Biryara Erdogan a ji bo êrişa ser Rojava tê çi wateyê?

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Abdulmelîk Ş. Bekir amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo êrişa li dijî Rojava nirxand û wiha got: “Heke Erdogan bikare van êrişan pêk bîne û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike, dê şerê li Rojhilata Navîn bi dehan salên din berdewam bike.” 
 
Serokkmarê AKP’î Tayyîp Erdogan duh di Civîna Koma xwe de hinek biryar parve kirin. Erdogan, got ku biryar dane ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke nû bidin destpêkirin. 
 
Ji nivîskarên Gazete Karincayê Abdulmelîk Ş. Bekir biryara êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Erdogan nirxand. 
 
Di nivîsê de hat destnîşankirin ku bi vê biryarê re dê şerê topyekûn ê li dijî kurdan ku di 2015’an de hatibû destpêkirin girantir bibe û wiha tê gotin: “Ev pêvajo ne tenê biryareke Erdogan e. Li gorî îdeolojiya fermî ya dewletê tê meşandin. Di halê hazir de ji xwe di 17’ê hezîranê de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê operasyoneke îlhaqkirinê hatiye destpêkirin. Wisa xuya dike ku dê bergeha êrişê firehtir bibe. Li gorî Erdogan çendek faktor hene ku êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferz dikin. 
 
HEWL DIDE JI HER DU ALIYAN TAWÎZAN BIGIRE
 
A yekemîn; şerê Rûsya-Ûkraynayê ye. Şer êdî di navbera NATO û Rûsyayê de diqewime. Her ku şer dirêj dibe, bergeha wê firehtir dibe û pirsgirêkên ku bi xwe re anîne girantir dibin. Her du alî jî ji bo ku avantajan bi dest bixin, hewceyî bi şirîkan dibînin. Ji destpêka şer heta niha Erdogan hewl dide sûdê ji hevsengiyên heyî bigire. Li ber digere ku ji her du aliyan jî tawîzan bigire. Bloka Rojava û Rûsya di halê hazir de bi îdarekirina vê siyasetê mijûl in. Di serdemeke ku bala her kesî li ser şerê Rûsya-Ûkraynayê, hewl dide şerê li dijî kurdan daye destpêkirin temam bike. Ji hêlekî ve mirov dikare bibêje momentumeke biavantaj bi dest xistiye. 
 
Weke encameke vê hevkêşiyê, hewl da li Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê hevkêşiyeke nû ava bike. Ji bo êrişên xwe karî destûra DYA’yê û alîkariya PDK’ê bigire. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem hêzên DYA’yê û hem jî yên Rûsyayê hene. Dixwaze ji hevkêşiya heyî sûd bigire û xwe bigihîne encamê. Di demekî ku her du hêzên hegemon li Ûkraynayê ketine qirika hev de ne diyar e bê ka dê li Sûriyeyê helwestekî çawa nîşan bidin. Lê belê ev îxtîmala êrişê ya Erdogan, ji şerê Rûsya-Ûkraynayê gelek qut nîne. Qet nebe ji vir û şûnde dê wisa nebe. Dê bandora şerê NATO û Rûsyayê ya li ser vê qadê çêbibin. 
 
JI RÛSYA Û DYA’YÊ ÎŞARETA ERÊKIRINÊ
 
Armanca sereke ya Erdogan ew e ku Rûsya û DYA di êrişeke gengaz a îlhaqkirinê de xwe bêdeng bikin û destûrê bidin. Li gorî encamên ji vir bi dest dixe re dê hem desthilatdariya xwe ya têkçûyî biparêze û hem jî ji bo xeyalên xwe yên Neo Osmanî gavekî girîng biavêje. Heke ev yek nebe jî dê ji alî û qadên cuda gelek avantajan bi dest bixe. Bi vê yekê re dê êrişa li dijî Herêma Federal a Kurdistanê, di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li her deverê berbelav bike û şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê de jî ji bo hevsengiyan avantajê dide wan. 
 
ÊRIŞA SER ŞENGALÊ
 
Ya duyemîn; di şerê li dijî kurdan de planên wan li gorî daxwazên wan pêk nayên. Anku hesaba malê û sûkê hev nagirin. Êrişên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê 35 roj li pey xwe hiştin. Li gorî agahiyên ji herêmê, şerekî giran heye. Tirkiyeyê dixwest ku bi alîkariya PDK û Serokwezîrê Hikûmeta Navendî ya Iraqê Mûstafa El Kazimî di demekî kin de li qadê serwer bibe. Di êrişên bejahî û hewayî de gelemperî bi amûrên teknolojîk tên bikaranîn lê hêj jî pêşketinek çênebûye. Nefreta gelê kurd a li dijî PDK’ê her ku diçe zêdetir dibe û nayê zanîn bê ka dê vî şerî bi alîkariya PDK’ê çiqasî bikare bidomîne. Ji bo ku xwe ji tengasiya li vir derxîne, bi alîkariya PDK û Kazimî re hewl da êrişî Şengalê bike. Ji ber berxwedan û berteka gel, ev êriş vala derket. 
 
