Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, komploya navneteweyî weke “çarmixkirin” û “amadekirina darbestê” pênase kir. Pêvajoya komployê ya Ewropayê 130 rojan berdewam kir û Abdullah Ocalan bi hevkarî û bazariyên hêzên kûrewî anîn Tirkiyeyê. 
 
Komploya Navneteweyî ya li Dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bi koordînatoriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate kirin, 25 sal li pey xwe hişt. Abdullah Ocalan, komplo weke destpêka Şerê Sêyemîn ê Cîhanê nirxand. Komploya navneteweyî ya ku bi serdanên Serokê DYA’yê yê demê Bill Clinton ên Sûriye û Yewnanistanê dest pê kirin û tesfiyeya Abdullah Ocalan dihat mebestkirin, bi demê re bi tevlibûna gelek hêzên navneteweyî hate domandin. Piştî taxilkirina hêzên kûrewî, hikûmeta Şamê ku parçeyeke komployê bû zext li Abdullah Ocalan kir û Ocalan neçar ma ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derkeve. 
 
Abdullah Ocalan, bi çûna Ewropayê mebest dikir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bingeheke demokratîk ava bike. Lê li Ewropayê weke “kesê nayê xwestin” hate îlankirin û di nava 130 rojên li Ewropayê de bênavber hate şopandin. Di 15’ê Sibata 1999’an de jî anîn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. Ocalan, li Girtîgeha Îmraliyê aliyên komployê yê navneteweyî teşhîr kir û wiha got: “Ez ne girtiyê Tirkiyeyê lê mehkûmê komploya navneteweyî me. Bizmarê ewil li moskovê lê dan. Min li wir xiyaneta mîna mar xwînsar jiya. Bizmarê duyemîn li Romayê lê dan. Li dijî lîstikên zirav ên kapîtalîzmê min dev ji rûmetê berneda. Yê sêyemîn li Atînayê lê dan; xiyaneta li dijî dostaniyeke mînakên wê li cîhanê nehatine dîtin ez lal kirim, felcê li min da. Bizmarê çaremîn jî li Naîrobiyê lê hate xistin; radestî Tirkiyeyê hatim kirin ku ji bo darvekirinê li min digeriyan. Di encama ‘Komploya Çarmixê (çar bizmar)” de ez anîm girtîgeha yekkesî ya li girava Behra Marmarayê. Êdî di pêvajoya çarmixê de (darvekirinê) de hatim hiştin. Rola Tirkiyeyê ya di komployê de ew bû ku li benda mirina min bisekine. Anku gardiyantî ye.” 
 
ABDULLAH OCALAN VEDIBÊJE
 
Abdullah Ocalan, diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, di serî de ewlehiya can, gelek xetere dan ber çavan û israr kiriye ku li Ewropayê bimîne. Ocalan, ev pêvajo di pirtûka xwe ya “Komploya Navneteweyî Doza Atînayê” de bi berfirehî vegot. Em, 130 rojên Abdullah Ocalan ên piştî derketina ji Sûriyeyê li Ewropayê derbas kirî bi gotinên wî parve dikin. 
 
GAVA EWIL A KOMPLOYÊ: ATÎNA
 
Ocalan, got ku dema ji Sûriyeyê derketî rêyên çiyê û Ewropayê li pêşiya wî hebûn û dibêje: “Li gel sedemên giştî, Wezîrê Veguhestinê yê Yewnanistanê yê berê û Parlamenterê PASOK’ê Kostas Baduvas soz da ku dê Parlamentoya Yewnanistanê û hikûmeta wê piştgiriyê bide min. Lewma min biryar da ku li ser Yewnanistanê derbasî Ewropayê bibim. Lê dema gihiştim Balafirgeha Atînayê, ne ji hêla Baduvas lê ji hêla endamê Teşkîlata Îstîxbarata Yewnanistanê yê berê Savvas Kalenderidis û rayedarê payebilind ê îstîxbaratê Stavrakakis ve hatim pêşwazîkirin. Ez xistibûm xefikê û bi vê yekê re gava ewil a komploya DYA, Ingilistan-Simitis ketibû meriyetê. Baduvas li balafirgehê bi dehan caran li min geriya, digot; ‘Tiştekî ku ez bikim tune ye, bi serokwezîr re hevdîtinê dikim’ û nedihat. Li ser vê yekê, weke tevdîrekê min ji bo îltîcayê serî li rayedarên balafirgehê da.” 
 
LI GORÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TEVNEGERIYAN
 
Abdullah Ocalan, got ku serlêdana wî ya îltîcayê nekete meriyetê û wiha didomîne: “Di vê navberê de Serokwezîrê Yewnanistanê Konstantinos Simitis ê ku Baduvas pê re di civînê de bû, di wê navberê de ji bo civînê banga lezgîn li Wezîrê Nîzama Cemaweriyê Peçalnikos, Wezîrê Karên Derve Pangalos û Wezîrê Parastinê Çohacopulos kir. Di civînê de li ser daxwaza min a îltîcayê ku bi awayekî fermî nexistibûn meriyetê nîqaş dikirin. Li gorî hiqûqa navneteweyî û qanûnên yewnanan, diviyabû daxwaza min a îltîcayê ji dadgehê re bişîne. Lê li gorî prosedûran tevnegeriyan, têkildarî wê hevdîtin dihat kirin û ji bo min biryar dihat girtin ku tavilê Yewnanistanê biterikînim. Ev biryara derhiqûqî û derqanûnî, ji rayedarên îstîxbaratê Kalenderidis û Stavrakakis ên em li balafirgehê dabûn sekinandin re dihat ragihandin. Em, qederê 4-5 saetan li beşa transît a Balafirgeha Atîna-Hellinikonê hatin sekinandin. Bi gef û tirseke mezin ji min re gotin ku divê di heman rojê heta saet 17.00’an ji welêt derkevim nexwe dê rastî helwestekî min bide zorê raber bikin. Di vê navberê de nûnerê me yê li Rûsyayê, Nûman Uçar vexwendnameyek faks kir û bi vê faksê re kirariyên min ên vîzeyê re eleqedar bûn. Kirariyên vîzeyê bi lez û bez hatin kirin û bi balafireke taybet a ji hêla Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê ve hatiye amadekirin, di heman rojê de ez birim Moskovê.” 
 
33 ROJÊN LI MOSKOVÊ
 
Rêberê PKK’ê da zanîn ku li Rûsyayê ji hêla Nûman Uçar û endamên ewlekariyê yên Rûsyayê ve hatiye pêşwazîkirin û ev tişt anî ziman: “Ji ewil birin mala Serokê Partiya Demokrat a Lîberal Jirinowski û piştre jî derbasî maleke li çoltarê. Min serlêdana xwe ya îltîcayê da peywirdarên li cem xwe. DYA û Tirkiye hîn bûn ku ez li Rûsyayê me û ketin dewrê. Di encamê de Serokwezîrê Rûsyayê Yevgeni Pirimakov, nehişt biryara îltîcayê ya Dumayê bikeve meriyetê, bi awayekî derqanûnî li min ferz kirin ku Rûsyayê biterikînim. Prosedûrên qanûnî yên weke hiqûqa navneteweyî, mafê îltîcayê yê qanûnên Rûsyayê dide, biryara dadgehê û girtin ên derheqê min de dê li vir jî nehatina bicihanîn. Tirkiyeyê, wan rojan Cîgirê Musteşarê Wezareta Karên Derve Mehmet Alî Îrtemçelîk ji bo hevdîtinan şandibû Moskovê. Îrtemçelîk, nameyeke Serokwezîr Mesût Yilmaz da Serokwezîrê Rûsyayê Primakov. Di vê name û serdanê de ji bo îadekirina min bazariyên aborî dihatin kirin. Li dora me torek hebû ku li ser me bazarî dikir. Li ser van geşedanan, min ji bo penaberiya siyasî serî li Dumayê da ku baskê jêr ê Parlamentoya Rûsyayê ye. Dumayê polîtîkayên li dijî min şermezar kir û di 4’ê mijdara 1998’an de li dijî dengekî, bi 298 dengan daxwaza min a penaberiyê qebûl kir. Bi vê yekê re erê dikir ku Federasyona Rûsyayê mafê penaberiya siyasî bide min.” 
 
RAWESTGEHA PIŞTRE: ROMA
 
Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku li dijî biryara erêkirina mafê penebariya wî ya siyasî ji hêla Rûsyayê ve cara ewil DYA’yê bertek nîşan da û wiha pê de çû: “Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê James Rubun, di daxuyaniya xwe de got; ‘Me ji hikûmeta Rûsyayê xwest ku tavilê Ocalan dersînor bike yan jî ji bo îadekirinê gavan biavêje. Divê tu welat mafê penaberiyê nede wî.’ Serokwezîrê Rûsyayê Primkakov, biryara Dumayê nas nekir, 9 roj dem da û gefa heke ji welêt dernekevim dê bi darê zorê derxîne xwar. Dixwestin li ser Tirkiyeyê derbasî Qibrisê bikin. Ji ber îxtîmala ku balafir li hewa were îmhakirin an jî dade Enqereyê, min qebûl nekir. Bi rêya nûnerê me yê Îtalyayê Ahmet Yaman, Parlamenterê Partiya Komunîst a Jinûveavakirinê ya Îtalyayê (PRC) Ramon Mantovani kete dewrê û di 12’ê mijdara 1998’an de ji Rûsyayê derbasî Îtalya-Romayê bûm. Bi vê yekê re serdana min a li Rûsyayê piştî 33 rojan bi dawî bû.” 
 
DEMA LI BENDA DOSTANIYÊ HATE GIRTIN 
 
Rêberê PKK’ê, wiha qala pêvajoya Romayê kir: “Dema em gihiştin Îtalyayê, li benda dostaniyê bûm lê hatim girtin. Ev biryar piştre hate rakirin lê vê carê dorpêçeke gelek hişktir di meriyetê de bû. Serokwezîrê wê demê Massimo D’Alema xwedî wê hêzê nebû ku li dijî vê derkeve. Baweriya hikûmeta Îtalyayê bi wê nedihat û hêzeke diyarker nebû. Heke gotin di cih de be miameleyek sûcdariyê dikirin. Şopên tiliya min girtin, wêneyên min kişandin. Piştî ku min şertên tenduristiya xwe jê re gotin, ez derbasî cihekî din hatim kirin ku li wir mudaxileyên tibî jî dihatin kirin. Di vê navberê de min ji bo daxwaza xwe ya îltîcaya siyasî serî li meqamên fermî da. Tevî ewqas rewşên neyînî û zehmetiyan jî Îtalyayê berevajî welatên din (Yewnanistan û Rûsya) kirariyên fermî dan destpêkirin. Welatê ewil û dawî ya di asta hikûmetê de daxwaza min a îltîcayê xistiye meriyetê Îtalya bû. Bi vê yekê re êdî mîsogeriyeke hiqûqî ya mayîna min a li wir hebû. Lê belê di serî de DYA’ê û piştre jî Konseya Yekitiya Ewropayê zextên giran li ser Îtalyayê kirin û kirin ku daxwaza min a îltîcaya siyasî vemîne. 
 
ZEXTÊN GIRAN ÊN LI ÎTALYAYÊ HATIN KIRIN
 
Zexta siyasî û aborî li hikûmeta Îtalyayê hate kirin. DYA û Clinton bi xwe ketin dewrê û dest bi zextên li ser Îtalyayê kirin. Serokê DYA’yê Bill Clinton, di 24’ê mijdara 1998’an de du caran li ser telefonê li Serokwezîrê Îtalyayê D’Alema geriya û dê jê re bigota; ‘xeletiyeke wiha ya dîrokî nekin.’ Di vê navberê de min jî têkildarî armanca xwe ya li Ewropayê daxuyanî didan, min bi daxuyaniyên xwe hewl dida pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û ji bo aştiyê min hewl dida. Daxuyaniyên min di vê çarçoveyê de bûn. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê yê demê James Rubin, bertek nîşanî daxuyaniya min a di 26’ê mijdara 1998’an de da û got; ‘Divê Ocalan tavilê radestî Tirkiyeyê were kirin.’ Hikûmeta Tirkiyeyê jî bi awayekî hemwext xwest ku bêm îadekirin. Heman zextên xwe li ser Konseya Ewropayê jî didomandin. Konseya Ewropayê ku di demên berê de ji bo pêşniyara min a konferansa navneteweyî û darizandina navneteweyî biryarên erênî dabû, ji ber zextên DYA’yê paşvegav avêt û êdî biryarên li gorî xeta DYA’yê ya ‘terorîst’ biryar dan. Hikûmeta D’Alema êdî nema karî xwe li ber zextan bigire, îdia kir ku xetere heye ku hikûmeta wan bikeve û êdî ji bo ji welêt derkevim dest bi zextên giran ên psîkolojîk kir. Zextên wan, ji zextên li vê derê (Îmrali) jî dijwartir bûn. Haya serokwezîr jî ji van tiştên dihatin kirin hebû. Di dawiya dawî de ez neçar mam ku jê re bibêjim heke temînatek were dayîn, ez ê derkevim derveyî sînorên Îtalyayê. 
 
WEKE ‘KESÊ NAYÊ XWESTIN’ HATE ÎLANKIRIN
 
Li ser vê yekê, hikûmet ji bo welatekî din ê Ewropayê bibîne kete nava hewldanan. Di vê navberê de Hikûmeta Federe ya Almanyayê biryar agirtinê ya îadekirinê ferz dike veguherand biryareke girtinê ya ‘armanca wê ne îadekirin.’ Bi vê yekê re îxtîmala ku îadeyî Almanyayê bêm kirin ji holê hate rakirin û gaveke din a derhiqûqî ya di çarçoveya hesabên siyasî de hatiye amadekirin hate avêtin. Di hevdîtinan de Fransayê diyar kir ku dê negirin welatê xwe û Senegal pêşniyar kir. Ev pêşniyar, pêşniyareke ne cidî hate nirxandin û li ser vebijêrkên Avusturya û Fînlandiyayê nîqaş hatin meşandin. Rayedarên Wezarata Karên Derve ya Fînlandiyayê şertê ‘heke Almanya qebûl bike’ danîn pêşiya me. Piştî Almanyayê qebûl nekirî jî hewldanên ji bo Fînlandiyayê bêencam man. Avusturyayê jî got ku dê nekare min ragire. Tenê ew mabû ku ez bi darê zorê neyêm derxistin. Nexêr armanca min a li Îtalyayê û li Ewropayê ew bû ku ji bo çareseriya demokratî a pirsgirêka kurd, bingehekî ava bikim. Heke min dabûya zorê dikariyam bimînim, tiştekî zehmet bû ku li navenda ku hiqûqa Romayê lê afirî bû bêm derxistin lê belê rîskên wê yên siyasî giran bûn. Di dawiya dawî de Îtalya bi wêrek tevnegeriya û paşvegav avêt. Di serî de Îtalya, Almanya û Fransa, deriyên hemû welatên Ewropayê bi awayeke fiîlî li min hatibûn girtin. Li Ewropayê weke ‘kesê nayê xwestin’ hatibûm îlankirin. Bi awayekî plankirî tenê du vebijêrk li pêşiya min hiştibûn ku ew jî Yewnanistan û Rûsya bûn. Jixwe piştî ku Ahmet Yaman ketî dewrê, bi balafireke ji hêla Serokwezîrtiya Îtalyayê ve hatiye amadekirin re neçar mam ku dîsa biçim Rûsyayê.” 
 
CARA DUYEMÎN ÇÛ MOSKOVÊ
 
Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku Îtalyayê teklîfa “Ocalan dîsa bibin cem xwe, em ê krediya 8 milyar dolar ku beşa ewil a alîkarîya sala 1998’an a IMF’ê bloke kiribû bo we vekin” ji bo Rûsyayê kir û wiha got: “Rûsyayê ev teklîf qebûl kir. Li ser vê yekê di 16’ê çileya 1999’an de çûm Moskovê. Ez piştî bazariyan hatibûm lê helwesteke tundtir hate raberkirin. Yekîneyên ewlekariya taybet tevahiya têkiliyên min ên bi derve re qut kirin. Hatin û çûnên mala ez lê dihatim girtin jî hatin qedexekirin. Destûr nedan ku bi hewldanên xwe derbasî Kurdistanê yan jî welatekî din bibim. Yekîneyên ewlekariyê yên rûs di 17’ê çileya 1999’an de dê wiha bigota; ‘Hikûmeta me destûrê nade ku hûn li vir bimînin. Divê hûn di nava 3 rojan de Rûsyayê biterikînin. Lê em ê diyar bikin bê ka hûn dê biçin ku derê.’ Sefîrê Rûsyayê yê Enqereyê Aleksandr Lebedev rojek piştre (18’ê çileyê) soza ‘Ocalan çawa ku hate girtin dê were dersînorkirin’ da Tirkiyeyê. Serokwezîrê demê Bulent Ecevît bi daxuyaniyên xwe ev yek piştrast kiribû. Li ser çapemeniyê hate parvekirin ku Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Medeleine Albright jî hatiye serdana Rûsyayê. Îxtîmaleke mezine ku perdeya dawî ya lîstikê bi zanebûn hatibû amadekirin û dilîstin.” 
 
AMADEKIRINA ÇARMIX Û DARBESTÊ
 
Ocalan, dibêje ku ev pêvajo amadekirina çarmix û darbestê bû û van nirxandinan dike: “Ên li Moskovê bizmarên xwe qahîm lê didan. Xuyaye ku biryar ji hêla rayedarên payebilind ve hatibû dayîn û teqez bû. Min jê re got ku dixwazim vegerim Kurdistanê. Ji ewilî gotin; ‘Em dikarin te deynin ser sînorê Ermenistanê.’ Li pey wê tişta digotin ev bû; ‘Rewşa guherî, em diçin Tacîkistanê.’ Beriya serdana Medeleine Albright a Moskovê (20’ê çileyê), bi dek û dolaban û bi darê zorê li balafira kargoyê hatim siwarkirin. Derxistin derveyî sînorên Rûsyayê û piştre jî birin paytexta Tacîkistanê Bîşkekê. Li wir derbasî maleke li gund kirin. Ev yek, revandina bi darê zorê bû. 8 rojan di tecrîdê de hatim ragirtin. Tevahiya têkiliyên min ên bi derve re hatibûn qutkirin. Di bin şert û mercên binçavkirinê yên ne li gorî biryara dadgehê de dihatim ragirtin. 8 roj piştre (8’ê çileyê), dîsa bi balafireke hatiye amadekirin re vegerandim Moskovê. Kesekî min nas nedikir ez pêşwazî kirim. Ez birim avahiya yekîneyên taybet ên rûs. Demekî kin piştre peywirdarên rûs ên hatin cem min gef xwarin û gotin ku dê sersibeha sibê de bi balafirê bişînin Şamê. Armanca wan ew bû ku li Sûriyeyê min radestî Tirkiyeyê bikin. Ji ber ku wê demê Sûriye û Tirkiyeyê lihev kiribûn ku heke dîsa vegerim Sûriyeyê radestî Tirkiyeyê bêm kirin. Ji ber ku dê balafir li ser Tirkiyeyê bifiriya, îxtîmal hebû ku were îmhakirin jî. Lewma min ev teklîf red kir. Êdî rewşeke xeternak derketibû holê. Bi rêya Ayfer Kaya ya li Yewnanistanê, min ji Amîral Naksakis re got ku li ser jiyana min xetere heye.” 
 
LI ATÎNAYÊ XISTIN XEFIKÊ 
 
Abdullah Ocalan, anî ziman ku Generalê Teqawid Naksakis û wergêr Ayfer Kaya balafireke taybet anîn û di 29’ê çileya 1999’an de dîsa vegeriyaye Balafirgeha Atînayê. Ocalan, wan rojan wiha vedibêje: “Ji VÎP’ê re derbas kirin û derbasî mala nivîskar Vula ya li Nea Makriyê kirin. Şevekê li wir mam. Haya rayedarên yewnan jê hebû ku hatime Atînayê. Lê nedizanîn bê ka li ku dimînim. Rayedarên rûs gotin ku piştî diçim Bukreşê, derbasî Atînayê bibim. Min guman ji van pêşniyaran bir lewma yekser çûm Atînayê. Di demên piştre de Naksakis dê îdia bikira ku biryar hatibû dayîn ku li Bukreşê radestî Tirkiyeyê bihatima kirin. Weke ku vê gotinê piştrast bike, tê zanîn ku di wê navberê de Serokê Îstîxbarata Yewnan Stavrakakis li Bukreşê li benda min bû. Stavrakakis ê li Bukreşê ketibû nava tirsê û li cîgirê xwe Savvas Kalenteridis geriya, jê re got ku ez hatime Yewnanistanê û bi lezgînî cihê min hîn bibe. Savvas Kalenteridis ê ferman girtibû, ji bo hînkirina cihê min bi telefonê li Naksakis geriya, jê xwest ku îtîraf bike lê encamek bi dest nexistibû. Li ser vê yekê, di şeva 29’ê çileyê de Covaras ê ji servîsa nepen û du polîsan bi ser mala Naksakis de girtin. Di vê serdegirtinê de pir li Naksakis hatibû xistin. Dema di sersibeha 30’ê çileyê de hatî mala Vula, serûberê wî gelek belave bû û li ser cilên wî şopa heriyê hebû. Naksakis, beriya were malê, bi Wezîrê Karên Derve Teodoros Pangalos re hevdîtin kir ku 46 sal bûn hevalên hev bûn û jê bawer dikir. Jê xwestibû ku destûrê bidin ku ez li welêt bimînim. Li ser vê yekê Pangalos jê re got ku dixwaze bi min re hevdîtinê bike. Dema Naksakis hat, encamên hevdîtinê bi min re parve kir. Pangalos, bi rêya Naksakis ev peyam ji min re şand; ‘Hûn bi xêr hatin welatê me. Em dixwazin bi we re hevdîtinê bikin. Dê di mijara hiqûqî de tiştên pêwîst bên kirin. Dê nêzikatiyeke cuda çênebe. Em dixwazin ji vê hêlê ve rewşa we bi awayekî şênber nîqaş bikin.’ Piştre jî temînat dida; ‘Ez bi xwe dê tev li vê hevdîtinê bibim.’ Min jî got ku ev hevdîtin dê girîng be û qebûl kir. Heta min ji Vula ku li mala wî dimam ev pirs kiribû; ‘Gelo dibe ku Pangalos xiyanetê bike?’ Vula, pir jixwe bawer ev bersiv dabû; ‘Na, ji bo hilbijartinê tu firsend ji vê çêtir nînin.’ 
 
Piştre derket holê ku Pangalos serî li hîleyeke eşkere dabû. Beriya hevdîtina dê di saetên êvarê de bihata kirin, ji ewil çû cem Serokwezîr Kostas Simitis û pirsa ‘di destê min de bombeyek heye, gelo em çi pê bikin?’ kiribû. Simitis jî xwestibû ku tavilê bêm dersînorkirin. Lê belê Pangalos, ev yek bi Naksakis re parve nekir. Haya me ji tu tiştekî nebû û li benda saeta hevdîtinê bûn. Dema di saetên êvarê de em çûn cihê hevdîtinê, li şûna Pangalos ez careke din bi Stavrakakis û Kalenteridis re rû bi rû mam. Xistibûn xefikê. Koma îstîxbaratê ya herî payebilind şandibûn mala dê me hevdîtin lê bikira. Bi uslûbeke gefxwir gotin; ‘Em heta serê sibehê saet 4’an muhletê didin te. Nexwe em ê bi darê zorê bikin.’ Bi darê zorê birin cihekî. Min li wir careke din serlêdana îltîcayê kir. Lê belê Stavrakakis, ev daxwaza min nexist fermiyetê û digot ku dê neyê qebûlkirin. Bêqanûntî êdî bûbû pîvanek. Ji min re gotin ku dê bêm dersînorkirin lê nedigotin bê ka dê bişînin ku derê. Di vê rewşa nediyar, gef û zextan de min xwest ku min bişînin Hollandayê. Stavrakakis, qala Peymana Şengenê kir û got ku heke bişînin Hollandayê dê dîsa li Yewnanistanê were îadekirin. Xwest ku ji welatekî transît a ne welatê Şengenê be bêm derbaskirin. Ji bo vê jî Mînsk hate hilbijartin. Li gorî planê, dê balafirekê ez ji Atînayê derbasî bajarê Mînskê yê Rûsyaya Spî bikira û balafireke duyemîn jî biribûya Laheyê.” 
 
RÊWÎTIYA MÎNSKÊ Û HIŞYARIYA OCALAN!
 
Ocalan, da zanîn ku di 31’ê çileya 1999’an de bi balafira ji hêla rayedarên yewnan ve hatiya amadekirin ber bi Balafirgeha Mînskê ve ketine rê û wiha dom kir: “Di wê navberê de agahî dan min ku balafira duyemîn a ku dê min bibe Hollanda-Laheyê dê were amadekirin. Mînsk, di qada rayeya Rûsyayê de bû. Piştre derket holê ku rojek berê (30’ê çileyê) di civîna Foruma Aboriyê ya Cîhanê de ku li Davosê hate lidarxistin, Serokwezîrê Rûsyayê Primakov û şîrketên petrolê yên DYA’yê li ser rewşa min bazarî kirine. Rojnameya aboriyê ya li Rûsyayê tê weşandin Kommersantê di nûçeya xwe ya bi ser navê ‘Li dijî Apo amadekariya petrolê’ weşand. Li gorî vê nûçeyê, bi Peymana Davosê re petrolên kazakan dê li ser Rûsyayê û petrola azeriyan jî li ser Tirkiyeyê bihata belavkirin. Li hemberî vê jî dê Enqere dê asteng nekira ku petrola kazakan li ser Derbendan were belavkirin. Para ku di vê bazariyê de ji bo Rûsyayê dima ev bû; dê Moskov destûrê bide xeta boruyê ya Baku-Ceyhanê û serlêdana min a îltîcayê qebûl nekira.” 
 
Bi domdarî Ocalan diyar kir ku di heman rojê de Serokwezîr Primakov agahî daye ku balafirgehên Ewropayê ji wî re hatine girtin û ev tişt anî ziman: “Di wê navberê de tevahiya balafirgehên navneteweyî yên li Ewropayê hatibûn hişyarkirin ku bi tu awayî destûrê nedin balafira ez tê de bim dade. Eşkere bû ku biryareke mezin hatibû dayîn. Piştre derket holê ku ev biryar bi awayeke veşarî li Swîsreyê hatiye dayîn. Îstîxbarata NATO’yê wan rojan li Swîsreyê civînê li dar dixe. Serokwezîrê Rûsyayê Primakov, demekî kin piştî civînê û di heman rojê de li ser navê Civaka Dewletan a Serbixwe (CDS) axivî û got ku ketina min a tevahiya welatên Ewropayê hatiye qedexekirin. Çapemeniya Ewropayê jî wê rojê digot; ‘Tevahiya balafirgehên Ewropayê îşev li Apo hatin girtin.’ Qaşo balafira Hollandayê hatibû amadekirin. Lê dema em gihiştin Mînskê gotin ku dê neyê. Lîstika xwe bi eşereyî lîstin. Li balafirgeha Mînskê û di nava şertên giran de bi saetan di hundirê balafira yewnanan de hatim sekinandin. Rewşekî nediyar li holê hebû. Balkêş bû ku pîlot hewl dida me ji balafirê paya bike. Ji ber ku vê hewldanê dê rewşa me ya fîzîkî bixista xetereyê, min qebûl nekir ku ji balafirê derkevim. Tevî hemû israran jî em ji balafirê daneketin. Li ser vê yekê, balafira Yewnanistanê saet di 04.00’an a şeva 31’ê çileyê girêdayî 1’ê Sibatê dike de dîsa vegeriya Atînayê. Xebatkarê NATO’yê Stavrakakis li Balafirgeha Atînayê amade bû. Israra xwe ya berê dîsa domand û xwest ez Yewnanistanê biterikînim. Li ser vê yekê min çendek caran serlêdana îltîcayê kir. Lê dîsa ev daxwaza min nexistin fermiyetê. Ji wir bi lez û bez derbasî Girava Korfuyê kirin.
 
Li Girava Korfuyê, li navendeke îstîxbaratê ya ku baregehên leşkerên amerîkî û ingilîz lê bûn hatim sekinandin. Îxtîmaleke ku ev der baregeheke NATO’yê ye. Min daxwaza xwe ya vegera li Kurdistanê jê re ragihand lê ev daxwaza min tu caran nehat qebûlkirin. Pêşniyara min a duyemîn jî ew bû ku derbasî Sirbistanê bibim. Lê belê derfet nedan ku ez bi derfetên xwe biçim. Hemû peywendiyên min hatibûn qutkirin. Di nava tecrîdê de dihatim ragirtin. 
 
LI ENQEREYÊ HEVDÎTINÊN AWARTE
 
Dema li Girava Korfuyê dihatim ragirtin, di navbera hêzên navneteweyî de bazarî dihatin kirin. Di saetên serê sibeha roja ku hatibûm tecrîdkirin de (1’ê sibatê) Wezîrên Karên Derve yê Yewnanistanê Pangalos bi telefonê li Sefîrê Amerîkayê yê Atînayê geriya û jê re got ku ez li Yewnanistanê me. Burns jî got; ‘Temam. Hûn wî ji Yewnanistanê derxînin û xwe tev li ya din nekin.’ Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê James Rubin piştre daxuyaniyek da û wiha got; ‘Dibe ku balafira Ocalan çûbe Yewnanistanê lê niha li wir nîne. Mîna hikûmetên din, hikûmeta yewnan jî nahêle Ocalan li wir bimîne.’ Bi van gotinan li xwe mikûr hat ku plana wan li gorî daxwaza wan dimeşe. Her wiha li gorî çapemeniya tirk; di wê roja krîtîk de (1’ê sibatê) li avahiya serokwezîrtiyê ya li Enqereyê hevdîtinên awarte dihatin kirin. Serokwezîr Bulent Ecevît bi koordînatorê çalakiyên operasyonî yên têkildarî min û Serokê Herekata Serfermandariya Giştî û Şêwirmendê Leşkerî yê Serokwezîrtiyê Korgeneral Yaşar Buyukanit re civîn li dar xist. Rayedarên DYA, tirk û yewnanan dizanîn bê ka dê min bi ku de bibin lê min û refeqetçiyên min ên di bin tecrîdê de dihatin ragirtin nedizanin bê ka dê ji navenda îstîxbaratê ya li Korfuyê ber bi ku de bibin. 
 
BALAFIRA NEPEN A GLADIYOYÊ
 
Îstîxbaratvan Savvas Kalenteridis Saet derdora 16.00’an weke ku agahiyeke xweş anîbe got; ‘Em bi ser ketin! Ez bi Pangalos re axivîm. Ji we lêborînê dixwaze. Xemgîn e ku nebaş nêzî we bûye. Me çareseriyek dît. Em ê we bişînin welatekî Efrîqayê. Hûn dê di bin mîsogeriya hikûmeta yewnan de heta demekî li wir bisekinin. Di vê pêvajoyê de dê pasaporta we were amadekirin û derbasî Komara Efrîqaya Başûr.’ Min jî berteka ‘çawa Efrîqa’ nîşan dabû. Kalenteridis, ji bo ku gumana min ji holê rake gelek soz dan. Got; ‘Hûn dê li Efrîqayê li seferatxaneya me bimînin. Ew der, xaka yewnanan e. Parêzbendiya wê heye. Ji bilî me tu hêz nikarin mudaxileyî wê derê bikin û hûn dê li wir bi ewle bijîn. Dê ewlehiya canê we were parastin.’ Her wiha got ku cihê ku em ê biçûnê rawestgeheke, dê bi Efrîqaya Başûr re hevdîtinan bikin û bi wan re peywendî hatine danîn. Li vê derê tenê qala Kenyayê nehatibû kirin û gotibûn Efrîqa. Piştre derket holê ku ev soz tevek jî derew bûn. Saetan rabûnê ya vê balafira ku ji me re gotibûn ‘dê biçe Efrîqayê’ weke 19.00 hatibû diyarkirin. Lê piştî ku hat zanîn ez li Korfuyê me, ev saet taloqî 20.30’ê kirin. Nêzikatiya ajokarên ku em ber bi balafirê ve dibirin, ajokar jî di nav de tevahiya rayedarên yewnan dizanî ku dê min ji Korfuyê birevînin Tirkiyeyê. Hêmanên balafirên ku digotin ji hêla Pangalos ve hatiye amadekirin hatibûn jêbirin û alaya Malezyayê li ser bû. Li ser balafira ku ez ji Kenyayê anîm Tirkiyeyê jî alaya Malezyayê hebû. Balafireke pir taybet a ku li gorî texmîna min ji Swîsreyê anîbûn, bi komeke ne yewnan a veşarî re li balafirgeha leşkerî li benda min bûn. Îxtîmaleke mezin e ku balafira îstîxbarata Ingilistanê yan jî CIA’yê bû. Ez ewqas bawer bûm ku di pirtûka dostaniyê de cihê xiyanetên wiha nîne, heke di wê kêliyê de yekî ji min re bigota, ‘tu têy revandin’ dê min dilê wî bihişta. Ji ber ku ev tişt di pirtûka mirovahiyê de nîne. Balafira ku ez lê hatibûm siwarkirin, alava Gladiyoyê bû ku di operasyonên veşarî de dihat bikaranîn.” 
 
Ocalan, got ku saet di 05.30’an a şeva 1’e sibatê girêdayî 2’yê sibatê dike de balafireke taybet ji bo ber bi Kenyayê ve bi rê keve, bi awayekî veşarî hatiye balafirgeha leşkerî, tu fermiyeta vê balafirê nebû, tu hejmar, ala yan jî nîşaneya bê ka aydê kîjan welatî ye li ser nebûn û wiha pê de çû: “Dema em li balafirê siwar bûn, ketim nava fikaran. Kesên di balafirê de zerik bûn û bi ingilîzî diaxivîn. Hostesa wê jî hebû. Min ji Kalenteridis re got; ‘Gelo ev balafir a Amerîkayê ye? Haya wan ji çûna me heye?’ kir. Kalenteridis, careke din rola xwe ya tunekirina fikarên min bi hostatî lîst û dê di balafirê de bigota ku em ê biçin Kenyayê. Got ku ew li ser navê hikûmetê hatiye û pasaporta min a dîplomatîk amade ye. Digot; ‘Tu pirsgirêk nînin, hûn dê biçin Kenyayê. Ji bo ewlehiyê cihê herî biewle ye. Dê di nava 15 rojan de pasaporta Komara Efrîqaya Başûr were amadekirin û bidin we.’ Ji ber ku rola xwe ya dilsoziya bi min re bi hostayî dilîst, heta ku ez radestî Tirkiyeyê hatim kirin jî derheqê wî de tu gumanên min çênebûbûn. Heke têkiliya dostaniyê weke amûrekê bi kar ne anîbûya, dê min ji van sozên wî bawer nekira. Heke ne ji vê helwesta wî bûya, dê ev komplo bi tu awayî pêk nehata. Baweriya min gele bi wî dihat. Lewma ez dibêjim; ‘bi destê wî kirin û bi sedî sed bi ser ketin.” 
 
OPERASYONA TAYBET A NATO’YÊ 
 
Di berdewamê de Abdullah Ocalan anî ziman ku balafira veşarî ya ku îxtîmaleke mezin ji hêla Giladioya NATO’yê û CIA’yê ve hatibû amadekirin, di 2’yê sibatê saet derdora 11.00’an de daket Balafirgeha Nairobiyê û wiha axivî: “Sefîrê Kenyayê Kostoulas ez pêşwazî kirim û bi rehetî ji balafirgehê girt. Dê min piştre bizaniya ku dîplomateke û di bin sîwaneya NATO’yê de xebitî ye. Dema li balafirgehê ez pêşwazî kirim wiha gotibû; ‘Dema ez di NATO’yê de, 20 salan berpirsyarê yekîneya li ser te lêkolîn dikir bûm. Li asîmanan li te digeriyam lê vaye min tu li ser rûyê erdê dîtî.’ Derket holê ku yekîneya operasyonên taybet ên NATO’yê di vê pêvajoyê de ez kontrol kirime. Dê derketa holê ku bi destê van kesan bi zanebûn ez ber bi Kenyayê ve hatim şandin, ev yek hatibû plankirin, her tişt ji berê ve hatibû amadekirin, tenê rola ku min ji Balafirgeha Kenyayê bibin dabûn Tirkiyeyê û DYA’yê ev pêvajo birêve biriye.” 
 
HEVKARIYA DYA, YEWNANISTAN Û TIRKIYEYÊ
 
Abdullah Ocalan, bi lêv kir ku li Balafirgeha Nairobiyê li wesayîta fermî ya Sefaretxaneya Yewnanistanê hatiye siwarkirin, li îkametgeha Sefîrê Yewnanistanê yê Kenyayê hatiye bicihkirin û wiha pê de çû: “Di 2’yê sibatê de gihiştim Kenyayê. Di heman rojê de Sefîrê DYA’yê yê Tirkiyeyê Paris di civîna ji hêla Odeya Pîşesaziyê ya Dîlokê ve hatiye organîzekirin de axivî û got; ‘Heke hûn bi Wezareta Karên Derve û rayedarên hikûmeta tirk re hevdîtinê bikin, hûn dê bibînin ku roja Ocalan Sûriye terk kirî heta niha piştgiriya me ya bi Tirkiyeyê re dilê wan rehet kiriye.’ Rojek piştre jî (3’yê sibatê) dê rayedarên Îsraîl û Kenyayê biketina dewrê. Sekreterê Daîmî yê Wezareta Karên Derve ya Kenyayê Kathourima dê di 3’yê sibatê de ji Sefîr Kostoulas re bigota ku dixwaze rojek piştre di serê sibehê de hevdîtinê bike. Dê derketa holê ku di navbera van her du kesan de wê rojê hevdîtineke nefermî hatiye kirin. Li gorî agahiyên hatine ber destê min; di heman saetan de şandeyeke bi serokatiya Şefê Îstîxbaratê yê Îsraîlê David Ivry li Enqereyê bi rayedarên Wezareta Karên Derve, MÎT û Serfermandariya Giştî re diciviya. Li bajarê Selanîkê yê Yewnanistanê jî Sefîrê DYA’yê yê Atînayê Nicholas Burns ji rojnameyan re digot; ‘Yewnanistanê di mijara Serokê Giştî yê PKK’ê de tişta pêwîst kiriye.’ Êdî teqez bû ku ez di çarçoveya plan û hevkariya DYA, Simitis û Tirkiyeyê de ez şandime Kenyayê. Her wiha derket holê ku gotina bi hikûmeta Efrîqaya Başûr re hatiye lihevkirin û soza birina Efrîqaya Başûr jî derew bûn. 
 
AVAKIRINA ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR
 
Roja ku ez hatim revandin (15’ê Sibata 1999’an), têkildarî komployê li ser çapemeniyê nûçe hatin weşandin. Şaih ku wê demê Sefîrê Komara Efrîqaya Başûr ê Hamburgê bû, di daxuyaniya xwe de wiha digot; ‘Dema Ocalan li Romayê, me bi rayedarên PKK’ê re hevdîtinek kir. Lê belê me temînateke wiha neda wan. Ev daxuyaniyeke rast nîne.’ Kenya, ji bo wan kirasekî li operasyona piştre dê bihata kirin hatibû dirûn. Ji ber ku rejîma wê derê pêlîstoka DYA’yê bû. Di destê sîxûrên CIA û Îsraîlê de ye. Komara Efrîqaya Başûr-Mandela dê neketa nava komployên wiha. Serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Bulent Ecevît piştî revandina min bi rojnameger Sedat Ergîn re axivî û got; ‘Agahî ji me re hat ku dibe Ocalan di 4’ê sibatê de ji Efrîqayê were girtin. Li ser vê yekê jî ew mekanîzma xistin nava liv û tevgerê.’ Tirkiye ya ku di heman dîrokê de ketibû nava tevgerê, komeke operasyonê ava kiribû. Tam di vê dîrokê de (4’ê sibatê), Girtîgeha Îmraliyê ya nîvservekirî ya li Behra Marmarayê hatibû valakirin û dewrî Serfermandariya Giştî ya Artêşê hatibû kirin. Derdora giravê weke herêma leşkerî hate ragihandin û di bin navê tadîlatê de dest bi avakirina Girtîgeha Îmraliyê kirin ku tenê yek kes bikare li wir bimîne.” 
 
BERR BI 15’Ê SIBATÊ VE
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan geşedanên di navbera 4’ê Sibatê û 15’ê Sibatê de jî wiha vegot: 
 
4’ê Sibata 1999’an: Zextên heyî her ku diçû zêdetir dibûn. Bi taybet jî di navbera 4-15’ê sibatê de. Her tim zor didan min ku derkevim derve. Navberekê ji min hate xwestin ku li mala keşeyeke li Kenyayê bi cih bibim. Min bi bîr xist ku di bin berpirsyartiya Yewnanistanê de me û min ev daxwaz red kir. Careke din jî ji min xwestin ku li mala Wezîrê Tenduristiyê yê Kenyayê bimînim ku digotin bi eslê xwe yewnan e. Ji bo ewlehiya can, min ev pêşniyar rast nedît û qebûl nekir. Ji vir jî derdikeve holê ku plana wan a ewil ew bû ku min tune bikni. Dema ev pêk nehatî jî Îmrali xistin dewrê. 
 
