Çîçek: Em mecbûr in şertên ku azadiya birêz Ocalan tên axaftin biafirînin

img
STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir peywendîdanîna bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  re dê bêhneke mezin li têkoşîna bindestan veke û wiha got: “Em mecbûr in ku atmosfereke azadiya Ocalan lê tê nîqaşkirin biafirînin.” 
 
Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 salan li pey xwe dihêle. Pêvajo di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15’ê Sibata 199’an de bi anîna wî ya Tirkiyeyê berdewam kir. Roja ku Ocalan anîn Tirkiyeyê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Di 25’ê adara 2021’an de piştî axaftina li ser telefonê ku di nîviyê de hatibû qutkirin û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. 
 
Tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî, di serî de pirsgirêka kurd, Ocalan têkildarî gelek pirsgirêkên giran ên welêt kete nava hewldanên çareseriyê. Lê belê ev hewldan tu carî nehatin bersivandin. AKP a ku di sala 2002’yan de bi soza çareserkirina pirsgirêka kurd bûbû îktîdar jî di vê mijarê de tiştek nekir. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan her cara ku diket zorê, li deriyê Îmraliyê xist. Dema bi Ocalan re hevdîtin dihatin kirin, gelên Tirkiyeyê di mijarên demokrasî, azadî û mafên mirovan de bêhnek distand. Di heman demê de bikaranîna çekan dihat sekinandin. Lê belê dema hevdîtin dihatin qutkirin û tecrîda li ser Ocalan dihat girankirin jî tu carî dengê çekan kêm nebû. Girêdayî vê rewşê jî rewşa aboriya Tirkiyeyê her ku çû xerabtir bû. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek têkildarî komploya navneteweyî û geşedanên piştî komployê pirsên ajansa me bersivand. 
 
 Aqilê bingehîn a komploya di sala 1999’an de hatiye pêşxistin, da geliştirilen komplonun temel aklı, Kürt sorununu tamamen çözümsüzlüğe havale eden genel bir uluslararası politikaydı. Bugün tecrit politikasının köklerini ve zeminini de bu komplocu mantıkta aramak lazım. 
 
 Komploya navneteweyî bi tevlibûna gelek welat û NATO’yê hate kirin. Armanca ji komployê çi bû? 
 
Birêz Ocalan, dem abi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê diht kirin, xwestin di mijara pirsgirêka kurd de bi rêya şer û pevçûnan polîtîkaya neçareserkirinê pêş bixin. Birêz Ocalan ji bo ku wê demê polîtîkaya şer û pevçûna vala derxîne, teza “Komara Demokratîk” pêş xist. Di esasê xwe de bi fîkriyata wê demê re, bi pêşniyarên çareseriyê re pêşî li ber qirkirina kurdan girt û li hêla din jî komplo vala derxist. Armanca esasî ya komploya di sala 1999’an de hatiye pêşxistin ew bû ku di pirsgirêka kurd de neçareseriyê pêş bixin û ev yek polîtîkayeke navneteweyî bû. Di esasê xwe de hewceye em kok û bingeha polîtîkaya tecrîdê di mantiqa komploger de bigerin. Dema em ji vê hêlê ve dinirxînin, birêz Ocalan bi têkoşîna xwe, bi fikrên xwe komplo vala derxist. 
 
Berxwedana nûwaza ya gelê kurd û têkoşîna dostên gelê kurd, hêzên pêşverû yên Tirkiyeyê, şoreşgerên çepgir-sosyalîst di nava salan de komplo vala derxist. Hem çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk pir zêde xistin rojevê û komplo vala derxistin û hem jî bi saya têkoşîna “Komara Demokratîk” a Tirkiyeyê û têkoşîna  azadî û demokrasiyê yên gelên Tirkiyeyê destkeftiyên pir mezin bi xwe re anîn. Ev yek me di demekî nêz de jiyan. Berxwedana polîtîk a zîhnî û felsefîk a ku birêz Ocalan li Girava Îmraliyê pêş xistî, her ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hate qebûlkirin, ne tenê têkoşîna azadiyê ya gelê kıurd, di heman demê de têkoşîn azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn jî destkeftiyên pir mezin bidestxistin.  Tevahiya êrişên di demên dawî de tên kirin, mirov dikare weke pêlên êrişan ên li dijî van destkeftiyan binirxîne. 
 