Di rewşa heyî de êrişên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê hatine destpêkirin ne dê bike ku Erdogan bikare desthilatdariya xwe ya têkçûyî xelas bike û ne jî dê bi kêrî hesabên wan ên Neo Osmanî were. Di vê astê de tekane vebijêrkek li pêşiya wan dimîne ku ew jî êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Sedema bingehîn a polîtîkaya wan a li dijî daxwaza endamtiya NATO’yê ya Fînlandiya û Swêdê ew e ku piştgiriyê bo êrişên xwe zêde bike û desthilatdariya xwe xelas bike. Li gorî xwe hewl dide vetoya xwe ya li ser endamtiya Fînlandiya û Swêdê rake û bi vê yekê re bike ku Bloka Rojava di şerê li dijî kurdan de bêdeng bimîne. Di şerê li dijî Rûsyayê de organîzatorê sereke Ingilistan e û tê zanîn ku Ingilistan di şerê heyî de piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Bi vê gavê re hem di şerê Ûkraynayê de aliyê Tirkiyeyê zelal dike û hem jî hem li qada Sûriyeyê planeke lîstikê ya nû ku PDK jî lê hatiye zêdekirin û li derdora Îsraîlê teşe digire têxe meriyetê. 
 
Desthilatdariya Erdogan ku li her qadê marjînal bûye, ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li hundir û ji bo bi qirkirina kurdan re xeyalên xwe yên Neo Osmanî pêk bîne, êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebe nabe dibîne. Baş e lê gelo ma pêkan e ku ev planên Erdogan pêk bên? Hinek encamên şerê ku bi alîkariya PDK’ê li Herêma Federal a Kurdistanê hatiye destpêkirin çendek îşaretan didin me. Dixwestin li wir teknîkeke zêde bi kar bînin û bi alîkariya hêzên PDK’ê li herêmê serdestiya xwe pêk bînin. Dê hêzên Kazimî jî Şengal û Mexmûr bixistina kontrola xwe. Baş e lê bi ser ketin? Bêguman, na. 
 
DÊ ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN KÛRTIR BIKIN
 
Lê belê qada Sûriyeyê hêj bêhtir tevlihev e. Qadeke wisa ye ku DYA, Rûsya, Îsraîl, Îran û dewletên weke wan raste rast li qadê ne. Nêrîna ku hemû kesî bêaqil lê xwe biaqil dibîne, her tim bi xwe re ehmeqî anîne. Bêguman dê li qada Sûriyeyê her hêzek li gorî berjewendiyên xwe bi Tirkiyeyê re têkiliyan deyne. Lê belê mimkin nîne ku berjewendiyên her hêzên ku li wir şerê hev dikin û yên Erdogan hev bigirin. Bi taybet jî dema em li hêza berxwedanê ya gelê kurd û têkoşîna wan a domdar dinihêrin, xuyaye ku Erdogan vebijêrka başê xeraban hildibijêr e. An dê hêj êriş nekirî li hundir desthilatdariya xwe winda bike yan jî dê şerê li dijî kurdan kûr bike û hewl bide serdemeke din jî li desthilatdariyê bimîne. Bi van her du vebijêrkan re rû bi rû ye. 
 
HELWESTA MUXALAFETÊ DÊ DIYARKER BE
 
Wisa dixuye ku Erdogan a duyemîn hilbijartiye û hemû qertên xwe ji bo şerê li dijî kurdan dê bi kar bîne. Li gorî rewşa şer dê hilbijartinê li gorî dilê xwe paşde bixe yan jî heke bixwaze dê bikare bi hilbijartineke pêşwext encama daxwaz dike pêk bîne. Tam di vê rewşê de helwesta muxalefetê ya li dijî şer dê diyarker be. An dê li pey bayê milîtarîst ê Erdogan bikevin û emrê desthilatdariya wî dirêj bikin an jî dê li dijî wî bisekinin û desthilatdariyê bi dest bixin. Heke Erdogan êrişên ku dixwaze bikare pêk bîne û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike, ev tê wê wateyê ku şerê li Rojhilata Navîn dê bi dehan salên din dirêj bibe. 
 
JI BO KURDAN NE ROJA BÊDENGMAYÎNÊ YE 
 
Ji bo kurdan jî mirova dikare bibêje ku di dîroka xwe de di serdema herî krîtîk de ne. Heke li dijî polîtîkayên nokeriyê yên PDK’ê helwestekî zelal nîşan nedin û têkoşîna xwe mezin nekin, dê dîsa bi dubarebûna dîrokê re rû bi rû bimînin. Ji bo tu kurdekî roj ne roja bêdengî û bêbizaviyê ye. Di kîjan astê de dibe bila bibe divê gotina xwe bike, dengê xwe bilind bike û neçare ku têbikoşe.