Keda neliberçavan!

img

EDENE - Karkerên çandiniyê yên jin ku tevî hemû şert û mercên giran ên xebatê barê karên rojane jî hildigirin, bi xespkirina mafan re rû bi rû ne. Jinên ku hem li malê hem jî li nav erdan bi şidetê re rû bi rû dimînin, gava dozê mafên xwe dikin jî bi derxistina ji kar gef li wan tê xwarin. 

Neheqî û tahdeya ji ber newekheviya zayendî her diçe li Tirkiyeyê jî zêdetir dibe. Di salên dawî de jin ji bo wekheviya zayendî bênavber têdikoşin, lê belê çendî ku gelek kampanyayan li dar dixin hîn jî li gor mêran ji gelek mafan mehrûm in. Li gor daneyên sala 2020'an ên TUÎK'ê îstihdama jinan ji sedî 28.9 daketiye ji sedî 25.5'an. 
 
Li gor daneyên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî di dema şewbê de hejmara jinên dixebitin ji sedî 21 kêm bûye. Di Adara 2019'an de 8 milyon û 663 hezar jin dixebitîn, lê belê di Adara 2020'an de hejmara jinên dixebitin milyon û 818 hezar kêm bûye. 
 
Her wiha li gor daneyên TUÎK'ê zêdetirî ji sedî 90'ê jinên dixebitin derî tomarkirinê ne. Piraniya wan an karkerên demsalî ne an jî karkerên malbatê ne. Li gor daneyên meha Hezîranê hejmara kesên karên nav erdan dikin 5 milyon û 624 hezar e. Ji evana 2 milyon û 576 jê jin bûne. 
 
DI 7 SALAN DE 419 JIN MIRIN 
 
Di qada karî de jin herî zêde di karê çandinî-daristanê de jiyana xwe ji dest didin. Gava jin di van karan de qaseyan didin ser hev an jî gava li mînîbusên heya ber dev tije siwar dibin, di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Li gor daneyan ji sedî 98'ê jinên ku jiyana xwe ji dest didin, bê sendîka ne û ji sedî 75'ê wan jî derî tomarkirinê hatine xebitandin. Li gor daneyên meha Adarê ya Meclîsa ÎSÎG'ê, di 7 salên dawî de herî kêm 817 karkerên jin jiyana xwe ji dest dane. Piraniya van cinayetan di karê çandinî-daristanê de qewimîne. Ji 817 jinên jiyana xwe ji dest dane 419 jê (271 jê karker û 148 jê cotkar) di qada çandinî û daristanê de jiyana xwe ji dest dane.
 
 
‘EV JÎ ŞIDET E' 
 
Yek ji jinên ku hem li nav erd dixebite hem jî karê nav malê dike Fatma Bûz e. Bûz ku hem karê nav malê dike û li 5 zarokên xwe dinêre, anî ziman ku şeveqê zû diçin nav erd û heya tarî dikeve erdê dixebitin. Bûz, bilêv kir ku gava karê nav erdan tune be diçe paqijiya malan dike û got, ji zarokatiya xwe heya niha dixebite. Bûz, diyar kir ku yewmiyeya wan 105 TL ye, lê belê 10 TL jê didin çawîş. Bûz, diyar kir ku ji ber ku her tişt biha bûye, yewmiyeya wan têra wan nake û got, bi zor û heft bela debara xwe dikin. 
 
Bûz, destnîşan kir ku li nav erdan jî bi şidetê re rû bi rû dimînin û got, nexasim jî bi heqaret û şideta devkî re rû bi rû dimîn û got: "Çawîş tim bi ser me de diqîrin. Gava em diwestin û hêdî dixebitin diqîrin û heqaretê dikin. Pereyê me dereng didin me. Em rojekê bixebitin em sê rojan betal dimînin. Ev jî şidet e. Sirf ji bo em nan bibin malê em bi şidetê re rû bi rû dimînin. Biroj em li nav erdan, êvarî jî li malê dixebitin." 
 
LI NAV ERD JÎ Û LI MALÊ JÎ HEQARET 
 
Gulîstan Dundar jî anî ziman ku wekî her qadê li malê jî tên eciqandin û got, li nav erd jî û li malê jî heqaret li wan tê kirin. Dundar, anî ziman ku serwîsên kapasîteya wan 30 kes in heya dev tên tijekirin û got, ji ber ku pereyên wan dereng didin wan debara xwe bi deynan dikin. Her wiha Dundar, bilêv kir ku ji ber ku her tişt biha bûye êdî nikarin tiştekî jî bikirin û got: "Her tişt biha kirine. Lê heqê karkeran zêde nakin. Bi yewmiyeya karkeran tiştek naê standin." 
 
GEFXWARIN
 
Medîne Aşkan jî bal kişand ser zor û zehmetiyên karê nav erdan û got, lê ji ber şert û mercên jiyanê ji mecbûrî vî karî dikin. Aşkan got: "Li nav erdan bi ser me de diqîrin, heqaretê li me dikin. Gava em li ber wan radibin, dibêjin 'Zimanê te dirêj bûye. Tu naşixulî, sibê neyê.' Yanî gava em doza heqê xwe bikin, em betal dimînin. Îjar ji bo em betal nemînin, em xwe li bêdengiyê datînin. Em nikarin doza heqê xwe bikin." 
 
SIBÊ: “Di "şerê qadê" de têkoşîna çalak! 
 
MA / Hamdûllah Kesen