 Komploya navneteweyî vala hate derxistin. Gelo sedema polîtîkaya tecrîda girankirî ev e? 
 
Hêzên neteweyî û navneteweyî di qonaxa halê hazir de di polîtîkaya neçareseriyê de bi ser neketin lewma niha li ser birêz Ocalan “komploya hiqûqê” pêş dixin. Tecrîdê giran dikin, bi demê re vedihêlin û bi vê yekê dixwazin birizînin û bidin jibîrkirin. Di esasê xwe de dixwazin rastiya Ocalan û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi demê re helînin, birizînin û tesfiye bikin. Lê belê em ketin qonaxeke wisa dîrokî ku pirsgirêka kurd veguherî pirsgirêka Kurdistanê û ev pirsgirêk hem li Tirkiyeyê û hem jî li tevahiya Rojhilata Navîn bû pirsgirêka demokrasi û azadiyê ya hemû gelan. Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û pêşengtiya fikrî, polîtîk û civakî ya birêz Ocalan êdî sînor derbas kirin. Tam di rewşeke wiha de astengkirina mutleq a li dijî birêz Ocalan, bi mebesta tesfiyekirina topyekûn a li dijî tevgera azadiyê ya kurd û parçeyeke pêleke êrişan a dîrokî ye. 
 
Em bûn şahid ku kengî li Îmraliyê hiqûq were binpêkirin, li Tirkiye, Rojhilata Navîn û li her devera ku polîtîkaya dewletê xwe digihînê, derqanûntî û derhiqûqtî pêş dikeve.
 
 Polîtîkayên li dijî Ocalan -weke tecrîdê- bandoreke çawa li ser civakê dike? Têkiliyeke çawa heye? 
 
Beriya her tiştî birêz Ocalan zanebûna têkoşîneke fikrî, zihnî, xeteke polîtîk û civakî temsîl dike. Polîtîkayên li dijî birêz Ocalan û yên li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd girêdayî hev tên pêşxistin. Em bûn şahid ku kengî li Îmraliyê hiqûq were binpêkirin, li Tirkiye, Rojhilata Navîn û li her devera ku polîtîkaya dewletê xwe digihînê, derqanûntî û derhiqûqtî pêş dikeve. Em her tim bûn şahidê vê rastiyê. Ev feraseta rêvebirinê ku dewletê yan jî îktîdarê derdixîne derveyî hiqûqê,  tevahiya civakê dîl girtî ye. Di esasê xwe de tecrîd li dijî hemû hkomên daxwaza azadî, demokrasi, aramî, hizûr û aştiya civakî dikin, êrişeke topyekûn e. 
 
Em nikarin rewşa agahînegirtinê ya ku zêdetirî 22 mehan didome weke rewşeke asayî bibînin. Em nikarin weke rewşeke îstîsnaî bibînin. Anku kodên fermî yên dewleta Dewleta Komara Tirkiyeyê, navê asayîkirina hiqûqa îstîsnaî ya ku sed sal in li dijî kurdan di meriyetê de ye. Di cewhera êrişên dîrokî yên li dijî daxwaza azadiyê ya gelê kurd û daxwazên wan ên statûyê de ev e; aqilê ku neçareseriyê di pirsgirêka kurd de ferz dikin di roja me de li ser neqebûlkirina daxwaza statûya kurdan xwe nîşan dide. 
 
Ji ber ku her tişt li ser bingeha dijbertî û înkarkirina kurdan teşe girtî ye, carnan di derdorên civakên muxalîf de xeletfêmkirinên bi vî rengî çêdibin; dibêjin qey dema êrişî kurdan dikin dê destê xwe nêzî wan nekin, dema li dijî birêz Ocalan sepanên derhiqûqî têxin meriyetê weke ku ew derhiqûqtî li dijî wan nayên kirin. Înkarkirina kurdan, hiqûqa îstîsnaî ya li dijî kurdan di meriyetê de, di halê hazir de li tevahiya civakê hatiye ferzkirin. Êdî em qala rastiyeke civakê dikin ku nikarin bêhn bistînin. Sedema vê jî, polîtîkayên qirkirin û tunekirinê ya ku sed sal in li ser kurdan tên ferzkirin. 
 
Bi rastî jî hûn çiqas hewl bidin heqîqetê veşêrin jî, ew heqîqet azadî ye, qêrîna serhildanê ye ku xwe dide der û dê her bide. Çalakiyên xweşewitandinê yên di demên dawî de hatine kirin jî vê rastiyê nîşan didin. Her çend ku em van çalakiyan rast nepejirînin jî divê em dînamîkên di bin vî halê serhildêr de bibînin.
 
 Bertekên li dipjî tecrîdê berdewam in. Li rexekî rêxistinên hiqûqê û siyasetmeda serlêdanan dikin û li hêla din jî çalakyên cuda tên pêşxistin. Herî dawî jî Bubo Taş û Mehmet Akar li dijî tecrîdê xwe şewitandin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? 
 
Di mijara tecrîd û pirsgirêka kurd de tespîtek heye ku her tim dibêjim; heqîqet û rastiyeke ku bi sala ye xwe dubare nîşan dide heye. Bi rastî jî hûn çiqas hewl bidin heqîqetê veşêrin jî, ew heqîqet azadî ye, qêrîna serhildanê ye ku xwe dide der û dê her bide. Çalakiyên xweşewitandinê yên di demên dawî de hatine kirin jî vê rastiyê nîşan didin. Dibe ku hûn birêz Ocalan weke pêşengekî ku qedrê wî di nava civakê de tune be, tevbigerin. Dibe ku li gorî qanûnên we kesekî sûcdar be. Anku dibe ku hûn wisa bibînin. Lê belê tu polîtîkayên we yên serdestiyê, hewldanê we, hewldanên we yên îktîdarparêz dê têkiliya birêz Ocalan a bi civakê re, bi gelê kurd re û bi nasnameyên bindest neguherî ne. Em nirxandina van çalakiyên xweşewitandinê li ser bingeha mafê jiyanê rast nabînin. Lê di dawiya dawî de rastiyeke civakî, polîtîk û hestiyariyê ye. 
 
Her çend ku em van çalakiyan rast nepejirînin jî m neçarin dînamîkên di bin vî halê serhildêr de bibînin, fêm bikin û rol û peywira xwe pêk bînin. Tekane tişta ku ji vê rewşa rizînê, kaosê û krîzê re bibêje “bes e”, standina bernameya çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û têkoşîna wê ya pratîkî ye. Li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên li dijî gelê kurd û bêstatûhiştina wan, ji her demê bêhtir hewcehî bi îradeyeke polîtîk a yekbûyî û xeteke têkoşînê heye. Di esasê xwe de tişta ku çalakiyên xweşewitandinê bi bîra me tînin û pêşniyar dikin jî ev rastiye ye. Hemû kes azadiya xwe di vê fikriyatê de dibîne. Lewma em dibêjin ku ‘hûn nikarin li dijî mirovekî ewqas veguheriye zanîna civakî, zanîna têkoşînê wiha xemsar tevbigerin.’ Hûn nikarin wan polîtîkayên tesfiyekirinê û îmhakirinê wiha giran bikin. Dema hûn kûr dikin, jixwe dê gel hêrsa xwe bivereşe, gotina xwe bike û vîna xwe nîşan bide. Dîrokê nîşan da. 
 
 Di demeke ku bertek berdewam dikirin de CPT’yê daxuyaniya ‘em çûn serdana Îmraliyê’ da. Lê têkildarî naveroka serdanê tu agahî nedan. Çima? 
 
