
 
* Di sala 2011'an de jî Ocalan vê carê xwest pêvajoya qanûna bingehîna  demokrastîk li ser asasên nexşerêyê bi muzakereyan bi encam bibe. Li Îmraliyê hevdîtinên bi heyeta dewletê re hatibûn asteke cidî û bi protokolan ve hatibû girêdan. Lê belê li hundir AKP, MHP û CHP'ê bi tifaqekê li ber vê rabûn û AKP dixwest heman tifaqê li qada navneteweyî bi Tirkiye-Îran-Sûriyeyê pêk bîne. Armanca vê tifaqê qirkirina kurdan bû. 
 
PÊNGAVEK NÛ 
 
* Ocalan gotibû: "Dû re ji Trmeha 2011'an ve bi şerekî mezin tevgriyan. Operasyonên tasfiyekirinê kirin. Koma ku serokwezîr ji bo vê qaneh kiribû gotibû 'Em ê PKK'ê di sala 2011'an de biqedînin.' Di vê çarçoveyê de deh hezar kesî bi di bin navê operasyonên KCK'ê de girtin." 24'ê Tîrmehê hevdîtina dawî ya parêzeran a bi Ocalan re bû. Û di 22'yê Mijdarê de parêer hemû hatin binçavkirin. Ev polîtîka heya 2013'an dewam kir. Herî dawî koma parlementoyê mabû. Dê parlementeran jî bigirtana, lê belê Ocalan li hemberî vê darbeyê hemleyeke din pêş xist. 
 
MUTABAQATA DOLMABAXÇEYÊ 
 
* Ocalan di destpêka sala 2013'an de "Pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" ragihand. Ocalan, dixwest bi vê pêvajoyê pêşî li ber darbeyê bigire. Ev pêjavo heya Nîsana 2015'an dewam kir. Tam di dema pratîka vê pêvajoyê de, yanî ji bo gavavêtina gavên partîk ên di Mutabaqata Dolmabaxçeyê de hatibûn diyarkirin, Erdogan got, "Ez vê mutabaqatê nas nakim." Bi vê re careke din tecrîd hat girankirin. Nehiştin ne parêzer, ne wasî, ne malbat û ne jî heyet hevdîtinan bikin. Ocalan ji bo van pêkanînan got "tecrîda mutleq." 
 
* Ev tecrîda mutleq heya daiya sala 2016'an jî dewam kir. Tenê piştî darbeya 15'ê Tîrmehê, ew jî ji ber çalakiyên greva birçîbûnê, hevdîtinek çêbû. Di wê hevdîtinê de jîg otibû: "Hîn jî ez li ser projeyên ji bo aştiyê dixebitim. Bila ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyê hevdîtinê bi min re bikin. Heger neyteka wan a erê hebe, em ê bi projeya xwe ya aştiyê meseleyê di çend mehan de hel bikin. Heger ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê samîmî bin, ez ê rola xwe bilîzim." Lê belê ev bangawazî bi tu awayî nehat bersivandin. Bereksê wê Dadgeriya Înfazê ya 1'em a Bûrsayê hevdîtina parêzeer û malbatan, name, telefon, faks hwd. hemû qedexe kirin. Bi hinceta Rewşa Awarte pêwendiya wî ya bi derve re bi temamî hat qutkirin. Tecrîda mutleq careke din bû tecrîdeke mayinde. 
 
Rewşa Awarte di sala 2018'an de bi dawî bû, lê belê "tecrîda mutleq", "lêpêrsînên dîsîplînê" û "ceza" bi biryrên dadgehê dewam kirin. 
 
* Di 8'ê Mijdara 2018'an de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven ku wê çaxê girtî bû, çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin û bi pêşengiya Guvenê grev li seranserê girtîgehan belav bû. Di roja 200'emîn a greva birçîbûnê de parêzer hevdîtin bi Ocalan re çêkirin. Di vê pêvajoyê de bi giştî parêzer 5 caran hevdîtin çêkirin. Di van hevdîtinan de Ocalan cardin anî ziman ku ji bo çareseriyeke demokratîk amade ku rola xwe bilîe. Lê belê bi "tecrîda mutleq", bi "tayinkirina qeyûman" û bi "operasyonan" bersiv dan vê bangawaziya Ocalan jî. Herî dawî ji ber pandemiyê di 27'ê Nîsana 2020'an de Ocalan û her sê girtiyên li Îmraliyê bi rêya telefonê hevdîtinek çêkirin. Ji wê çaxê ve hay ji Ocalan û her sê girtiyên din nehatiye girtin.
 
Ocalan, diyar kir ku çendî şert û merc ev bin û çendî "tecrîda mutleq" hebe jî wê helwesteke xwekuştinî nîşan nede û dê heya nefesa dawî ji bo çareserkirineke demokratîk û aştiyê li ber xwe bide û heger xwe bidin ber vê dê rola xwe bilîze, lê bereksê wê û heger bimire berpirsiyar dewlet û serekê hikûmetê Erdogan e. Ocalan, di hevdîtinên xwe de destnîşan kir ku hîn sax e û dixwaze di saxiya wî de ev pirsgirêk bê çareserkirin. Her wiha ji bo weziyeta xwe ya li Îmraliyê jî got: "Weziyeta min a li vê derê, an ez û dewletê em ê destê xwe têxin qirika hev û hev bifetisînin an jî em ê çareseriyeke demokratîk û aştiyê pêk bînin. Heger ji Îmraliyê derbarê çareseriyeke demokratîk de lihevkirinek derkeve, dê ev bibe cejnek ku gel bi hezaran sal e bi bîrî û hesret li bendê ye. Bi salan e ji bo vê sebr dikim." 
 
SIBÊ: Di 21 salan de 796 serlêdan: Tecrîd bi biryara hêzên serdest didome 
 
MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayûmat