STENBOL – Li gorî daneyan û bûyerên li ber çav rojane li Tirkiyê herî kêm 4 jin tên qetilkirin. Jinên li kêleka hev têkoşîna hevpar dikin wiha bersivê didin tundiya li ser jinan: “Heta em jiyanek azad û wekhev ava bikin, em ê we aciz bikin.”
Çawa ku li tevahiya welatên feqîr jin bi tundiyê re rûbirû dimînin, li Tirkiyê jî jin bi her cûre tundiyê re hevrû dimînin. Li Tirkiyê tabloya tundiya li ser jinan û qetilkirina jinan neguherî. Tirkiye li cîhanê li gorî Endeksa Newekhevî ya Zayendiya Kûrewî ya 2020’an di nava 153 welatan de di rêza 130’yemîn de cih digire.
Li gorî daneyên “Bi îstatîstîkan jin” a di Saziya Îstatîstîka Tirkiyê ya 2020’an de ku nîvê nifûsa welat ji jinan pêk tê cihê jinan ê di îstîhdamê de ji sedî weke 25,5 e û îstîhdama zilaman jî ji sedî 69,2 e.
Li Tirkiyê di warê endeksa baweriyê de ji bo jinan di rêzên dawî de cih digire.
DI TUNDIYÊ DE RÊZA YEKEMÎN
Tirkiye di temsîliyeta wekhevî û refaha civakî de di rêzên dawî de cih digire û di warê tundiya li ser jinan û kuştina jinan de jî di rêza yekemîn de cih digire.
DI 10 MEHAN DE 453 JIN HATIN KUŞTIN
Li gorî dane û bûyerên dawî yên li ber çavan rojane li Tirkiyê herî kêm 4 jin tên qetilkirin û roj naçe ku tundî nayê kirin. Li Tirkiyê ji bo tundî û kuştina li ser jinan bankaya daneyan nîne. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin di 10 mehên sala 2020’an e 360 jin hatine qetilkirin. 141 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk jî di 10 mehên salê de 197 jin bi awayek guman bi giştî 453 jin hatine qetilkirn.
Rayedarên eleqedar hêj daneyên 2020’an eşkere nekirine. Wezareta Karê Navxweyî daneyên navbera 11’ê adarê û 20’ê gulanê hejmara jinên hatine kuştin wek 33 kesan eşkere kir.
DI KARANTÎNAYÊ DE TUNDÎ JI SEDÎ 27 ZÊDE BÛ
Di serdema karantînaya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de hejmar ango tundiya li ser jinan zêde bû û ji sedî 27,8 zêde bû. Di vê serdemê jin bi tundiya derûnî, aborî, dîjîtal, fîzikî û zayendî re hevrû ma û ji sedî 32 hevjînên wan, ji edî 15,4 bav û ji sedî 14,8 jî birayên wan tundiyê pêk anîn. Xetên alîkariya lezgîn ên di bin banê dewletê de bersiv nedan û jin li malan bi tundî û kuştinê re rûbirû man.
PEYMANA STENBOLÊ
Peymana Stenbolê ya ku girêdayî Peymana Konseya Ewropayê ye û ku bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatiye îmzekirin, îqtîdarê xwest ji vê peymanê vekişe. Rêxistin û saziyên jinan li dijî vê hewldana îqtîdarê rabûn ser pêyan û destûr nadin ku ji vê peymanê vekişîn pêk were.
ÇALAKIYA ‘QURDELEYA MOR’
Yek ji rengtirîn çalakiyên jinan ên xwe parastinê jî çalkiya “qurdeleya mor” bû. Vê çalakiyê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosa dest pê kir û li gelek bajaran belav bû.
BO PEYMANA STENBOLÊ BANGA LI MECLÎSÊ HAT KIRIN
Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê bang li Meclîsê kir ku sepan û kontrola Peymana Stenbolê pêk bîne kir û gavek beriya gavekê têkildarî wê dest bi xebatê bike û bike rojeva xwe.
Jinan xwest di çarçoveya Peymana Stenbolê de qanûna hejmara 6284 jî li cihê xwe bimîne da ku pêşî li tundiyê were girtin.
YASAYA ÎNFAZÊ
Di serî de jin û gelek alî û derdoran bertek nîşanî guhertina Yasaya Înfazê dan. Tevî bertekan jî AKP-MHP’ê bi piraniya dengan di 15’ê nîsanê de yasayê qebûl kirin û xistin meriyete. Jinan vê guhertina yasayê ji bo tundiya li ser jinan û kuştina jinan wek xetereyê dîtin. Bi vê guhertinê re kujerên jinan û kesên tundî kirine hatin berdan û carek din zarok û jin bi gefan re rûbirû hatin hiştin.
‘EFÛYA ÎSTÎSMARKIRINÊ’
“Efûya zewicandina zarokên hatine îstîsmarkirin” ji ber berteka rêxistinên jinan û raya giştî sê sal berê paş de hatibû vekiaşndin. Di pêvajoya koronayê de bi guhertina Yasaya Înfazê re carek din hat rojevê. Ev yek hêj di rojevê de ye û jin li dijî vê yekê bi bertek in.
JIN TENÊ LI TIRKIYÊ HATIN DARIZANDIN
Li Şîliyê li dijî tundiya li ser jinan reqsa Las Tesîs hat destpêkirin. Ev reqs li gelek welatên cîhanê belav bû. Çalakiya reqsa Las Tesîs li Tirkiyê hat nîşandan. Çalakiya vê reqsê li tu deverê cîhanê nebû mijara darizandinê, lê li Tirkiyê jinên çalakiya reqsê li dar xistin hatin binçavkirin û doz li wan hat vekirin.
BUDÇE JI BO JINAN NÎNE
Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî ku ji jin û malbatan berpirsiyar e, herî dawî ji aliyê hikumeta AKP’ê ve bi Wezareta Xebatê re hat girêdan. Butçeya ji bo vê wezaretê hat dîtin, dîsa ji bo jinan budçe nehat veqetandin. Meclîsa Jinan a HDP’ê jî li dijî vê budçeyê komxebata “Budçeya Hestiyar a Zayenda Civakî” li dar xist û daxwaza budçeya ji bo jinan kir.
GULISTAN DOKÛ
Ji ji bûyerên herî girîng a sala 2020’an jî windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ye. Dokû li Dersimê ji sala 5 çileya 2020’an ve hatiye windakirin û hêj nehatiye dîtin. Sazî û rêxistinên jinan ji roja Dokû hatiye windakirin çalakiyên bêhejmar li dar xistin û gotin “Gulistan Dokû li ku ye.” Çalakiyên ji bo dîtina Dokû li her deverê didomin. Malbata wê li Dersimê têkoşîna xwe didomîne.
ZEXTÊN LI SER KOMELEYA JINAN A ROSAYÊ
Komeleya Jinan a Rosa ku piştî sazî û dezgehên jinan ji aliyê îqtîdarê ve hatin girtin, li Amedê hatiye damezrandin bi zext û operasyonan re rûbirû ma. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve hat destpêkirin polîsan di 22’ê Gulanê de bi ser komeleyê û endam û rêveberên komeleyê de girt û gelek jinan binçav kir û hin ji wan hatin girtin. Her wiha polîsan dest danîbû ser gelek ewraqên komeleyê. Jinên endamên komeleyê girtî hatin darizandin di danişînên hatin dîtin de hatin berdan. Rêxistinên jinan li dijî operasyonê nerazîbûnên xwe anîbûn ziman.
PINAR GULTEKÎN BI HOVÎTÎ HAT QETILKIRIN
Her wiha dîsa bûyerek ku deng veda jî kuştina Pinar Gultekîn a li Mûglayê ji aliyê zilamekî ve bû. Gultekîn bi awayek hov hatibû qetilkirin. Kujer hatibû girtin. Bûyer di meha tîrmehê de pêk hatibû. Li ser vê bûyerê nerazîbûna jinan derket asta herî jor û çalakiyên girseyî li dar xistin û gotin “êdî bes e.” Li ser nerazîbûna jinan kujer Cemal Metîn Avci hatibû girtin.
ÎPEK ER JI BER DESTDIRÊJIYA MUSA ORHAN, ÎNTÎHAR KIR
Yek ji bûyera herî kirêt û hov ku di salê de rû da jî bûyera Îpek Er bû û mohra xwe li rojevê da. Çawişê pispor Mûsa Orhan, li hember Îpek Er a 18 salî destdirêjî pêk anî. Îpek Er a li gundê navçeya Qubîna Êlihê ji ber vê bûyera kirêt di 16’ê tîrmehê de hewl da dawî li jiyana xwe bîne û întîhar kir. Îpek Er 34 roj li nexweşxaneyek Batmanê hat tedawîkirin lê nehat rizgarkirin. Er di nameyek li pey xwe de hiştibû kirinên Mûsa Orhan vegotibû. Er di meha tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Li qadan û li ser medya civakî nerazîbûnên tund li dijî Mûsa Orhan û îqtîdarê hat nîşandan. Li ser berteka civakê Mûsa Orhan hat girtin, lê li ser daxwaza îqtîdara siyasî Orhan piştî hefteyekê hat berdan. Berdana Orhan carek din di raya giştî de rê li ber nerazîbûnan vekir.
PARLAMENTERIYA GUVEN HAT BETALKIRIN
Piştî çar meh pêvajoya pandemiyê di 4’ê hezîranê de Meclîsê parlamenteriya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven betal kir û vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir. Guven hat girtin. Li ser bertekên raya giştî Guven piştî 5 rojan hat berdan. Rêxistinên jinan betalkirina parlamenteriyê û girtina Guven, êrişa li dijî têkoşîna jinan nirxandin.
200 LÊPIRSÎN
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 30’ê cotmehê de di çarçoveyek lêpirsîna li Dadgeriya Mêrdînê hatibû destpêkirin hat binçavkirin. Gokkan di 5’ê mijdarê de hat berdan. Di nava 30 salên têkoşîna Gokkan de heta îro 83 car hatiye binçavkirin û bi dehan lêpirsîn û dozên li cihê cuda bi giştî 200 dosyeyên lêpirsînê derbarê wê de hene.
Jinan li dijî binçavkirina Gokkan, bertek nîşan dan û gotin: “Heta em jin jiyanek wekhev, adil û jiyana azad ava bikin, em ê we aciz bikin.”
‘EM XWE DIPARÊZ IN’
Tevgera Jinên Azad li dijî tundî, destdirêjî û kuştina li ser jinan kampanya “Em Xwe Diparêz in” da destpêkirin û kampanyaya TJA’yê bi hemû lez û beza xwe li Bakurê Kurdistanê û hin bajarên rojavayê Tirkiyê didome.
KAMPANYAYÊN JINAN
Rêxistinên jinan û femînîstên serbixwe kampanya “Peymana Stenbolê dide jiyandin” da destpêkirin. Meclîsa Jinan a HDP’ê jî bi kampanya “Têkoşîna jinan li her dere ye” da destpêkirin û bi hezaran jin re civatan li dar xist. Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê jî li dijî êrişên li ser Peymana Stenbolê di 15’ê cotmehê de hevdîtina jinan a navnetetî li dar xist. Ji 15 welatan 170 jin beşdarî vê hevdîtinê bûn.
DI TÊKOŞÎNÊ DE ‘DEMA JINÊ’
Jin tevî hemû zext û êrişan jî bi destkeftiyên nû rû rêya xwe domandin. Di 28’ê îlonê de li Stenbolê Komeleya Dema Jinan hat avakirin û bi dirûşma “Li dijî dinyaya newekhev, em li cem azadiyê ne û di Dema Jinê de ne” dest bi xebatên xwe kir.
SIBÊ: Yên ku îstîhdama wan nayê dîtin!
MA / Semra Tûran