STENBOL - Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk, diyar kir ku hêzên herêmî û kûrewî, paradîkmaya “Konfederalîzma Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke gef dibînin û ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin û pêşiya Ocalan bê vekirin.
Ji ber pirsgirêka Kurd a ku bi siyaseta înkar û îmhayê ya bi avakirina Komara Tirkiyeyê re derket holê, heya roja îro bi sed hezaran kes jiyana xwe ji dest dan.
Dîsa di dema avakirina dewleta neteweyî ya nû de bi dorê komkujiyên Şêx Saîd, Agiriyê, Zîlan û Dersimê hatin jiyîn, hat xwestin ku ji binîve Kurd tune bibin. Li welat ji ber berxwedana 40 salên dawîn ên PKK'ê ya li dijî polîtîkayên tunekirina Kurdan pevçûnek germ heye. Tevî ku pirsgirêka Kurd bû sedema hilweşînên giran ên aborî, civakî, çandî û wendahiyên canî jî, dewlet û desthilatdaran di polîtîkaya xwe ya neçareserkirinê de istar kirin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dehan car ji bo çareserkirina pirsgirêkê gav avêt û destê xwe yê aştiyê dirêj kir. Lê her tim ev dest di hewa de ma û ew bi xwe jî bi komployek navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û 23 salin li Gireva îmraliyê dibin tecrîdek giran de ye. Ocalan ligel vê jî tu carî dest ji israra xwe ya di aştî û çareseriyê de berne da.
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) yê berê, parlamenterê serdema 24’emîn ê HDP’a Mûşê Demîr Çelîk, rol û rista Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka Kurd de nirxand.
PIRSGIRÊKEK KÛREWÎ YE
Çelîk, diyar kir ku berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd weke pirsgirêkên siyasî, civakî, çandî, olî, ziman û nasnameyê bê dîtin û wiha axivî: “Ji ber vê ev pirsgirêkê tenê Kurd û Tirkan eleqeder nake. Bi taybetî di salên 1600’an de, her çend Kurd li erdnîgariya ku Osmanî û Sefewî lê hikum dikirin dijiyan jî, van her du hêzên serdest Kurd ji hêla herêmî û erdnîgarî ve dabeş kirin. Li herêmê înkara çandî û olî ferz kirine. Herî dawî ku erdnîqariya Kurd bi Peymana Sykes-Pîcot, di sala 1916’an de, dabeşî çar parçeyan kirin.”
XWESTIN KURDAN BÊ SERÎ BIHÊLIN
Çelîk, anî ziman ku Kurd li Îraqê, Sûriyeyê, Îran û Tirkieyeyê, dibin netewperestiya Fars-Ereb û Tirk de her daîm rastî komkujî, jenosit, înkar û bişavtinê hatine. Çelîk, da zanîn ku her cara ku Kurdan li dijî derket, wan hewl da ku Kurdan bi hevkariya hêzên herêmî û cîhanî bêdeng bikin. Çelîk, dest nîşan kir ku bi destê Gladioya NATO di 9’ê Cotmeha 1998’an de komploya li dijî Ocalan ket dewrê û wiha pê de çû: “Bi vê komployê xwestin ku Kurdan bê serî, bê rêber û bê serok bêhilin. Bi girtina rêberê gelê Kurd, wisan fikirin ku dê tevgera azadiya Kurd parçe bikin. Di vê çarçoveyê de komplo pêş xistin. Ev komploya navneteweyî jî, veguheriye îşkence, îzolasyon û tecrîdek mutlaq.”
PARADÎGMAYA OCALAN
Têkildarî paradîkmaya Ocalan jî Çelîk ev nirxandin kir: “Hêzên herêmî û kûrewî, paradîkmaya “Konfederalîzma Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke gef dibînin. Bi dorpêça leşkerî, dîplomatîk, çandî, civakî û aborî, xwestin tevgera azadiya Kurd û rêberê wê bêçare, bêalternatîf û bêvebijark bihêlin. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan 23 salin dibin tecrîdek mutlaq de tê girtin. Vê tecrîdê ne tenê li dijî Birêz Ocalan bi rêve dibin. Di kesayeta Ocalan de, dixwazin vîna 50 mîlyon Kurdan teslîm bigirin. Di heman demê de, 80 mîlyon gelên li Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn tecrîd dikin. Divê ev tecrîd baş bê dîtin û xwendin.”
DEWLET AŞTIYÊ NAXWAZE
Çelîk, bi bîr xist ku rêberê PKK’ê ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser bike, heya niha 9 caran agirbest îlan kiriye û wiha bilêv kir: “Lê dewletê xeta xwe ya înkarê ya dîrokî domand û van agirbest weke qelsiya PKK'ê şîrove kir. Di di navbera salên 2013 û 2015’an de dengê çekan bêdeng bûn. Di vê pêvajoyê de hêviyên aştiyê yên gelên li Tirkiyeyê mezin bûn. Lê dewletê gavên şênber ne avêtin û maseya aştiyê qeliband. Herî dawî qelibandina maseyê jî kirin malê Kurdan û gotin, ‘Yên ku çareserî nexwestin Kurd bûn, PKK û HDP bû.’ Ji ber ku dewletê aştî û diyalog nexwest, mîmarê aştiyê kir bin tecrîdek giran û têkiliya wî bi gel re qût kir.”
TIŞTA KU DIVÊ BÊ KIRIN
Demîr Çelîk, diyar kir ku ji bo ku pirsgirêka Kurd bi awayeke demokratîk bê çareser kirin, divê tecrîda li ser Ocalan rabe û wiha bi dawî kir: “Ev jî bi têkoşînê pêkane. Divê êdî hêzên demokratîk li benda dewletê nemînin. Hemû daxwazên me meşrû ne. Divê em her kesî di vî warî de qane bikin. Pêwîste ku 50 mîlyon Kurdên bê statu, statuya wan bê dayîn.”
MA / Ferhat Çelîk