NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji bo pirsgirêka kurd li ser bingeheke demokratîk were çareserkirina berê xwe dabû Ewropayê, weke “mirovê nayê xwestin” hatibû îlankirin. Hewldan çêbûn ku Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî gav bi gav were bêbandorkirin.
Komploya navneteweyî ku xeleka herî girîng a şerê li dijî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û daxwazên azadî, wekhevî û demokrasiyê hatiye kûrkirin bû, dikeve sala 25’emîn. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin û bingeheke hiqûqî jê re ava bike, berê xwe da Ewropayê. Pêvajoya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, tevî ku bi ser re 25 sal derbasbûn jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xwe re tenê şer, mirin, koçberî û xizanî anî.
Komplo ber bi dawiya sedsala 20’emîn ve hate destpêkirin ku hevsengiyên kûrewî hêdî hêdî xerab dibûn. Komplo, di sala 1985’an de bi koordînatoriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û ji hêla Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) û Almanyayê ve kete meriyetê. Di salên 1990’an de Ingilistan, piştî sala 1996’an jî Îsraîl û Yewnanistan tev li bûn. Di sala 1998’an de Erebistana Siûdî, Misr, Îran, Sûriye, Parlamentoya Ewropayê, Fransa, Îtalya, Hollanda, Rûsya û herî dawî di sala 1999’an de jî Swîsre û Kenya tev li komployê bûn. Abdullah Ocalan, di 15’ê Sibata 1999’an de bi şirîkatiya van dewletan radestî Tirkiyeyê hate kirin.
Hêzên kûrewî yên ku gelên cîhanê tune dihesibandin, hewl dan sînorên Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin. Abdullah Ocalan ku daxilî vê çerxa hêzên kûrewî nebû û bi gotina wî “kesê li Rojhilata Navîn lîstikê xera dike”, dema ji bo çareseriya demokratîk berê xwe da Ewropayê, weke “kesê nayê xwestin” hate ragihandin. Pêvajoya ku PDK û YNK tê de cih girtibûn, di sala 1985’an de bi koordînatoriya DYA’ê û ji hêla Gladioya NATO’yê û Almanyayê ve hate destpêkirin. Di salên 1990’an de Ingilistan, piştî sala 1996’an Îsraîl û Yewnanistan, di sala 1998’an de Erebistana Siûdî, Misr, Îran, Sûriye, Parlamentoya Ewropayê, Fransa, Îtalya, Hollanda û Rûsya û di sala 1999’an de jî bi piştgiriya Swîsre û Kenyayê hate domandin. Abdullah Ocalan, di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û çû Yewnanistanê. Ji wir çû Rûsyayê û ji wir jî derbasî Îtalyayê bû. Piştre dîsa li Rûsyayê vegeriya. Ocalan, hem bi devkî hem jî bi nivîskî ji bo serlêdana penaberiyê serî li Konsolosxaneyên Yewnanistan û Kenyayê da. Lê rayedarên dewletê ev serlêdan bi awayekî fermî qeyd nekirin.
BINPÊKIRINA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ
Welatên ku hem hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî binpê kirin, Xala 1A (2) a Peymana 1951 a Têkildarî Statûya Hiqûqî ya Penaberan ku yekemîn peymana navneteweyî ya derheqê penabertiyê de ye û dibêje; “…kesayetên ji ber nîjad, bawerî, tabiiyeta xwe, endamtiya xwe ya komeke civakî ya diyar an jî ji ber fikrên xwe yên siyasî xetere li ser hebe ku rastî zilmê bên û ji ber vê yekê ditirsin û li derveyî welatê xwe, nikarin ji parastina welatê xwe sûdê bigirin an jî ji ber tirsa heyî naxwazin jê sûd bigirin...” jinedîtî ve hatin. Dema Ocalan diçû van welatan, diviyabû van welatan li gorî Peymana 1951’an kirarî bikirana. Lê belê ev dewlet bi taybet li dijî berpirsyartiyên “Dersînorkirin” û “Paşveşandin” ên xala “Berpirsyartiyên Dewletan” tevgeriyan.
PEYMANA DUBLÎNÊ TUNE HATE HESIBANDIN
Peymana Dublînê (Di nava Yekitiya Ewropayê û di çarçoveya Peymana Cinevê û Dîrektîfa Besayîtiyê ya YE’yê de, dema kesekê ji bo xwe li parastina navneteweyî serlêdan kir, diyar dike bê ka kîjan dewleta YE’yê dê lê binêre) di 15’ê Hezîrana 1990’an de hate îmzekirin û di sala 1997’an de kete meriyetê. Lê belê ev peyman jî hate binpêkirin. Abdullah Ocalan gelek caran serlêdan kir lê tevî vê peymanê jî serlêdana wî bi awayekî fermî nexistin meriyetê.