Serdana CPT’yê ya dawî nîşan dide bê ka em ketine qonaxeke çiqas xeternak. Di esasê xwe de bi awayeke neyekser nebe jî fikarên me îtîraf dikin. Lewma jî em dibêjin; “girava muxleqiyê” binav dikin. CPT’yê daxuyanî neda û ev yek nîşaneya bêçaresetiya wan e. Di dawiya dawî de saziyên navneteweyî di mijara pirsgirêka kurd de xizmetê ji neçareserkirinê re dikin. Ev tê wê wateyê ku hinek biryarên azadîxwaz nadin. Bi rastî jî me helwesta rêxistinên navneteweyî yên li dijî tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê û hinek dozan bi vekirî dît. Di dawiya dawî de em tu saziyên hiqûqî ji têkiliyên li ser berjewendiyan hatine avakirin ên navneteweyî cuda nabînin. 
 
 Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ji bo ku Tirkiye dawî li rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê heta dawiya adarê dem dabû Tirkiyeyê. Gelo wateya vê çi ye? 
 
YE, dixwazin ku parêzerên birêz Ocalan tavilê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ev biryara di hukmê tevdîrên demkî de jî nîşaneya rewşa lezgîn û cidiyetê ne. Dizanim ku ev biryareke dawî nîne. Lê belê ev biryara YE’yê, di heman demê de girîngiya pozisyona birêz Ocalan jî radixe ber çavan. Anku heke vê saziyê biryareke wiha da be, heke ev pêşniyar bo dewletê kiribe û bibêje ‘vê bi cih bînin’, ev yek nîşan dide ku li xwe mikûr tên ku rewşeke fikaredar heye. Çima wiha bi awayekî sîstematîk cezayên disiplînê didin? Gelo bi rastî jî tekane encamên cezayên displînê agahînegirtina mutleq e? Na. Îktîdara ku ji bo armancên xwe yên polîtîk, hiqûq di bin lingên xwe de kiriye paspas û hemû nirx ji bo îktîdara xwe difiroşe. 
 
Heke tecrîda li ser birêz Ocalan were bidawîkirin, bikara bi civakê re bê gel hev, bikare gotina xwe bike, bikare têkildarî bûyer û pirsgirêkan pêşniyarê xwe bike, dê ne tenê gelê kurd lê tevahiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî aramtir bibin.
 
 Bidawîkirina tecrîdê û vekirina deriyên Îmraliyê çima ewqas girîng e? 
 
Bi saya bidawîkirina tecrîdê, avakirina şert û mercên ku birêz Ocalan bikare gotina xwe bike û peywendiyan bi gel re, dê bindest û têkoşîna gelê kurd jî bêhneke bistîne. Ji ber ku me şahidiya vê kiriye; pêşniyarên birêz Ocalan û fikrên wî, bi rastî jî pir li pêşiya aqilê dewletperest û kapîtalîst in. Jixwe van destkeftiyên dîrokî jî ev rastî raxist ber çavan û îspat kir. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan were bidawîkirin, bikara bi civakê re bê gel hev, bikare gotina xwe bike, bikare têkildarî bûyer û pirsgirêkan pêşniyarê xwe bike, dê ne tenê gelê kurd lê tevahiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî aramtir bibin. 
 
Êdî divê em li gel wê bin ku tecrîd bi xwe xwe ji holê rake, rejîma Îmraliyê xwe tune bike. Êdî kesek nikare  cihê birêz Ocalan a di nava gel de û asta ku gihiştiyê înkar bike. Em mecbûr in ku hewayeke têkoşînê ya ku êdî aadiya birêz Ocalan tê axaftin biafirînin. Nexwe dê dîrok hem ji bo me û hem jî ji bo serdestan xwe dubare bike. Lê di halê hazir de pirsgirêka kurd û asta ku gihiştiyê nikare vê rewşê ragire. Asta ku têkoşîna gelên Tirkiye û Kurdistanê gihiştiyê, êdî nema dikare têgeha tecrîdê jî ragire. Asteke wisa ye ku dikare were hjilweşandin. Divê em ji vê hêlê ve lê binêrin. Heta ku agahî ji birêz Ocalan agahî tên girtin, heta ku qenalên peyewendiyan ên bitendurist, azad û hiqûqî tên danîn, divê li dijî rewşa agahînegirtinê em têkoşîna topyekûn mezintir bikin. 
 
MA / Rûkiye Adiguzel