8’ê Sibata 1999’an: Midûrê Giştî yê Emniyeta Tirkiyeyê Necatî Bîlîcan, bi kovara Der Spiegelê re hevpeyvînek kiribû. Digot ku ez gav bi gav hatime şopandin û wiha digot; ‘Em ê wî bigrin.’ Di vê navberê de Tirkiyeyê amadekariya balafira ku dê ez ji Naîrobiyê bigirtima dikir. Rotaya balafirê hatibû diyarkirin. 
 
10’ê Sibata 1999’an: Balafira behsa xeberê ji Stenbolê rabû û li gorî saeta herêmî derdora 16.00’an de dada Balafirgeha Entebbe ya Ugandayê. Ev balafira ku îmalata Dassalultê ya fransiz, ya karmendê tirk Cavît Çaglar e. 
 
11’ê Sibata 1999’an: Dê ez hîn bûbûma ku Şefê Buroya Dîplomasiyê yê Pangalos, Papaioannou dê careke din bi fermaneke veşarî ku ji bo min digot divê tavilê ji ‘rengên neteweyî’ were dûrxistin nû kiriye. Rayedarên wezareta karên derve, cemawerî, edalet û îstîxbaratê heta serê sibehê li ser telefonê nîqaş kirin. Di mijara derxistina min a ji malê de biisrar bûn. 
 
12’ê Sibata 1999’an: Serdar Savvas Kalenteridis saet di 10.00’an de bi şefê xwe yê li Atînayê mîralay Stavrakakis re peywendî danîn. Stavrakakis, ji Kalenteridis ê têkildarî serlêdana min a îltîcayê agahî didan re wiha gotiye; ‘Ji wî re bibêje ku tavilê ji vir biçe û ku derê bixwaze bila biçe wê derê. Me tu soze nedane wî. Savvas, ji bo qedandina peywendiya me ya bi wî re, biavêje derve! Ji te rica dikim kurê min!” 
 
ZEXTA JI BO BI DARÊ ZORÊ DERXÎNIN DERVE
 
13’ê Sibata 1999’an: Di serê sibehê de em bi geşedaneke nû hişyar bûn. Li dijî tevahiya van daxwazên min ên ji bo temînatê û israra min a nederketina ji avahiya seferatxaneyê, dê serî li derxistina bi darê zorê bihata dayîn. Misteşarê Papaioannou yê Pangalos ê Atînayê, li Sefîr Kostoulas geriya û ferman jê re ragihand. Ji Kostoulas hat xwestin ku li Nairobiyê çendek serseriya kirê bike û bi darê min ji sefaretxaneyê derxînin. Sefîr jî dibêje ku tiştekî wiha mimkin nîne. Saet derdora 16.00’an, ji buroya Pangalos telefonek bo Sefîr Kostoulos hat û jê re hat gotin ku tîmeke taybet a ji çar kesan pêk tê ji bo derxistina min ji Atînayê bi rê ketiye. Şemse Kiliç bûbû şahida axaftinan. Dema ji sefîr pirsiyayî jî sefîr wiha bersiv dabûyê; ‘ev parastvan, ji hêla Ocalan ve hatine xwestin.’ Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Ecevît jî di heman rojê de derheqê min de daxuyanî da çapemeniyê û got; ‘heke derkeve holê jî dê were tunekirin, dernekeve jî dê were tunekirin.’ 
 
14’ê Sibata 1999’an: Tîma taybet ya yewnan ku sefîr gotibû parastvanên min in, ji hêla sefîr ve ji holê hatin girtin û derdora saet 13.00’an anî sefaretxaneyê. Sefîr Kostoulas, di îfadeya xwe ya di doza Atînayê de li xwe mikûr hat ku ji bo ji sefaretxaneyê bêm derxistin, polîsên li bûroya Pangalos dixebitin hatine peywirdarkirin. Dema ferq kir ku refeqetvan çekdar in û ez ê li ber xwe bidim, operasyona wî betal kirin. Şefê tîmê Bobos John, sedema operasyonê wiha vegotibû; ‘Em ji bûyereke nû ya mîna kolana Nioviyê ditirsiyan.’ Wê demê me ji wan re got; ‘heke hûn nêz bibin dê întîhar bikin.’ Heke me li ber xwe nedabûya, dibe ku wê demê em bikuştina. 
 
Dema ez anîm Îmraliyê, rayedarên tirk ên tev li lêpirsîna min bûn gotin; ‘Heke polîsên yewnanan tu ji sefareta yewnanan derxistibûna, me jî amadekarî kiribû, dê me tu bikuşta.’ Di dawiya dawî de hewldana derxistina min a ji sefaretxaneyê bêencam mabû. Di heman rojê saet di 17.00’an de ji Sekreterê Sefaretxaneya DYA’yê re hate ragihandin ku hewldana derxistina min a bi darê zorê vala derketiye. Parêzerê min ê îtalî Giuliano Pisapia di 14’ê sibatê de hate Nairobiyê. Min ji bo pirsgirêka îltîcayê û dîsa vegera Îtalyayê bangî wî kiribû. Piştî hevdîtina nîv saetê, parêzerê min vegeriya Îtalyayê. Min daxwaznameya ku min bi destê xwe nivîsandî radestî wî kir da ku bide Dadgeha Îstînafê ya Romayê. Her çawa be, daxwaznameya min a ji bo îltîcaya siyasî piştî ez revandim Tirkiyeyê hate qebûlkirin. 
 
DEMA HATIBÛ DAYÎN BI DAWÎ BÛ
 
15’ê sibata 1999’an: Şefê Protokolê yê Karên Derve yê Kenyayê serê sibehê saet di 08.00’an de hat û ji bo hevdîtina bi Sekreterê Daîmî yê Wezareta Karên Derve, Sefîr Kostoulas bi xwe re bir. Dema Sefîr ketî odeyê, Şefê Îstîxbaratê yê Kenyayê Noan Arap Ta jî li wir bû. Rewş jinûve dihat nirxandin. Dema ev hevdîtin dihatin kirin, balafira ku 5 roj bûn li Balafirgeha Entebbe ya Ugandayê disekiniya û ekîba tirk tê de bû, li benda îşareta hatina Balafirgeha Kenya-Nairobiyê bû.  Jixwe piştî vê hevdîtinê, balafira aydê Tirkiyeyê ya li Ugandayê dihat sekinandin, di heman rojê derdora saet 11.00’an îşareta hatine wergirt. Hêmayên diyarker ên balafirê hatin jêbirin û li şûna wê alaya sexte ya Malezyayê lê hate kirin. Balafir, saet derdora 13.55’an de ber bi Balafirgeha Jomo Kenyatta ya Nairobiya ve kete rê. Balafira ku dadayî balafirgehê, li vir li bendê sekinî. Li gorî peymanê, dê koma tirk ji balafirê derneketa, Sefîrê Yewnanistanê Kostoulas dê Kalenteridis bigirta cem xwe û ez bihatima qanehkirin ku ji sefaretxaneyê derkevim. Piştî ji derî derketîm, dê rayedarê Kenyayê Noan Arap Ta û polîsên di bin fermandariya wî de ez revandibûma û radestî tîmên tirk ên li balafirgehê bikirana. 
 