LI DIJÎ ABDULLAH ŞOPANDINA BÊNAVBER
Di vê pêvajoyê de Îtalya, Rûsya û Yewnanistanê hiqûqa xwe ya navxweyî jî binpê kirin. Gelê kurd ê ku berpirsyartiya van dewletan raxistin berçavan, ev pêvajo weke “komploya navneteweyî” pênase kirin. Abdullah Ocalan jî dibêje ku piştî ji Sûriyeyê derketî, li dijî wî “şopandineke bêeman” hatiye destpêkirin.
DESTPÊKA ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ
Abdullah Ocalan, pêvajoya dûvdirêj a ku ji 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kirî û heta di 15’ê Sibata 1999’an ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê domiyayî, wiha vedibêje: “Armanca min a li Ewropayê ew bû ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd platformeke demokratîk ava bikim. Siyaseta çareseriya demokratîk a ku dê min li Ewropayê pêş bixista, dikariya dawî li şer bianiya. Heke piştgirî bihata dayîn, dê tiştekî zehmet nebûya ku helwesta Tirkiyeyê jî biguhere. Lê dê bihata fêmkirin ku Ewropa li gel çareserkirina pirsgirêka kurd nebû. Tirkiye bi pirsgirêka kurd ve mijûl bû û ev rewş bêhtir bi kêrî karê wan dihat. Rageşiya li Rojhilata Navîn a ji ber kurdan, bêhtir bi kêrî wan dihat. Lewma jî hewldana min a ku ew qet li bendê nebûn, rewşeke li derveyî taktîka wan bû. Ji bilî DYA’yê tu hêzên din nedikariyan vê operasyonê li dar bixin. Tekane rola hêzên şerê taybet a tirk a di vê pêvajoyê de ew bû ku min bi awayeke bikontrol bi balafirê bînin Îmraliyê. Ev pêvajo, teqez pêvajoya girîngtirîn operasyona NATO’yê ya di dîroka wê de bû. Ev yek ewqas eşkereye ku cihê em diçûnê tu kesî nedikariya helwestekî herî biçûk ê cuda nîşan bide. Yên nîşan didan jî di kêliyê de dihatin bêbandorkirin.”
PROJEYA MEZIN A ROJHILATA NAVÎN
Abdullah Ocalan, pêvajoya ji derketina Sûriyeyê heta Îmraliyê weke “amadekirina çarmix û darbestê” pênase kir û ev nirxandin kir: “Kesên li Moskovê bizmar pir dişidandin. Di serî de Îtalya, Almanya û Fransa, tevahiya deriyên welatên Ewropayê bi awayekî fiîlî li min hatibûn girtin. Li Ewropayê weke ‘mirovê nayê xwestin’ hatibûm îlankirin. Mimkin nîne ku mirov di vê helwestê de bandora Gladioyê nebîne. Bêguman Tirkiyeyê jî weke bedela vê yekê, bû welatê herî jêbawer ê DYA û Îsraîlê. Ev pêvajo, di esasê xwe de ji bilî çîroka pêşkeşkirina Tirkiyeyê ya kapîtalîzma kûrewî ya fînansê, tu tiştekî din nebû. Yek ji gavên herî girîng û operasyona ewil a ji bo xistina meriyetê ya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bû ku li dijî min hate kirin. Ecevît belasebeb nedigot; ‘Min bi tu awayî fêm nekir bê ka çima Ocalan radestî me hate kirin.’Çawa ku Şerê Yekemîn ê Cîhanê bi kuştina welîahtê Avusturyayê ji hêla nîjadperestekî sirp ve hatibe destpêkirin, ji hêlekî ve Şerê Sêyemîn ê Cîhanê jî bi operasyona li dijî min hate destpêkirin.”
GAV BI GAV KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
Komploya navneteweyî ku di nava çar mehan de gav bi gav hate pêşxistin, di pirtûka Abdullah Ocalan a “Komploya Navneteweyî Doza Atînayê” de bi berfirehî hate vegotin û teşhîrkirin.
1994: Bill Clinton, di sala 1973’an de çû serdana Şamê. Cara ewil bû ku serokekî DYA’yê diçû serdana Şamê. Di serdana cotmeha 1994’an de yek ji mijarên sereke yên li ser hatiye axaftin, Abdullah Ocalan bû. Her çend ku ji bo naveroka vê hevdîtinê gotinên weke “ji bo aştiyeke berfireh a li Rojhilata Navîn” hatibin kirin jî, di hevdîtina Bill Clinton-Hafiz Esad a 4 saetan de nêzî 3 saetan li ser Abdullah Ocalan hate axaftin. Bi vê yekê re Abdullah Ocalan weke mezintirîn gef hate hedefgirtin.
23’yê Sbata 1996’an: Tirkiye û Îsraîlê di çarçoveya peymana hevkariya leşkerî û perwerdeyê de şirîkatiyeke stratejîk pêş xistin. Di vê peymanê de hevkariya her du dewletan a li dijî Sûriyeyê hebû. Bi vê yekê re dorpêça li ser Sûriyeyê hatibû tengkirin. Hat diyarkirin ku di van serdeman de CIA çû Şamê û paketek radestî rayedarên Sûriyeyê kir.
9’ê Nîsana 1996’an: Lingê komployê yê Yewnanistanê hate amadekirin. Diviyabû rageşî û têkiliyên di navbera tirk û yewnanan de bihatina “başkirin.” Di navbera Serokwezîrê Yewnanistanê Kostas Simitis û Serokê DYA’yê Bill Clinton de li Qesra Spî ya DYA’yê hevdîtineke veşarî hate kirin. Di vê hevdîtinê de têkiliyên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de hatin nirxandin. Simitis, piştgirî da polîtîkayên DYA’yên li herêmê û hevkariya bi Tirkiyeyê re qebûl kir. Clinton jî soz da ku dê pirsgirêkên di navbera Tirkiye-Yewnanistanê de çareser bike.
6’ê Gulana 1996’an: Demekî kin piştre bandora van hevdîtin û peymanan xwe nîşan dan. Di 6’ê gulana 1996’an de li paytexta Sûriyeyê Şamê li dijî Abdullah Ocalan bi wesayîteke bombebarkirî êrişa sûîqestê hate kirin. Abdullah Ocalan li ser telefonê hatibû şopandin û li nêzî mala wî wesayîteke bi teqemeniyên C4’ê hate teqandin. Nîv saet piştî teqînê, rojnameyên girêdayî Londonê ji tevahiya cîhanê re ragihandin ku Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye.
Gulana 1997’an: Wezîrê Parastinê yê hikûmeta Necmettîn Erbakan, Turhan Tayan çû serdana Girên Golanê yên Sûriyeyê ku ji hêla Îsraîlê ve hatibûn dagirkirin. Piştî vê serdanê, Îsraîlê li dijî komên kurdan ku heta niha tu pirsgirêk pê re ne jiya bû, dest bi propagandaya reşkirinê kir û helwestekî cuda nîşan da.
17’ê Îlona 1998’an: Demekî kin piştî peymana Simitis-Clinton; Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî çû Enqereyê û jê hat xwestin ku ji bo dilsoziya xwe ya bi pêvajoya Enqereyê ya ku Amerîka û Ingilistan jî piştre tev li bûbû soz bide. Piştre jî bi Serokê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî re hevdîtin kir û şandin Washingtonê. Di 17’ê îlona 1998’an de jî di navbera PDK-YNK-DYA’yê de li Washingtonê Peymana Otonomiya Kurd hate îmzekirin. Armanca esasî ya vê mutabaqetê ew bû ku bibin şirîkên plana tesfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û Sûriyeyê. Yek ji xalên din ên di peymanê de jî avakirina Iraqa federatîf bû.
30’ê Îlona 1998’an: Di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya bi serokatiya Serokkomar Suleyman Demîrel hate kirin de li dijî Sûriyeyê vebijêrka leşkerî hate nîqaşkirin. Demîrel, di 1’ê cotmehê de gef li Sûriyeyê xwar ku êrişa leşkerî pêk bîne.
3’yê Cotmeha 1998’an: NATO’yê li Îskenderûn a li ser sînorê Sûriyeyê tetbîqateke leşkerî ya berfireh da destpêkirin. 2 hezar û 500 leşker û personelên DYA’yê tev li tetbîqatê bûn. Ev geşedan weke amadekariyên şerê li dijî Sûriyeyê hate nirxandin. Bi wesîleya vê tetbîqatê, keştiyên şer û moşekên pêşketî yên aydê komkeştiya Amerîkayê veguhestin rojhilatê Behra Spî ku li ser sînorê Sûriyeyê ye. Di heman rojan de Îsraîlê hêza leşkerî veguhest Girên Golanê. Fermandarê Hêzên Bejahî yê Tirkiyeyê Atîlla Ateş û Serokkomar Suleyman Demîrel jî bi daxuyaniyên xwe Sûriye û Abdullah Ocalan hedef girtin.
Piştî van axaftinan, ji Hatayê heta Cizîr a Şirnexê, li seranserî sînorê Sûriyeyê leşker hatin veguhestin. Di heman demê de hişyariya pirteqalî ku di wateya hişyariya sor de ye dan balafirgehên leşkerî yên Amed û Meletiyê. Li hêla din; DYA’yê bi Misr û Erebistana Siûdî re hevdîtinê dîplomatîk kir û jê xwest ku zextê li Sûriyeyê bikin. Bi vê yekê re hevkariya DYA-Tirkiye-Îsraîlê dorpêça li ser Sûriyeyê girantir kir.
9’ê Cotmeha 1998’an: Rayedarên Sûriyeyê li hemberî zextên roj bi roj zêdetir dibûn de ji bo Abdullah Ocalan pêşniyara “Here, nesekine” kir. Li ser van pêşniyaran, Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket.
SIBE / Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin