Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye

HEWLÊR -  Li Herêma Federe ya Kurdistanê her kes li benda peyama Îmraliyê ye. Pirsa pêşmergeyeke berê ya “Gelo piştî 26 salan em ê Serok bibînin?” nîşaneya bandora peyameke bidîmen a Abdullah Ocalan e.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di navbera 16-19’ê Sibatê de li Herêma Federe ya Kurdistanê bi gelek rayedarên herêmê re hevdîtin kir. Têkildarî serdanên şandeyê ku endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder jî di nav de bû, agahiyên bisînor bi raya giştî re hatin parvekirin. Di serdanan de silavên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo nûnerên partiyan û peyamên hatine dayin hatin parvekirin. Her wiha hate ragihandin ku yekitiya neteweyî, pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina destkeftiyan bûne mijara hevdîtinan. Di heman demê de hate destnîşankirin ku nûnerên partiyan gotine ku ew piştgiriyê didin pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd ku Abdullah Ocalan pêş xistiye. 
 
Lê belê têkildarî hûrgiliyên hevdîtinan ku raya giştî mereq dike, ne şandeyê ne jî kesayetên hevdîtin pê re hatine kirin tu agahî nedan. Nayê zanîn ku ev kesayet dê di kîjan mijaran de bibin alîkar an jî dê bi rol û mîsyoneke çawa rabin. Tê payin ku ev rewş di rojên pêş de piştî peyamên Abdullah Ocalan zelal bibe. 
 
PROTOKOL 
 
Li gel nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avci em 4 rojan bi şandeyê re bûn. Şande di 15’ê Sibatê de derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû û li vir bi protokoleke payebilind ve hate pêşwazîkirin. Hem li Deriyê Sînor ê Xabûrê hem jî li Deriyê Sînor ê Xelîl Îbrahîmê şande ji bo zêde neyê sekinandin hewldanek hebû. Tevdîrên zêde yên ewlehiyê hebûn û şande gihişt Hewlêrê. Rojek piştre jî trafîka hevdîtinan dest pê kir. 
 
ARTÊŞA ÇAPEMENIYÊ 
 
Ji roja destpêkê heta ya dawiyê eleqeyeke zêde ji bo şandeyê hebû. Ji kesên şande pêşwazî kirin heta ajokarên wesayîtan û heta xebatkarên hotêla şande lê dima, eleqeyeke zêde hebû. Her wiha eleqeyeke zêde ya çapemeniya Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê jî hebû. Li gel vê, çapemeniya navneteweyî jî serdana şandeyê şopand. Zêdetirî 70 rojnamegerên ji ajans, televîzyon û malperan ji roja destpêkê ve şande şopand û eleqeyeke mezin hebû. 
Di dema hevîtina bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û hevdîtina bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê Qubad Talabanî de destûr nehat dayin li hundir wêne û dîmen bên kişandin. Balkêş bû ku di hevdîtina bi Mesrûr Barzanî de ne li hundir ne jî li derve tu xebatkarên çapemeniyê tune bûn. Tevahiya wêne û dîmenên van hevdîtinan ji hêla ofîs3en çapemeniyê yên van deran ve hatin parvekirin. 
 
ŞERÊ MÎKROFANAN
 
Di tevahiya hevdîtin û daxuyaniyan de “şerê mîkrofonan” hebû. Mijareke din a balkêş jî ew bû ku ji Tirkiyeyê tu ajans û televîzyonan hevdîtin neşopand. Komeke ji Ajansa Anadoluyê (AA) daxuyaniya piştî hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re şopand. 
 
MEREQA ROJNAMEGERAN
 
Mijara sereke ya ku tevahiya rojnamegerên me li ser pêyan pê re sihbet kirin mereq dikir, peyamên Abdullah Ocalan şandibûn. Piranî pirsên weke “gelo dê ev pêvajo ber bi ku ve biçe, dê Abdullah Ocalan peyameke çawa bide, gelo dê PKK çekan berde û bandora bangê ya li ser herêmê dê çi be?” dihatin kirin.  Bêguman tenê rojnamegeran ev mijar mereq nedikirin. Her kesên me hevdîtin pê re dikir pirsên bi vî rengî dikirin. Ji ber ewlehiyê û trafîka serdanan, me nekarî bi zêde kesan re hevdîtinan bikin. Xebatkarên hotêlan, kesên di protokolê de cih digirtin, kesên hatin serdanê û hin welatiyên me di bernameyan de dîtin... 
 
Ji ber ku şandeyê helwesta xwe ya neaxaftinê li vir jî didomand, bivê nevê berê pirsan dîsa diket ser me. Me jî hewl da li gorî nûçeyên me parve kirine jê re bibin bersiv. Hêj di serê gelek kesan de pirs hene. Me jî nêrînên têkildarî pêvajoyê ji gelê Herêma Kurdistanê pirsî. Bersivê dayin me wiha ne: 
 
*Em çareseriyeke mayinde û aştiyê dixwazin.
 
*Êdî xelkê Herêma Kurdistanê ji ber êrişan bêzar bûye. 
 
*Divê Kurdên li Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê heqên xwe bi dest bixin. 
 
*Em dixwazin pirsgirêkên herêmê biqedin û êdî aram bijîn. 
 
*Piştgiriya me ya ji bo pêvajoya nû ya Abdullah Ocalan tam e û divê Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
*Aştî û çareseriyeke mayinde ya li Tirkiyeyê ji bo tevahiya pêşeroja gelên Rojhilata Navîn girîng e. Dê ev yek bi gelan bide qezenckirin. 
 
*Heke çareserî û aştî çêbibe, heke pirsgirêkên bi welatên cîran re xelas bibin dê rewşa aborî û siyasî ya Herêma Kurdistanê baştir bibe. 
 
‘GELO EM Ê BIKARIN SEROK BIBÎNIN?’
 
Mirov dikare bibêje ku yek ji mijara herî zêde dihat mereqkirin jî peyama bidîmen a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Gelek kesên me pê re hevdîtin kirî, gotin ku ew pir mereq dikin bê ka dê dîmenên Abdullah Ocalan kengî bên parvekirin an jî dê bên parvekirin an na. Pêşmergeyeke Derîn ku têkiliya wî ya bi şandeyê re jî hebû, piranî ev pirs ji me dikir; “Gelo piştî 26 salan em ê bikarin Serok (Abdullah Ocalan) bibînin?” 
 
KARSAZ BIKELECAN IN
 
Karsaz jî ji ber nîqaşên ser çareserî û aştiyê gelek bihêvî ne. Karsazên ku bi avakirina avahiyên 40-50 qat û AVM-vîllayên luks hewl didin Hewlêrê mîna Dubaiyê bikin, çav û guhê wan li peyama Abdullah Ocalan e. Karsazan gotin ku ji berê bêhtir hêviya wan heye û gelek caran digotin; “Heke Bakur qezenc bike dê tevahiya Kurdistanê qezenc bike. Çav û guhê me li we ye. Hêvîdarin ev pêvajo bi ser keve.” 
 
ELEQEYEKE TAYBET A WALIYÊ HEWLÊRÊ Û ŞANAZ EHMED 
 
 
Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnaw û Endama Dîwana Serokatiyê ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed bi dilgermiyeke mezin şande pêşwazî kirin. Xoşnaw, di tevahiya serdanên şandeyê yên li Hewlêrê de eleqeyeke mezin nîşanî şandeyê da. Şanaz Îbrahîm Ehmed jî şande bi dilgermiyeke mezin pêşwazî kir. 
 
MA / Azad Altay