Sefîr, ji bo ku peywira jê re hatibû dayîn pêk bîne, dê saet derdora 16.30’an bihata sefaretxaneyê. Çawa ku sefîr hat, Savvas Kalenteridis hatin cem min. Gotin ku sefîr çûye civînekê û dema ji min re hatiye veqetandin di 15’ê sibatê de bi dawî dibe, heke dernekevim dê bi darê zorê derxînin. Ev agahî weke biryarekê ji min re ragihandin. Min jî ji wan re got ku peywendiyan min a bi hevalên min re qut bûye û ji ber fikarên ewlehiyê dê ji sefaretxaneyê dernekevim. Ji bo vê min rojekê destûr jê xwest. Lê belê Sefîr Kostoulas got ku dema wan nîne, her tiştek amade ye, heke dernekevim dê zorê bi kar bînin, di vê rewşê de nikare temînatê bide bê ka dê bi şev çi biqewime. 
 
TRAFÎKA TELEFONÊ ZÊDE BÛ
 
Piştî axaftinên me, 5 wesayîtên bi plakaya hikûmeta Kenyayê û 3 cîpên bi tîpa Land Rover Land ku polîsên Kenyayê tê de bûn, saet derdora 18.00’an hatin baxçeyê mala Sefîr Kostoulos a ku 14 roj bûn li wir dimam. Di navbera xwe de hevdîtin kirin û piştre Şefê Îstîxbarata Kenyayê Noan Arap Ta bi axaftineke nerm heyraniya xwe vegot, bawerî da me û hewl da me ji mala sefaretxaneyê derxîne. Min jê re got ku heta temînata hikûmetê nebe ez ê ji vir dernekevim. Li ser vê yekê rayedarê kenyayî got; ‘Balafir amade ye, demekî zû de derkevin. Şev nêz dibe û ez nikarim temînatê bidim we bê ka dê bi şev çi biqewime.’ Min israr kir ku dê dernekevim. Li ser vê yekê rayedarî got; ‘Heke hûn dernekevin, dê şev ji bo we baş nebe. Em naxwazin li welatê xwe xwînê birijînin.’ Bi vê axaftina xwe da hîskirin ku heke em dernekevin dê bi ser malê de bigirin. Min jî israr kir ku heta temînatek neyê dayîn em dernakevin. Heke gotin di cih de be ez li cihê xwe nelivîm. Li ser vê yekê di navbera rayedarên hikûmeta Atînayê de trafîka telefonan zêde bû. Piştî axaftinên li ser telefonan, Sefîr Kostoulas û Kalenteridis hatin cem min. Digotin ku Pangalos bi xwe geriyaye, daxwaznameya min a ji bo îltîcayê hatiye qebûlkirin, bi balafira hatiye amadekirin re kîjan welatê Ewropayê bixwazim dikarim biçim û polîsên Kenyayê jî dê bi awayekî ewle ez biribûma balafirgehê. 
 
REVANDIN Û ANÎNA TIRKIYEYÊ
 
Sefîr Kostoulas û Kalenteridis bi awayeke jêbawer hem têkildarî polîsên kenyayî hem jî têkildarî axaftinên Pangalos û Simitis temînat dan. Vê yekê fikarên min kêm kir. Li ser vê yekê min got; ‘wê demê em dikarin biçin.’ Dema ez kêliyên dawiyê mîna fîlmekî paşve tînim û li ser difikirim, dê ev hûrgiliya balkêş bê dîtin. Dê bihata bîra min ku di demên dawî yên li mala sefaretxaneyê de Sefîr Kostoulas êdî bi min re xwarin nedixwar. Hewl dida bi min re qet rûnene. Aşpêj, girêdayî sefaretxaneyê bûn. Di vê navberê de pêkan bû ku tiryak û derman jî bi kar bianiyan. Ji ber ku wê rojê (15’ê Sibatê) ez mîna xewgerokan bûm. Lewma îxtîmaleke mezine ku ji bo ez bi awayeke bitendurist nefikirim, heta dozajekê derman hatibin bikaranîn. Heke min rewşên pir bi eşkereyî zêde gumanbar jî nekarîbe ferq kiribe, ev yek dibe ku ji ber bandora tiryakê be. 
 
Dema ez ber bi deriyê mala wî ve çûm, min ferq kir ku qebîliyeta min a biryardayînê qels dibe. Ne di berxwedêriya xwe ya asayî de bûm û rewşeke xewgerok li ser min hebû. Dema ji derî derketim û ber bi wesayîta li baxçeyê sefaretxaneyê ve ketim rê, polîsên kenyayî yên derketin pêşiya min, tevî hemû nerazîbûn û nîqaşan jî li ber çavên Sefîr Kostoulas û Kalenteridis bi darê zorê li wesayîtê siwar kirim. Kostoulas û Kalenteridis, weke îtîrazê dikin tevgeriyan lê israr nekirin. Destûr nedan kesên li cem min rûdiniştin jî. Ez li rêyên çep gerandim û birim balafirgehê. Kostoulas, Kalenteridis û hevalên min di wesayîta pişt de bûn. Di dema rêwîtiyê de têkiliya min a bi wan re qut kirin. Di wê navberê de hişê min her ku diçû qels dibû. Kesên ez bi cîpê revandim, rayedarên ewlehiyê û îstîxbaratê yên Kenyayê bûn. Dema em gihiştin balafirgehê, tu polîs an jî noqteyên lêgerînê nebûn. Em ketin balafirgehê û yekser birin balafirê. Heta kêliya li balafirê siwar bûm jî tirk li holê nebûn. Çawa ku ketim balafirê, Tîma Taybet a Tirk bêyî ku tiştekî bibêjin bi ser min de girtin, li erdê dirêj kirin. her tiştên li ser min hilgirtin, her devera min band kirin, çavên min jî bi heman bandên stûr girtin û xistin pişta balafirê. Êdî hema hema hişê min bi temamî çûbû. Min dikariya bimeşim lê min nedikariya bifikirim. Du saet piştre hişyar bûm. Balafir du caran dada. Carekê li Misrê û cara din jî yan li Îsraîlê yan jî li Qibrisê bû. Dema ez bi keştiyê anîm girtîgeha giravê ku di 4’ê sibatê de hatibû valakirin û ji bo min bi taybet hatibû avakirin, sersibeha 16’ê sibatê bû. Serokwezîr Bulent Ecevît di heman rojê de daxuyanî da û got ku ez anîme Tirkiyeyê.” 
 
SIBE / Gav bi gav ber bi komploya navneteweyî ve: Pêvajoya li Îmraliyê